RJAK’ê Gulîstan Tara û Hêro Behadîn bi bîr anî

RJAK’ê şehîdên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn cihê lê şehîd bûyîn bi bîr anî.

Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK) di çarçoveya pêngava 16 rojan ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de, ji bo bîranîna şehîdên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn serdana cihê lê şehîd bûyîn kirin. RJAK’ê bang li jinan kirin ku rêxistina xwe xurt bikin û bi hev re li dijî hemû cûrên tundiyê têbikoşin.

Li cihê rojnamevanên jin yên Çapemeniya Azad, Gulistan Tara û Hêro Behadîn lê şehîd bûyî, ji aliyê RJAK’ê ve daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Endama RJAK’ê Rûnak Mecîd ve hate xwendin de ev tişt hatin gotin; “Em wek RJAK’ê bi navê Koma 25’ê Mijdarê, çalakiyên xwe yên di çarçoveya pêngava 16 rojan ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de bênavber didomînin. Di vê çarçoveyê de me serdana cihê her du hevalên me yên rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn lê şehîd bûne, kir û em wan bi rêzdarî bibîr tînin.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li hemû cîhanê ji ber hişmendiya baviksalar û oterîter ya mêr jin rastî komkujî û tundiyê tên. Di şer û geşedanên li Rojhilata Navîn de herî zêde jin û zarok rastî tundiyê tên û têne qetilkirin. Lewra divê jin hemû bi hev re û bi yek dengî li dijî vê zîhniyeta baviksalar ku weke mal û milk li jinê dinêre, têbikoşin. Em bang li hemû jinên azadîxwaz dikin ku têkoşîna 25’ê Mijdarê bilind bikin.”