Li Parîsê çalakiya ‘Em edalet û ronahiyê dixwazin’

Li paytexta Fransa Parîsê Kurdistaniyan, ji bo qatilên Cansiz, Dogan û Şaylemez derkevin holê çalakiya “Em edalet û ronahiyê dixwazin” li dar xistin.

Kurdistanî weke her Çarşemê ji bo komkujiya Parîsê ronî bibe di nav çalakiyê de bûn. Li ser qetilkirina endama damezrîner a PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan a Kurd Leyla Şaylemez tevî ku 2 sal û 3 meh derbas bûn, hê jî di dosyaya dozê de darizandineke berbiçav çênebûye. Kurdistaniyên ji bo hêzên li pişt komkujiyê derkevin holê derketin kolanan piştî saet 14.00’an li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hatin gel hev. Di çalakiya ku Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) jî destek dan, dirûşmên, “Qatil Tirkiye, bila komkujî bê ronîkirin, em edaletê dixwazin” hatin gotin.

Kurdistanî di bin baranê ku ber bi Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê meşiyan pankarta, “Em edalet û ronahiyê dixwazin” hilgirtin û belavok belav kirin. Li ber buroyê di şexsê 3 jinên şoreşger de ji bo şehîdan deqeyek rêzgirtin pêk hat.  

Piştî rêzgirtinê nûnera Tevgera Jin a Kurd Zozan Serhat mafê axaftinê wergirt. Serhat got, “Ev 2 sal û sê meh in em dimeşin. Em edaletê dixwazin. Em ronîkirinê dixwazin. Tevayî rastî li holê ne em dibêjin bidarizînin. MÎT dibêje hêzeke di nav me de kir. Lê hê jî Fransa nadarizîne. Ji bo xerakirinê vê bedengiyê em di nav çalakiyê de ne. Em meşê bidomînin. Vê zanibin.”

Çalakî piştî axaftinê bi dirûşma, “Şehîd Namirin” bi dawî bû.