Li dijî girtiyên PKK’yî yên ji Îmrali sewqî Tekîrdag kirin zext û tecrîd

Derket holê ku Girtiyên PKK’yî Cûmalî Karsû, Bayram Kaymaz û Hakki Alpan ên ji Girtîgeha Îmrali sewqî Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdag hatin kirin rastî zext û tecrîdê tên.

Derket holê ku Girtiyên PKK’yî Cûmalî Karsû, Bayram Kaymaz û Hakki Alpan ên ji Girtîgeha Îmrali sewqî Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdag hatin kirin rastî zext û tecrîdê tên. Serdar Bozkûrt ê îro bi rêya telefonê bi birayê xwe Abdûlkadîr Bozkûrt ê li Girtîgeha Tîpa F Hejmar 2 a Tekîrdag de dimîne axivî, ji ANF’ê re ragihandin ku girtiyên ji Îmraliyê anîne di bin zextê de ne, ji wan ti agahî negirtine û ji ber rewşa wan bi guman in.

Hat ragihandin ku ji 5 girtiyên PKK’yî yên ji Girtîgeha Îmrali bi guhertina mehkûman re sewqî Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê hatin kirin Cûmalî Karsû, Bayram Kaymaz û Hakki Alpan di tecrîdê de ne. Serdar Bozkûrt ê îro bi rêya telefonê bi birayê xwe Abdûlkadîr Bozkûrt ê li Girtîgeha Tîpa F Hejmar 2 a Tekîrdag de dimîne axivî, têkildarî hevdîtina bi birayê re ji ANF’ê re axivî. Bozkûrt got ku rêveberiya girtîgehê ya bi binpêkirina mafan û îşkenceya zêde tê naskirin, li hember girtiyên ji Îmraliyê hatin sewqkirin û li hember girtiyên PKK’yî yên dixwazin ji wan agahiyan bigirin zexteke zêde tê kirin û got, “Birayê min ji min re got ku li vir zexta psîkolojîk gihiştiye asta herî jor, ti agahiyan der barê rewşa sê rêhevalên xwe yên ji Îmraliyê hatine sewqkirin nagirin, ji bo ti agahiyan negirin wan dernaxin revîrê jî.”

LI HEMBER DAXUYANIYA OCALAN A DÎROKÎ SANSÛR

Bozkûrt diyar kir ku rêveberiya girtîgehê destûr nedaye girtî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya televîzyonê guhdar bikikn û wiha axivî: “Birayê min ji min re got ku rêveberiya girtîgehê wê rojê bi zanebûn weşana bi kablo qut kiriye û lewma naveroka daxuyaniya dîrokî fêr nebûne.”

Bozkûrt diyar kir ku 5 rojên dawî ne nahêlin girtiyên PKK’yî ji hucreyên xwe derkevin, di nav tecrîdê de mahkûmî tecrîdê kirine û wiha axivî: “Girtî di nav fikaran de ne. Sicîla Girtîgeha Tekîrdag a Tîpa F li holê ye. Li derve ku pêvajoya çareseriyê tê axaftin, bi awayekî fermî li girtîgehê ji girtiyên PKK’yî tolê radikin.”

Bozkûrt bang li parêzvanên mafê mirovan û parêzeran kir da ku bikevin nav tevgerê.