Li Swîsreyê seferberiya ji bo HDP’ê
Kurd û Tirkên li Swîsreyê dijîn bo hilbijartinên di 7’ê Hezîranê de pêk tên, ji bo HDP’ê seferber bûne
Kurd û Tirkên li Swîsreyê dijîn bo hilbijartinên di 7’ê Hezîranê de pêk tên, ji bo HDP’ê seferber bûne
Kurd û Tirkên li Swîsreyê dijîn bo hilbijartinên di 7’ê Hezîranê de pêk tên, ji bo HDP’ê seferber bûne. Di bin 3 herêmên navendî de li bajarên herî mezin ên Swîsreyê komîsyonên hilbijartinê yên ji 400 kesî pêk dihatin xebat meşandin û heta îro xwe gîhandin 20 hezar hilbijêrî.
Li Ewropayê di çarçoveya xebatên hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk tên, her kes ji bo HDP’ê seferber bûye.
Di bin 3 herêmên navendî yên Basel, Zurîch û Bernê de, li hemû Kantonên Swîsreyê û bajarên wê ji Yekîtiya Hêza Demokratîk komîsyona ku nêzî 400 kes têde dixebitin, bi xebatên ku meşandin, xwe gihandin 20 hezar hilbijêrî. Di xebatên hatin meşandin de bo e HDP’ê eleqe hebû û gotin wê dengên xwe bidin HDP’ê û xwestin di xebatan de cih bigirin.
BASEL
Li Baselê li tevayî Kantonê 7 komîsyonên hilbijartinê yên ji yekîtiya Hêza Demokratîk pêk tên, hene. Ev komîsyonên ku bi giştî ji 70 kesî pêk tên bajar li herêmên cuda par kirin û yek bi yek xwe gihandin hilbijêran. Endamê komîsyonê Mustafa Demîr têkildarî xebatan de got ku heta niha xwe gihandine 7 hezar hilbijêrî û got: “Em li kolan, qehwe û malan geriyan. Eleqeya hilbijêr j bo HDP’ê hebû. Ji her qadê gel HDP nîqaş dikir. Di serî de Elewiyan û ji her aliyên civakê ji bo HDP’ê piştgirî hat û HDP’ê wek hêza alternatîf a li dijî AKP’ê dibînin.”
ZURÎH
Li Zurîhê ev demeke dirêj e bi Platfoma Hilbijartinê ya 7’ê Hezîranê xebat didomin. Ligel vê 8 komîsyonên ku ji 55 kesî pêk tên tax bi tax digerin. Dîsa komeleyên Elewî yên li bajar ji bo piştgiriya HDP’ê dixebitin. Xebatkarê komîsyonê Huseyîn Mamakli der barê xebatan de agahî da û got: “Me heta niha xwe gihandiye 4 hezar û 500 hilbijêrî. Ji bilî komîsyonan kesên dildar jî dixebitin. Sûryaniyên li bajar jî piştgiriyek mezin didin.”
BERN
Li Bernê jî komîsyona hilbijartinê ya ji 24 kesî pêk tê xebatan dimeşîne. Ji endamê komîsyonê Ahmet Ocalan axivî û got: “Me xwe gihand hezar hibijêrî. Xebatên me der barê qeydên hibijêran de bû. Ji vir şûnde em ê di aliyê rêxistinbûnê de xebatan bikin. Em diçin serdanên malbatan. Her kes HDP’ê ji bo Tirkiyeyê wek şans dibîne.
LUZERN
Li Luzernê komîsyonek ji 10 kesan pêk tê hat avakirin. Endamê komîsyonê Mullah Şahîn got xwe gihandine 500 hibijêrî û got her kesê ku xwe gîhandinê diyar kirine ku wê dengên xwe bidin HDP’ê. Şahîn got ku kes bi hişmendî û daxwaza tercîha xwe li aliyê HDP’ê bikar tîne.
SOLOTHURN
Li bajar komîsyona ku ji 3 kesan pê tê xebatan dimeşîne. Tacim Sozdîlî ku di xebatan de cih digire got ku xwe gihandine 500 hilbijêrî û hilbijêr li dijî HDP’ê bi eleqene.
AARAU
Recep Kaya yê di xebatên hilbijartinê de cih digire, got ku li navenda bajar xebatan dimeşînin û tenê li bajar bi 410 hilbijêrî re hevdîtin kiriye û got: “Ji sedî 80’ê hilbijêran ji Elewiyan pêk tên. Di serî de Elewî nêzîkatiya her kesî li dijî me erênî ye. Ev 15 sale li vir xebatan dimeşînim. Welatiyên li vir dijîn eleqeyek mezin nîşanî HDP’ê didin.
CHUR
Li Chur hema hema xwe gihandin hemû hilbijêran. Bayram Yanik got ku 400 hilbijêrên xwe gihandine wan diyar kirine ku wê dengên xwe bidin HDP’ê. Yanik diyar kir di serî de Sûryanî hemû aliyan cuda wê dengên xwe bidin HDP’ê.
CENEVRE
Li Cenevreyê xebatên hilbijartinê bi 6 komîsyonên ku ji 24 kesan pêk tê didome. Salîh Saglam got ku xwe gihandine 650 hilbijêrî û got ku nêzîkatiyek erênî dîtine.
NEUCHATEL
Bi komîsyoneke ku ji 16 kesan pêk tê xebat tên meşandin. Mehmet Keklîk der barê xebatan de axivî û got xwe gîhandine 450 kesî û wan jî tercîha xwe li alî HDP’ê kirine.
FRIBOURG
6 komîsyonên ji 25 kesan pêk tên xebatan didomînin. Di çarçoveya xebatan de xwe gihandine 1200 hilbijran. Cengîz Kahran got piranî ji Erzînganiyan pêk tên hilbijêran tercîha xwe li alî HDP’ê kirine.
LOZAN
Li bajarê Lojanê komîsyonek ji 23 kesan pêk tên xebatan dimeşînin. Li bajar gelek komele wek buroyên hilbijartinê dixebitin. Hanifî Ceylan got ku xwe gîhandine nêzî 800 hilbijêrî.
WINTERTHUR
5 komîsyonên cuda yên ji 25 kesî pêk tên xebatan didomînin û hejmara kesên piştgiriyê didin HDP’ê zêde dibin. Mesut Alataş got heta niha xwe gîhandine 350 hilbijêrî.
ZUG
Komîsyoan ku ji 17 kesan pêk tê xebatan didomîne. Abdurrahîm Îlbaş got 160 hilbijêrên xwe gîhandinê, dengên xwe didin HDP’ê.
ST. GALLEN
5 komîsyonên ji 40 kesî pêk tên xebatan didomînin. Zeynî Aslan got xwe gîhandine 760 hilbijêrî. Arslan got gel sempatiyek mezin li dijî HDP’ê dihundirîne got Suryanî, Êzidî û Elewî yekser di xebatan de cih digirin.
LUGANO
Komîsyonên ji 10 kesan pêk tên xebatan didomînin. Recep Akkarmiş got heta niha xwe gîhandine 200 hilbijêrî.
DELEMONT
Komîsyona ji 3 kesî pêk tê xebatan didomînin û Mehmet Goksungur got ku ew çûne serdana 55 malbatî û bi giştî xwe gihandine 167 hilbijêrî û hilbijêran tercîha xwe di aliyê HDP’ê de
kirine.
BIEL
Komîsyona ku ji 13 kesî pêk tê xebatên xwe temamkirine. Nusret Demîr axivî û got xwe gihandine 400 hilbijêrî û got her kesî ku xwe gîhandinê diyar kirine ku wê dengên xwe bidin HDP’ê.