Li Swêd resepsiyona Newrozê

Meclîsa Gel a Gävleborg, bi wesîleya Newrozê resepsiyonek pêk anî. Di axaftinan de berxwedana Kobanê hat silavkirin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadî hat xwestin.

Meclîsa Gel a Gävleborg, bi wesîleya Newrozê resepsiyonek pêk anî. Di axaftinan de berxwedana Kobanê hat silavkirin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadî hat xwestin.

Di resepsiyonê de hema tevayî partiyên siyasî yên li Swêd, sendika, nûnerên Komîteya Alîkariyê ya Kurdistan a Soderhamn û nûnerên Komeleya Karsazên Sandviken amade bûn.

Bername, bi axaftina endama Komîsyona Ciwanan Hêlîn Batte ya têkildarî wateya Newrozê û berxwedana Kobanê destpê kir.

Di resepsiyonê de ji bo Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan azadî hat xwestin, sînevîzyon hat temaşekirin.  

'DIVÊ JI BERXWEDÊRÊN RE PIŞTGIRÎ BÊ KIRIN'

Alîkarê Serokê Rêxistina Bajêr a Partiya Sosyal Demokrat Ahmet Amînî, bal kişand ser dîktatorên li Rojhilata Navîn. Amînî behsa êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê kir û banga piştgiriya ji berxwedêran re kir.

Nûnerê Komîteya Piştgiriyê ya Kurdistan a Soderhamn Benny Gustafson jî got, "Di pêvajoya Kobanê de em fikirîn çi bikin û me komîteya xwe ava kir. Ji bo piştgiriya ji Kobanê re em her tiştî dikin.

'JI BO AŞTIYÊ DIVÊ OCALAN AZAD BIBE'

Ji Koalîsyona Şaredariya Gävle Jîn Akgul Hajo jî got ku Newroz sembola îsyanan e, bal kişand ser berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê û diyar kir ji bo aştî pêk bê divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Resepsiyon, bi kilamên Nûrfer û Dîlem Aslan dewam kir, heta derengiya şevê govend hat gerandin.