Li Fransayê zêdebûna ji nû ve bikaranîna kaxizan dewam dike

Bi pêşketina zanistî û tekonolojiyê û bi têgihiştina girîngiya ekolojiyê re, bikaranîna kaxizan jî kêm dibe. Di mijara ji nû ve bikaranîna kaxizan de pêşketin heye.

Bi pêşketina zanistî û tekonolojiyê û bi têgihiştina girîngiya ekolojiyê re, bikaranîna kaxizan jî kêm dibe. Di mijara ji nû ve bikaranîna kaxizan de pêşketin heye.

Li Fransayê ku bi bikaranîna salane 9,7 ton kaxizî re yek ji welatên herî zêde kaxizan bikar tîne ye, tê gotin ku eleqeya ji ji nû ve bikaranînê re zêde bûye.

Li gorî daneyên saziya bi navê Ecofolio ku destekê ji dewletê digire, rêjeya kaxiz û kartonên li Fransayê ji nû ve tên bikaranîn gihaştiye ji sêdî 52'an. Rêjeya kaxizên ji nû ve tên bikaranîn di sala 2013'an de ji sedî 49 bû, lê armanc ew e ku heta sala 2016'an bigihêje ji sedî 55'an.

Li gorî daneyên şîrketên xwedî armanca qezençkirinê nînin, rêjeya ji nû ve bikarîna kaxiz û kartonan li Fransayê, gelekî kêmî Elmanya û hin ji welatên Ewropayê ye. Li Elmanyayê bi qasî rêjeya ji sedî 75'an, kaxiz û karton ji nû ve tên bikaranîn.

Di daxuyaniya Ecofolio de hat ragihandin ku armanc ew e ku li Fransayê rêjeya kaxiz û kartonên ji nû ve werin bikaranîn heta salên 2025-2030 bigihêje ji sedî 75'an.