Di ‘Hefteya Qehremaniyê’ de bîranîn didomin
Li Antalya, Edene û Şirnexê gerîlayên PKK’ê, ARGK’ê, HPG’ê û şervanên YPG’ê hatin bîranîn.
Li Antalya, Edene û Şirnexê gerîlayên PKK’ê, ARGK’ê, HPG’ê û şervanên YPG’ê hatin bîranîn.
Li Antalya, Edene û Şirnexê gerîlayên PKK’ê, ARGK’ê, HPG’ê û şervanên YPG’ê hatin bîranîn.
ANTALYA
Li Antalyayê ji bo gerîlayê ARGK’ê Saît Batûr (Serxwebûn) ê sala 1992’yan li Zagros Kînyanîs jiyana xwe ji dest da, taziye hat danîn. Li taziyeya li avahiya HDP’ê ya Alanya hat danîn, ligel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Batûr, alên PKK û KCK’ê hatin daliqandin. Ligel rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan girseyeke qerebalix beşdarî taziyeyê bû.
Li taziyeyê piştî deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Alanya Fatma Batûr got, "Her dilopa xwîna şehîdên me li vê erdnîgariyê ji bo aştiyê herikiye. Em jî soz didin em ê xwedî li sekna bi wate ya jiyanê ya şehîdên xwe derkevin.”
Wê taziye 3 rojan bidome
ŞIRNEX
Li Cizîrê ji bo Şervanê YPG'ê Mahmut Bîrîman ê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da, mewlûd hat dayîn.
Li navçeyê Cizîra Şirnexê ji bo Şervanê YPG'ê Mahmut Bîrîman (Sosan Cizîrî) li Mala Gel a Cûdî mewlûd hat dayîn. Welatiyên di serê sibê de li ber avahiya DBP'ê kom bûn bi dirûşmên, "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Kobanê" heta ber Mala Gel a Cûdî meşiyan. Di meşê de MEYA-DER, oldarên Botanê, rêxistinên DBP, HDP, hevşaredarên Cizîrê û gelek welatî amade bûn. Girseya heta ber Mala Gel a Cûdî meş li dar xist. Di mewlûdê de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Şaxa MEYA-DER'a Cizîrê Mele Kasim Yîgît axiftinek kir. Yîgît da zanîn ku meha Adarê meha şehîdan e û wiha got: "Mahmut ji bo parastina nirxê gelê xwe ji Cizîrê çûye Serêkaniyê li wir canê xwe feda kiriye. Êdî ciwanên me bindestî û zoriyê qebûl nakin. Dagirker ji kijan parçeyê Kurdistanê bin wê ciwanên Botanê herin wir têkoşînê bilind bikin". Malbata Mahmut Biriman jî spasiyên xwe pêşkeşî girseyê kirin û destnîşan kirin ku ew bi kurê xwe ser bilindin.
Piştî axiftinan oldarên Botanê mewlûd xwendin.
EDENE
Ji bo gerîlayê ARGK’ê Nevzat Oner (Xebatkar) ê di salên 90’î de jiyana xwe ji dest da, malbatê li Taxa Kuçukkirim a navçeya Ceyhan a Edeneyê taziye danî. Bi sedan welatiyên xwestin biçin taziyeyê li ber nûnertiya HDP’ê ya li Taxa Kuçukkirim a HDP’ê kom bûn. Kesên ji 7 salî heta 70 salî yên posterê mezin ê Ocalan û wêneyên Oner hilgirtin, bi dirûşmên, “"Şehid namirin" û "Bijî Serok Apo" ber bi konê taziyeyê ve meşiyan. Di meşê de endamên MEYADER, HDP, Dayikên Aştiyê û bi sedan kes amade bûn. Girse piştî meşê derbasî konê teziyeyê bû. ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin pêk hat. Nûnerê MEYADER a Edeneyê Mûrat Tûrgay, got ku wê têkoşîna kesên ji bo gelê Kurd canê xwe feda kirine bidomînin.
Piştî axaftinê girseyê sersaxî ji malbatê re xwest.