Di nifûsa cîhanê de extiyarî di astek cidî de ye
Li gorî daneyên NY’ê cudahiya di navbera pêvajoya temen a welatan de balê dikişîne.
Li gorî daneyên NY’ê cudahiya di navbera pêvajoya temen a welatan de balê dikişîne.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) cudahiya di navbera pêvajoya temen a welatan de balê dikişîne.
Hat gotin ku li parzemîna Ewropayê, navîna temen 43 derbas kiriye û li welatên Afrîkayê jî di navbera 15-20’an de hatiye dîtin. Hat gotin ku extiyarbûna nifûsa cîhanê di 10 salên pêş de wê pirsgirêkên aborî û civakî bi xwe re bîne.
Li gorî daneyên ji aliyê World Population Prosptects ve hatine weşandin li cîhanê asta temen a herî bilind li Japonya 46.5’an, Elmanya jî bi 46,3’an di rêza duyem de cih girt. Welatê sêyem bi 45’an Îtalyayê girt, Yewnanîstanê bi 43.5 û Bulgarîstanê jî bi 43,4’an ket rêzê.
Ji bilî Japonyayê, welatên navîna temen lê herî bilind e welatên li parzemîna Ewropayê cih digiren. Li Ewropayê asta temen 43,7, li Afrîkayê 19,5 e. Di nava welatên ku asta temen lê herî kêm e jî Nîjerya, Uganda, Çad, Malî û Angola yên li parzemîna Afrîkayê cih digirin.
Li Nîjeryayê asta temen 15, Uganda û Çadê 15,9, li Maliyê 16.2, li Angola 16.4 derbasî qeydan bûye.
Li gorî daneyên World Population Prospects li hemû welatên cîhanê asta temen her diçe bilind dibe. Li gorî vê di sala 2000’î de li Elmanyayê asta temen a civakê 39.9 bû û di 15 salan de 6.4 zêde bûye.
Çîn bi nifûsa xwe ya 1.4 mîlyarî herî zêdeye û di salên 2000’î de asta temen 29.6 bû û ev di 2015’an de gihişt 36’an. Zêdebûna asta temen a welatên cîhanê a di navbera 2000 û 2015’an wiha ye
Li DYA’yê ji 36,8’an derket 40,5,
Li Hîndistanê ji 23’an derket 26,9,
Li Brezilyayê ji 25,3’an derket 32,
Li Japonyayê ji 41,3’an derket 46,5,
Li Fransayê ji 36,7’an derket 41,
Li Tirkiyeyê ji 24,7’an derket 30,1,
Li Îranê ji 20,9’an deret 29,5,
Li Endonezyayê ji 24,5’an derket 28,4’
NIFÛSA EXTIYAR WÊ ZÊDE BE
Nifûsa welatekî wek beşên ciwan û extiyar tê veqetandin û asta temen ji bo hevsengiya aborî û civakî gelek girîng e. Li piranî welatên ku asta temen a civakê bilind be de, rêjeya nifûsa xebatkaran a aktîf jî paşde dikeve û ev rewş pirsgirêkên di butçeyê de ya di qadên teqawîtbûn û sîgorteyên civakî de jî bi xwe re tîne. Ev rewş ji bo welatên Ewropa, Awûstralya, Bakurê Amerîka, Japonya û Başûrê Koreyê ku dema jiyana temen li ser 70-75’an ne derbas dibe. Dîsa li welatên wek Çîn, Hîndistan, Brezîlya, Tirkiye, Îran û Meksîkayê jî di salên pêş de wê pirsgirêkên bi vî rengî derketin holê. Lê di 30-40 salên dawî de nifûs li van welatan zêde dibe û nifûseke ciwanan derketiye holê û bi ketina vê nifûsê re wê di nava 30-40 salên pêş de nifûsa extiyariyê bikeve pêşiya ciwanan.