Ciwanê bi navê A.A.Y. ê di dema çalakiyên Kobanê yên 7'ê Cotmeha 2014'an li Amedê pêk hatin û di çalakiyan de endamên Partiya Hur Davayê miribûn, di girtîgehê de bû û piştî serbest hate berdan bi hinceta kiryarê bûyerê bû hat girtin serbest berdan.
Ciwanê bi navê A.A.Y. yê di çalakiyên 7'ê Cotmeha 2014'an ên ji bo piştgiriya Kobanê hatin lidarxistin û di çalakiyan de 4 endamên Partiya Hur Dava mirin di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de bû û piştî serbest hat berdan weke kiryarê bûyerê hatgirtin li ser îtîrazê serbest hate berdan. A.A.Y., di çarçoveya lêpirsînê de der barê wî de biryara girtinê hat dayîn û di 18'ê Adarê de hatibû girtin. Tevî ku A.A.Y. wê rojê di girtîgehê de bû, 10'ê Cotmehê serbest hate berdan ji aliyê heyeta dadgehê ve bi hinceta agahiyên girtîgehê yên A.A.Y. li ser UYAP'ê nebûn biryara girtinê dabû. Parêzerê A.A.Y. Mahsum Kaya li hemberî bêhiqûqiyê îtîraz kir û dadgehê A.A.Y. îro serbest berda.