Li Hollandayê biryara dîrokî

Li Hollanda Dadgeha Payebilind biryar li ser da ku dewlet sala nû emisyonên gazên bi bandora serayê 1 ji 4'an kêm bike, têkilî biryarê tê gotin,''dîrokî ye''.

Dadgehê serlêdana gelek rêxistinÊn hawîrdorparêz, ku digotin, dewlet li bara guherînên avûhewayê zêde hewl nade mafdar dît û serlêdan danî ber xwe.

Di biryarê de ya dadgeha li Laheyê biryar hate standin ku heta dawiya 2020'an berdana gaza bi bandora serayê 25 ji 100'î were kêmkirin. Di biryarê de her wiha du birayarên ku beriya niha dadgehan biryar dabûn jî hatin pejirandin.

Di biryarê de ya Dadgeha Payebilind hate gotin, ''Biryara, 'Welatên pêşketî heta dawiya 2020'an divê emisyonan ji 25 ji 100'î heta bi 40 ji 100'î kêm bikin' ku mirovên zanyar û civaka navnetewî li ser li hev kirine, pir girîng e.''

Têkilî biryarê saziya rêxistina civakî Urgenda jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê got,''Dîrok hate nivîsîn.'' Di daxuyaniyê de hate gotin biryar ji bo gerestêrkê serfiraziyeke mezin e.