Demîrtaş Federasyona Komeleyên Kafkas ziyaret kir

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û heyeta pê re Navenda Giştî ya KAF-FED'ê ziyaret kir.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û heyeta pê re Navenda Giştî ya KAF-FED'ê ziyaret kir. Demîrtaş di ziyaretê de axivî û diyar kir ku hişmendiya yekparêz cudahiyên welat weke cudakariya welat dibîne û divê pirsgirêk bi zimanê aştiyê bên çareserkirin û wiha got: "Divê derdorên cuda di siyasetê de cih bigirin û di makanîzmayên biryarê de cih bigirin."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtş û heyeta pê re Navenda Giştî ya Federasyonên Komeleyên Kafkasê (KAF-FED) ziyaret kir. Demîrtaş berî civînê têkildarî ziyaretê de axaftinek kin kir. Demîrtaş diyar kir ku hemû mirovên nasnameyên cuda, bîrdoziyên cuda û nêrînên cuda yên koçberî bûn Tirkiyeyê weke welatê hevpar dibînin û wiha got: "Divê êdî hemû welatî hurmetê bibînin. HDP perspektîfa hêza hemû pêkhateyên HDP'ê ne. Em hemû ji îşkence û zilman re derbas bûn hatin van rojan. Ligel van zehmetiyan em ji bo Tirkiyeyê bikin welatê hevpar em hatin van rojan."

'EM Ê BI ZIMANÊ AŞTIYÊ PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKIN'

Demîrtaş da zanîn ku ew dixwazin bi hev re li ser vê erdnîgariyê bi jiyanek hevpar bijîn. Demîrtaş, bilêv kir ku divê gel li hemberî hev bi zimanê aştiyê pirsgirêkên çareser bikin û wiha got: "Divê hemû derdor di parlamentoyê de siyasetê bikin û bandorê li biryar girtinê bikin. Divê hemû kes 'Em bi nasname, zimanê xwe hene û em dixwazin weke hemwelatiyekî wekhev xizmetê bigirin' cih bigirin. Mixabin di vê dewletê de ev yek tineye. Hişmendiya yekparêzî dewlemendiyên me weke hinceta cudakariyê dibîne. Sedema ziyareta me ev e."

'TI PIRSGIRÊKA NASNAMEYAN BI HEV RE TINE YE'

Demîrtaş destnîşan kir ku gelê Çerkez ê ku rastî komkujiyan hatî û koçberî welatiyên cuda bûn ji gelên têkoşîna rûmetê didin e. Demîrtaş diyar kir ku divê gelê Çerkez bi nasnameya xwe tevlî siyasetê bibe. Demîrtaş anî ziman ku Çerkez di heman demê de têkoşîna demokrasî û azadiyê didin û wiha got: "Heke li Tirkiyeyê demokratîkbûnek mayînde çêbibe divê federasyonên weke we tevkariyê bidin û wê wisa çêbibe. Em bawer dikin ku pirsgirêk wê bi destûra bingehîn a nû çareser bibin. Li Tirkiyeyê pirsgirêka ti bawerî û nasnameyan bi hev re tineye. Hemû pirsgirêkê ji ber polîtîkayên dewletê yên şaş pêk tên."

'EM SERBILIND IN'

Serokê Giştî yê KAF-FED'ê Yaşar Aslankaya jî diyar kir ku 150 sal berê ji welatê xwe hatin sirgûnkirin û li Tirkiyeyê têkoşîna jiyanê didin û wiha got: "Ji ber ziyareta we em serbilind in. Ji ber ku berî hilbijartinê we em weke hêmanekî vî welatî dijîn û têkoşîna neteweyî didin em cîdî girtin em keyfxweş in. Em gelek spasiyên xwe dikin. Em rastî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê tên. Em di asta ziman û çanda xwe winda bikin de ne."