Ev 10 sale ji bo Heyva Sor alavên ku bi destê xwe çêdike difiroşe

Halîme Mizîzex, ku bi salan e li mala xwe bazinên bi benê kesk-sor-zer çêdike, di şevên çand û hunerê yên Kurd de difroşe û dide Heyva Sor a Kurdistanê dike.

Halîme Mizîzex, ku bi salane li mala xwe bazinên bi benê kesk-sor-zer çêdike, di şevên çand û hunerê yên Kurdan de difroşe û dahatan wan dide Heyva Sor a Kurdistanê Mizîzex ji bo gelê Kobanê û Şengalê bang kir û got: “Çi ji destê kê tê divê bike.”

JI BER ZILMA DEWLETÊ KOÇÎ EWROPAYÊ KIR

Halîme Mizîzex 75 salî ye û ji ber zextên dewleta Tirk di 1990’î de bi malbata xwe re, gundê xwe Mizîzex a girêdayî Mîdyadê terk kir û hat Ewropayê. Halîme Mizîzex ku ev 25 sal e li bajarê Bochum ê Elmanyayê dijî, ligel temenê xwe yê pêşdeçûyî, di hemû meş û bernameyên Kurd de cih digire. Ev 10 sal e jî li malê bazinên bi ben tên çêkirin yên kesk-sor-zer çêdike û pereyên berhev dike jî  dide Heyva Sor a Kurdistanê. Mizîzex, got: "Ev 10 sal e ez li mala xwe bazinên bi ben çêdikim. Di her şahî û bernameyan de nêzî 30-40 hebî difroşim. Hemû dahata wê didim Heyva Sor a Kurdistanê. Zêdetir jin, keç û zarok eleqeyê nîşan didin. Ez bê pere didim zarokan.”

JI BO AVAKIRINA JI NÛ VE DIVÊ HER KES BIXEBITE

Mizîzex bal kişand ser geşedanên li Kobanê û Şengalê û wiha pêde çû: “Li wir şer û dramek tê jiyîn. Ji ber vê bi hezaran welatiyên me warên xwe terk kirin. Hewcedariya wan bi alîkariyê heye. Kurdên li Ewropa dijîn ji bo Kurdên Kobanê û Şengalê çi ji destê wan bê divê bikin. Divê hemû derfetên xwe seferber bikin û alîkariyê bidin.”