Newroz li Erîvanê hat pîrozkirin

Piştî li Oktonberiya û Elegezê, îro li paytexta Ermenîstanê Erîvanê jî Newroz hat pîroz kirin.

Di pîrozbahiya Newrozê ya li paytext Erîvanê di pêşengiya Şêwra Gelê Kurd û Kurdistan Komîtê bi merasîmeke çandî li Sarya Poşt li qata 15’an hat pîrozkirin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtina kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir. Di pîrozbahiyê de ku gelek mêvan jî amade bûn, Serokê Şewra Kurdên Ermenîstanê Kinyasê Hemît, bixêrhatina mêvanan kir û Newroza gelê Kurd pîroz kir. Hemît têkildarî wate û girîngiya Newrozê axivî û got, “Em li ser navê we gelê me yê Ermenîstanê, Newroza her çar parçeyên Kurdistanê pîroz dikin. Em îro Newroza gelê me yê Rojava û bi taybet jî ya gelê me yê qehreman gelê me yê Kobanê û Şengalê pîroz nekin wê kem bimîne. Ez Newroza wan jî ji dil û can pîroz dikin.”

Peyama Newrozê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de hat xwendin, dema hat xwendin bi çepik û dirûşmên “Bijî Serok Apo” hat pêşwazîkirin. Peyama pîrozkirina Newrozê ya ji aliyê Serokkomarê Ermenîstanê ve hatibû şandin jî ji aliyê Kinyasê Hemît ve hat xwendin.

Seroka Kurdistan Komîtê, Jinya Qadîr Newroza Rêberê Gelê Kurd û gelê Kurd pîroz kir. Ji Wezareta Ermenîstanê Berpirsyarê Kêmneteweyan Vartan Astatîtyan jî Newroz pîroz kir.

Piştî axaftinan xwarin hat belavkirin. Pîrozbahî bi dirûşman bi dawî bû.