Newroz li Moskowa bi coş hat pîrozkirin

Li paytexta Rûsya Moskowa Newroz bi coş hat pîrozkirin.

Pîrozbahiya Newrozê ya li paytexta Rûsya Moskowa bi beşdariya Kurdên dîasporayê û yên li xeribiyê bi coş hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de ji bo mevanan resepsiyonek taybet hat amadekirin. Ev resepsiyon ji bo nûnerên partiyen Rûs ên Parlamenta Rûsya, gelek rewşenbîr û zanyaren rûs hat dayîn. Kanala dewletê ya Rûs a 24 eleqeyek mezin nîşanî pîrozbahiyê da û li ser pîrozbahiya Newrozê bernameyek amade kir.

Di destpêka pîrozbahiyê de nûnerê KNK’ê Selahattîn Soro peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newrozê xwend. Parlamenter Kemal Aktaş ê ji Kurdistanê beşdarî pîrozbahiyê bû, Newroz pîroz kir. Her wiha Serokê Yekîtiya organîzasyonên Kurd ên Rûsya Merabî Şamoev, Hevserokê Kongreya Êzidiyên Rûsya û endamê KNK’ê Cemal Şamoyan û Seroka Organîzasyona Jinên Kurd ên Moskowa Tere Qadir jî axivîn. Axaftvanan Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ya gelê Kurdistan pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de peyamên partiyên Rûs hatin xwendin.

Hunermend Hemîd Diyana, Kewê, Erol Berxwedan, Rozerîn, Dato, Amar, Hacî Abasî, Ahmed û hwd. gelek hunermendên Kurd ên li Rûsya û Kurdistanê derketin dike.

Koma govendê ya bajare Tambove “Midya” bi dîlanen neteweyî gel coşand. Di pîrozbahiyê de het wiha defîleya cil û bergên herêmên cuda yên Kurdistanê pêk hat.

Pîrozbahî heta saetên dereng dewam kir.