Li Osnabruck coşa Newrozê

Li bajarê Osnabruck ê Elmanya Navenda Civaka Kurd li salona ciwanan a şaredariyê pîrozbahiya Newrozê li dar xist.

Li bajarê Osnabruck ê Elmanya Navenda Civaka Kurd li salona ciwanan a şaredriyê pîrozbahiya Newrozê li dar xist. Di pîrozbahiyê de hat gotin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd ji her demê zêdetir bihêz û amade ye û ji bo hilbijartinan banga hestyariyê hat kirin.

Di pîrozbahiya ku nêzî 500 kes amade bûn, ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji destdane rêzgirtin pêk hat.

Di pîrozbahiyê de sînevîzyona têkildarî Newrozê û ji dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah ku hatibû amadekirin hat pêşandan.

Li ser navê Civaka Azad Tahîr Koçer li ser wate û girîngiya Newrozê axivî, diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd ji her demê zêdetir bihêz û amade ye.

Koçer her wiha bal kişand ser hilbijartinên 7’ê Hezîranê jî û got, “Divê her kes dengên xwe bi kar bîne.”

Di pîrozbahiyê de Komîsyona Hilbijartinan a Osnabruck stand vekir û agahî da kesên wê dengên xwe bikar bînin.

Di çarçoveya bernameyê de Ozan Zamanî helbest xwend, bbas Ahmed, Rojbîn Kizil, Muhammed Fewzî, Narîn Şêxê û Koma Bêkes a şano derketin dikê.