Rapora HRW: Li Sûriyeyê komên çekdar hiqûqa şer binpê kirin
Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Sûriye (HRW), di rapora têkildarî binpêkirina mafan li Şam û Humsê de amade kir, diyar kir ku hiqûqa şer hatiye binpêkirin.
Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Sûriye (HRW), di rapora têkildarî binpêkirina mafan li Şam û Humsê de amade kir, diyar kir ku hiqûqa şer hatiye binpêkirin.
Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Sûriye (HRW), di rapora têkildarî binpêkirina mafan li Şam û Humsê de amade kir, diyar kir ku hiqûqa şer hatiye binpêkirin.
Rapora HRW di çarçoveya bûyerên di navbera Çileya 2012-Nîsana 2014’an ên li Şam û Humsê rû dane hatiye amadekirin. HRW, ji Konseya Ewlekariyê ya NY xwest serî li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bide û kîjan alî be bila be li hember hêzên mafê mirovan bi awayekî sîstematîk binpê kirine ambargoya çekan bê pêkanîn.
Li gor rapora HRW, komên çekdar nikarin binpêkirinên mafan ên hêzên hikûmetê û milîsên bi hikûmetê re di nav tifaqê de ne ji bo şîdeta xwe wek hincet nîşan bidin.
Rapora 79 rûpelî ji agahiyên vegotinên mexdûr û şahidan, lêpirsînên li herêman, dîmenên vîdeo û weşanên di tevna civakî de pêk tê.
Di raporê de wiha hat gotin, "Komên muxalif ên çekdar li xakên di kontrola hikûmeta Sûriyeyê de, bi wesayîtên bombebarkirî, obûs û hewanan li hember sivîlan êrîşên kor kirin. Van êrîşan hiqûqa şer binpê kir di nav sivîlan de rê li ber bi sedan mirî û birîndaran vekir. Binesaziyên sivîl tine kir.”
Alîkarê Midûrê Maseya Rojhilata Navîn a HRW Nadîm Houry got, "Komên çekdar ên li Sûriyeyê, zalîmtiya hêzên hikûmetê yên ji bo sivîlan encamên wê yên hilweşîner hene teqlîd dikin.”.
HRW, bal kişand ser êrîşên El Nusra ya baskê El Qaîde ya li Sûriyeyê û çeteyên DAIŞ’a dijminê mirovatiyê, diyar kir ku Artêşa Azad a Sûriyeyê û hin komên zêde ne radîkal li deverên ku sivîl hene êrîşên bombeyî pêk tînin.
Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan bang li tevayî aliyên di nav şer de ne kir ku dawî li êrîşên bi qestî, kor û bêpîvan li hember sivîlan pêk tînin bînin. HRW her wiha di serî de li Sûriyeyê bang li mirovên bi bandor, rêveberên siyasî û olî yên li derveyê welêt kir ku ji ber van êrîşên îlegal tevayî aktorên şer dikin şermezar bikin.