Ciwanên HDK’ê konê ‘Ji Ocalan re azadî’ vedan
Meclîsa Ciwanan a Edeneyê ya HDK’ê bi daxwaza azadiya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kon vedan.

Bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a HDK’ê li taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhan a Edeneyê li cadeya Bazara Înê li ber nûneriya Taxê bi şîara ‘Ji Rêbertiyê re Azadî û avakirina jiyana nû’ kon hat vedan. Li cihê ku kon hat vedan posterê mezin yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin û, posterên Kader Ortakaya, Suphî Agirnasli yê MLKP’î, Arîn Mîrxan ya YPJ’î û alên PKK û KCK’ê hatin daliqandin. Her wiha pankartên ‘bi ciwanên rêxistinkirî, berbi pêşeroja azad’, ‘Esrar dikuje, dewlet mêtînger dike’, ‘Ji fuhuş, tiryak, sîxurî û asîmîlekirinê re na’ hatin daliqandin. Rêveberên HDP’ê, HDK, MEYADER, TUHADFET û bi sedan welatî tevlî bûn. Bername ji bo şehîdên demokrasiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Endamê Meclîsa Ciwanan a Edenê ya HDK’ê Yaser Ornek axaftinek kurt kir û got ew ciwan heta azadiya Ocalan pêk bê wê li qadan bin. Ornek got wê bendan hilweşînin û azadiya Rêberê xwe pêk bînin.
Piştî axaftinê kon bi dirûşmên, "Bijî Serok Apo" hat vekirin. Hunermendên NÇM’ê stranên xwe striyan û gel govend gerand.