Dayika Şervanê YPG’ê Konstandinos Erik Scurfield Vasiliki Scurfield di pîrozbahiya Newrozê ya Londona paytexta Îngilîstanê ku bi beşdariya zêdetirî 10 hezar kesî pêk hat de axivî û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin gelê Kurd ê ku ji bo mafên mirovahiyê têdikoşin.
Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê duh li Londonê pîrobahiya Newrozê li dar xist. Di pîrozbahiyê de zêdetirî 10 hezar kes amade bûn. Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û dayika şervanê YPG’ê Konstandinos Erik Scurfield (Kemal) ê welatiyê Îngilîzî ku di berxwedana li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da Vasiliki Scurfield, axivîn.
EM Ê BI HÊZ Û XWEGIR BIN
Dayika şervanê YPG’ê Konstandinos Erik Scurfield (Kemal) ê welatiyê Îngilîzî ku di berxwedana li Til Hemisê ya li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da Vasiliki Scurfield, axivî di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku divê em li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê xwegir û bi hêzê bin. Scurfield got: “Demên wiha dibe ku nefret û hêrs bala me belav bike. Lê divê em ji bîr nekirin ku ya ku DAIŞ’ê çavsor û wêranker dike nefret e. Dema sal nû dibe û mehên nû tê, divê em berê xwe nedin pişt xwe, berê xwe bidin pêşiya xwe. Divê em ji bo piştevaniya bi Kurdên ku heta niha jî wehşet û bêdadî li hemberî wan berdewam dike, xwegir, bi hêz bin. Li hemberî vê rêxistina wehş tişta ji destê me tê divê em bala xwe zêde nedin ser hêrsbûnê.
Ez û hûn em dizanin divê DAIŞ bê binxistin. Ti rêyeke din tine ye. Çi pêwîst be em ê bikin û em ê ser bikevin. Ji ber ku hemû Kurd li aliyê rast in, alîgirên mirovahiyê ne, alîgirên maf û dadê ne. Alîgirê mafên jinan in, mafên jinan nas dikin, ji bo ol û çanda xwe tiştên pêwîst dikin.”
KURD BÛN HÊVÎ Û WÊREKÎ
Vasiliki Scurfield da zanîn ku tevahiya cîhanê bi gefa DAIŞ’ê re rû bi rû ye û got: “Cîhan bi xeteriya vê terîqeta xilafetê ya xwediyê îdeolojiya reş û tarî re rû bi rû ye û her roj şervanên Kurd di eniyên pêş de vana kontrol dikin. Newroz çawa li dijî tarîtiyê ronahî tîne, çawa li dijî zivistanê biharê tîne, Kurd jî li hemberî tarîtiya DAIŞ’ê ronahiyê diafirîniin û nîşan dan ku ew dikarin zilmê bin bixin.
Kurê min di dilê gelê Kurd de agir vêxist. Li sê welatan mirinê destê xwe da mirinê. Her yek ji me dikare li hemberî vê yekê agir vêbixe û guhertinan biafirîne. Her yek ji we dikarin agirek vêbixin, di bin parlementerî û hukûmetê de agireke biçûk vêbixin, em bi hev re bi wan agiran rêkê ronî bikin. Her yek ji we dikare rabe û çîroka xwe vebêje. Her yek ji we dikare vê yekê bike û nehêle ku Kurd bên jibîrkirin.”
DEHAQÊ VÊ SERDEMÊ DAIŞ E
Endamê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Îbrahîm Xelîl kesên di komkujiya li Hesekê pêk hat de jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û diyar kir ku heybet û coşa Newrozê bersiva herî xurt e li dijî dijminan û wiha axivî:
“Dehaqên vê serdemê DAIŞ û dîktatorên mîna Erdogan in. Kawayên li hemberî van şer dikin HPG, YPG û YPJ ne. Çarenûsa gelên Rojhilata Navîn girêdayî têkoşîna Kurdan e.”
RAWESTANDINA VÊ WEHŞETÊ DEYNÊ LI STÛYÊ ME YE
Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim jî di pîrozbahiyê de amade bû, tevî kesên li qada pîrozbahiyê nekarî xwe li ber axaftinên dayika şervanê YPG’ê Konstandinos Erik Scurfield (Kemal) ê welatiyê Îngilîzî ku di berxwedana li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da Vasiliki Scurfield bigirin û hesir ji çavên wan bariya.
Muslim got ku ez berxwedan û têkoşîna we silav dikim û kesên di komkujiya li Hesekê de jiyana xwe ji dest da bibîr anî.
Muslim diyar kir ku wezîfeya sererastkirina dîroka ku şaş hatiye nivîsandin li ser milê me ye û got: “Em li Rojava tevî Kurd, Suryanî, Ereban em nirxên mirovahiyê diparêzin. Gelê Kurd li ser axa xwe pêşengiya nirxên mirovahiyê dike. Em bi vê têkoşîna xwe serbilind in. Ev çeteyên wehş ên ku mizgeftan, dêran hildiweşînin, nirxên mirovahiyê bin pê dikin, nirxên dîrokî tune dikin, evane dijminên mirovahiyê ne. Rawestandina van bêedeban deynê li stûyê me ye.”
Şaredara Haringeyê Kaushika Amin, Parlementerê Partiya Karker Jeremy Corbyn, Parlementerê Parlementoya Ewrape yê ji Partiya Keskan Jean Lambert, Nunerên MLKP, Nunerên Tevgera Goran, nunerên Hilbijartinê yên HDP’ê yên Brîtanyayê, gelek siyasetmedar û çalakgerên mafê mirovan tevlî şahiyê bûn û her yek ji wan axaftinek kirin.
Di bernameya çandî ya pîrozbahiyê de hunermendên Kurd Hesen Şerîf, Rojda, Grup Seyran û Koma Serxwebûn derketin ser dikê. Her wiha Koma Govenda Aştî derkete ser dikê û performansa xwe nîşan da. Di pîrozbahiyê de peyama bi dîmen a Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di ekrana mezin de hate nîşadan.
Di pîrozbahiyê de dirûşimên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Şehîd Namirin” hatin gotin. Pîrozbahiya 7 saet berdewam kir, di saetên danê êvarê de bi dawî bû.