Şaredarên Kobanê û Sêrtê li Konseya Ewropayê ne
Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan û Şaredarê Kobanê Mustefa Ebdî weke axaftvanên fermî ji bo civata giştî ya KRXHE’yê ya ku li Strasbourgê tê lidarxistin hatin vexwendin.
Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan û Şaredarê Kobanê Mustefa Ebdî weke axaftvanên fermî ji bo civata giştî ya KRXHE’yê ya ku li Strasbourgê tê lidarxistin hatin vexwendin.
Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan û Şaredarê Kobanê Mustefa Ebdî weke axaftvanên fermî ji bo civata giştî ya Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî yên Ewropayê (KRXHE) ya ku li Strasbourgê tê lidarxistin hatin vexwendin.
Şaredarê Kobanê Mustefa Ebdî ku ji bo civata giştî ya KRXHE ya ku 23-26’ê adarê li Strasbourgê tê lidarxistin hat vexwendin. Ebdî lê têkildarê rojeva lezgîn a civatê ya bi sernavê 'Li dijî terorîzmê bajar' bibaxive. Her wiha ji bilî endamên KRXHE wê ji Zanîngeha Parastinê ya Stockholmê Prof. Peder Hyllengren û ji Serokê Forûma Ewlehiya Bajêr a Ewropayê (EFUS) Guilherme Pinto jî weke axaftvan tevlî civatê bibe.
BAKIRHAN TÊKILDARÎ 'LI DIJÎ KOÇBERIYÊ HELWEST' AXIVÎ
Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan di Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî yên Ewropayê (KRXHE) de axivî. Bakirhan bi navê Hevserokê Yekitiya Şaredariyên GAB’ê axivî behsa gefên çeteyêên DAIŞ’ê yên dijminê mirovahiyê ne, bûyerên hatin serê Kobanêyan û Şengaliyan, bêdengiya dewleta Tirk a li hemberî gelê Êzidî kir.
Têkildar heman mijarê wê Şaredara Landepuza Giuseppina Maria Nicolini ya Îtalî ku têkildarê rêwîtiyên dramatîk ên penaber û koçberên li ser deryayan xwedî agahî û şareza ye, Şaredara bajarê Calais ê Franse yê li peravên ku dikevin beramberê Îngilîstanê Natacha Bouchart, Nunerê Vatîkan Kardinal Francesco Montenegro û Wezîrê Karên Ewlekarî, Kar, Hevsengî û Civakî Thorsten Klute yê Eyaleta Rena Wesfalya ya Elmanyayê weke mêvanên axaftvan biaxivin.
WÊ MIJARA PIŞTEVANIYA JI BO KOBANÊ ZELAL BIBE
Tê payin ku bi taybet Şaredarê Kobanê Mustefa Ebdî di Konseya Ewropayê de li rastî eleqeyeke gelekî mezin bê. Konseya Ewropayê (KE) berxwedana Kobanê ya bi pêşengiya YPG û YPJ’ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê weke têkoşîneke leheng bi nav kiribû û dabû diyarkirin ku heq kiriye ku ji bo wan destek bê dayin.
Tê payin ku di civata KRXHE de banga desteka ji bo Kobanê bê kirin, her wiha têkildarê ji nû ve avakirina bajarê ku piraniya wê hilweşiyaye, her wiha ji bo jiyana wê ya civakî vebiguhere weke berê, banga alîkariyê bê kirin û bi vî awayî wê hevdîtin di navbera heyetan de bên kirin û tê payin ku encama van hevdîtinan û helwesta KRXHE ya ji bo Kobanê bi awayeke zelal aşkere bibe.
NAVÇEYA ÎPEKYOLUYÊ BI FERMÎ ENDAMA KRXHE’YÊ YE
Wê ji 47 welatên endamên KE’yê ku Tirkiye jî di nav de ye, nêzî 400 şaredar, rêveberêm xwecihî û herêmî yên ku hatine hilbijartin û endamên KRXHE’yê ne, tevlî civatê bibin û firsend bikeve destê wan ku pirgirêkên şaredariyên bajar û navçeyên xwe bêjin û bînin rojevê. Bi awayeke fermî 12 şaredariyên ji Tirkiyeyê endamên KRXHE’yê ne. Li ser navê HDP-DBP’ê Aygul Bîdav ku endama Koma Aşitiyê ya duyemîn ku sala 1999’ê bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate Tikriyeyê û di hilbijartinên sala par de ji bo Şaredariya Navçeya Îpekyoluyê ya Wanê hate hilbijartin bo cara yekemîn tevil bibe û axaftinek bike. Tê payin ku Bîdav ji niha û pêve weke endama fermî û daîmî ya KRXHE’yê bibe.
Tê payin ku Nunerê HDP’ê yê Ewropa Fayik Yagizay jî tevlî hevdîtinan bibe.