Li navçeya Sodertelje ya 29 kîlometreyan ji paytexta Swêd Stockholm dûr e roja Çarşemê ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Xabûrê, Suryaniyan dest bi greva birçîbûnê kirin. Suryaniyan bang li tevayî gelên bindest ên li Rojhilata Navîn kirin ku bibin yek û li hember hêzên dijminên mirovatiyê li ber xwe bidin
Li navçeya ku nêzî 25 hezar Suryanî lê dijîn li Qada Storatorget a navçeyê nêzî 19 Asûrî-Suryanî ku dest bi greva birçîbûnê kirin, di roja duyemîn a grevê de çapemeniya xwecihî û neteweyî bi çalakvanan re roportaj kirin. Serokê Meclîsa Şaredariyê Boel Godner, Serokê Rêxistina Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat û Parlamenter Yilmaz Kerîmo, Rojnamevan-Nivîskar Kurdo Baksî jî di nav de siyasetmedar û rewşenbîr hatin konê çalakiyê û piştgiriya xwe nîşan dan.
Yek ji çalakvanên greva birçîbûnê Metîn Rhawî ji eleqeya gel û çapemeniyê kêfxweş e. Rhawî, got ku bûyerên li Xabûrê rû didin tenê Asûrî-Suryaniyan eleqedar nake, tevayî gelên li Rojhilata Navîn eleqedar dike. Rhawî wiha axivî: “Ji bo beden bigihêje tenduristiya xwe divê hemû gel bi hev re têbikoşîn û van çeteyan ji holê rakin. Lewma di serî xwişk û birayên me yên Kurd ên herî nêzî me divê tevayî gel alîkariyê bidin me.”
Denho Mesod ê 75 salî jî got ku ji bo di serî de Swêd û Neteweyên Yekbûyî tevayî saziyên navneteweyî li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bikevin nav tevgerê tevlî greva birçîbûnê bûye.
Ji Meclîsa Jinan a Bethnahrîn Fîlîz Yenîay jî got, “Em wek jin komkujî û hovîtiya li hember gelê xwe şermezar dikin.”
29’ê Adarê roja Yekşemê saet 13.00’an Asûrî-Suryaniyên li Qada Marenplan kom bibin, wê ber bi cihê çalakvanên greva birçîbûnê Qada Storatorget ve bimeşin. Komîteya Amadekar a Xwepêşandana di serî Kurdistanî bang li gelên Rojhilata Navîn ên li Swêd dijîn kir ku piştgiriyê bidin greva birçîbûnê û tevlî xwepêşandanê bibin.