Newroz li Japonyayê hat pîrozkirin

Kurdên li Japonyayê Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiya ku 2 hezar kes beşdarbûn, ji bo ji nû ve avakirina Kobanê alîkariya aborî hat komkirin.

Kurdên li Japonyayê Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiya ku 2 hezar kes beşdarbûn ji bo ji nû ve avakirina Kobanê alîkariya aborî hat komkirin.

Kurdên li bajarê Saîatama yê Japonyayê di pêşengiya Komeleya Çandê ya Kurd de Newroz pîroz kirin. Di axaftinan de daxwaza azadiya Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan mora xwe li pîrozbahiyê xist.

Di pîrozbahiya ku çapemeniya Japonyayê eleqeyeke zêde nîşan da hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê hat lanetkirin. Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal jî bi rêya telefonê beşdarî pîrozbahiyê bû.

Kartal got ku gelê Kurd hêza demokrasiyê ye û wê têkoşîna xwe li her deverên cîhanê bidomînin. Kartal bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 7’ê Hezîranê û diyar kir divê hê zêdetir têkoşîn bê meşandin.

Di pîrozbahiyê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin. Peyama Ocalan rê li ber heyecaneke mezin vekir.

Li gel vê Japon jî beşdarî pîrozbahiyê bûn û bi Kurdistaniyan re govend gerandin.