Hewldana polîsan a ji bo kuştina Denîz di rojeva meclîsê de ye

Parlamenterê HDP’ê Uçer rewşa ciwanê 17 salî yê bi navê Selîm Denîz ku roja 12’ê Adarê polîsan xwestin li Wanê wî bikujin û bi giranî birîndar kirin, anî rojeva Meclîsê.

Parlamenterê HDP’ê Uçer rewşa ciwanê 17 salî yê bi navê Selîm Denîz ku roja 12’ê Adarê polîsan xwestin li Wanê wî bikujin û bi giranî birîndar kirin, anî rojeva Meclîsê. Uçer da zanîn ku polîsan bi niyeta kuştina Denîz gule barandine û diyar kir ku Denizê birîndar heta sibê di nexweşxaneyê de hatiye rawestandin.

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer têkildarî rewşa ciwanê bi navê Selîm Denîz ê 17 salî ku li navçeya Bêgirê ya Wanê polîsekî sivîl bi niyeta kuştinê gule lê reşand û di encamê de b giranî birîndar kir, anî rojeva Meclîsê. Uçer têkildarî bûyerê pêşniyarpirsek pêşkêşî  Wezîrê Hundir Sebahattîn Ozturk û Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzinolgu kir.

'GELO WÊ POLÎS CEZAYÊ HEQ KIRIYE BIGIRE?'

Uçer da zanîn ku li gorî agahiyên şahidan dane polîs bêyi ku ti hişyariyekê bike nîşan lê girtiye û gule lê reşandiye û ev pirs ji Wezîr Ozturk pirsî:

"Polîsê berpirsê vê bûyerê kî ye? Li kîjan yekîneyê kar dike? Gelo li hemberî vî kesê navborî çi danekirinek hatiye kirin? Gelo wezîfeya vî kesî hatiye ragirtin? Lêpirsîna ji aliyê dozgeriyê ve hatiye destpêkirin, di kîjan astê de ye? Gelo ev kes hatiye binçavkirin an jî girtin? Gelo ger tiştekî wisa kiribe, bi awayekî rasterast kesekî sivîl kiriye hedef û gule lê reşandiye, çawa dikare bi awayekî serbest bigere? Gelo polîsê navborî wê cezayê ku heq kiriye bigire?

'HER ÇENDÎ BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ BÛ HETA SIBÊ HATE RAWESTANDIN'

Uçerê HDP’yî di pêşniyarpirsê de da zanîn ku ciwanê bi navê Selîm Yildiz piştî ku birîndar bû bi ambulansê rakirin Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Yuzuncuyil a Wanê,  her çendî rewşa wî cidî bû û bi mirinê re rû bi rû bû, lê heta sibê hate rawestandin û sibê ew birin emeliyetê. Uçer ev pirs ji Wezîrê Tenduristiyê jî pirsî:

"Her çendî rewşa Denîz cidî bû û diviyabû were emeliyatkirin Serokê Beşa Cerahî ya Neweşxaneyê Prof. Dr. Mehet Çetîn Kotan li şûna nexweş bibe hundirê emeliyatxaneyê û ew emeliyat bike, dest ji rehetiya xwe berneda û emeliyatê heta danê sibê taloq kir. Ev nojdarê navborî li gorî etîka bijîşkiyê tevgeriyaye, berpirsyariyên xwe pêk neanîye, ji bo tiştên nerênî yên ku wê çêbibin zemîn amade kiriye.”

Uçer ji Wezîrê Tenduristiyê pirsî ka wê têkildarî nojdarê navborî lêpirsîn were destpêkirin an na.