HDP: Bêkarî zêde bû, TL nirx winda kir, welat di rîskê de ye
HDP'ê ji ber polîtîkayên şaş ên aboriyê pirsyarnameyek têkildarî Alîkarê Serokwezîrê Tirk Alî Babacan da meclîsê.
HDP'ê ji ber polîtîkayên şaş ên aboriyê pirsyarnameyek têkildarî Alîkarê Serokwezîrê Tirk Alî Babacan da meclîsê.
HDP'ê ji ber polîtîkayên şaş ên aboriyê pirsyarnameyek têkildarî Alîkarê Serokwezîrê Tirk Alî Babacan da meclîsê. Di pêşnûmeyê de tê diyarkirin ku hevrîkiya di navbera hilberînerên xwecihî de ketiye, rêjeya bêkariyê zêde bûye û daxuyaniyên Erdogan ên têkildarî Bankaya Navendî rê 4 milyar TL li stoka deynan zêde kiriye.
Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Baluken û Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan ji ber mudaxelekirina li hemberî Bankaya Navendî ya dewletê, nearamiyên siyasî yên ku rê li ber rîskên aboriyê vekir, xwestin têkildarî Berpirsê Koordînasyona Giştî ya mijarên aborî û Alîkarê Serokwezîrê Tirk Alî Babacan pirsyarname bê vekirin.
'BANDORÊ LI HÊZA HEVRÎKIYA HILBERÎNERAN KIR'
Baluken û Kaplan di beşa hincetê ya pirsyarnameyê de hate diyarkirin ku pevçûnên devkî yên faîzan ên di navbera Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan û Bankaya Navendî de, bêdengiya hukûmetê ya li hemberî vê yekê, û negirtina tedbîrên li hemberî vê yekê hiştin dolar bigihe asteke rekor.
Di pêşnûmeyê de tê diyarkirin ku dibe di rojên pêş de krîz bêne dîtin û her wiha hate destnîşan kir ku ji ber ketina nirxê TL (Lîreyê Tirkiyeyê) û rabûna nirxê Dolar, reqabeta di navbera hilberêneran de kêm bûye.
'POLÎTÎKAYÊN ŞAŞ ÊN ABORIYÊ RÎSK ANÎ'
Baluken û Kaplan bal kişandin ku nirxên TL di van 14 mehên dawiyê de daketiye û ev yek bandoreke mezin li fîrmayên pîşeyî û xizmetê kirine. Her wiha hate gotin Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan zextê li Bankaya Navendî kiriye ku faîzan kêm dabixe û hate diyarkirin ku daxuyaniyên Erdogan ên têkildarê Bankaya Navendî rê 4 milyar TL li stoka deynan zêde kiriye.
Baluken û Kaplan dan zanîn ku di nava welatên G20 de ji 5 welatên ber bi şkestinê ve diçin de Tirkiye ji ber polîtîkayên şaş ên aboriyê di rêza pêş de ye, ji ber van polîtîkayan enflasyon û bêkarî zêde bûne, nirxê TL winda bûye û welat bi rîskê re rû bi rû ye.