Erdogan û Reîsî şerê Kurdan dikin

Salane di navbera Îran û Tirkiyeyê de li ser danûstandina ewlehiyê, hemahengiya îstixbaratê, danûstandina zanyariyan û çalakiyên hevbeş, li ser pîşesaziya şer û li ser perwerde û bazirganiyê civîn çêdibin.

Di van civînan de her du welat li ser asta pêşvebirina têkiliyan û li ser wan mijarên ku berê li ser wan li hev kirine, gotûbêjan dikin û li ser pêşxistina zêdetir a têkiliyan biryaran didin û di vê çarçoveyê de bi têgihîştina hevpar û bi liberçavgirtina hestyariyên hev digihîjin encamekê.

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî roja çarşemiyê çû Tirkiyeyê û beşdarî Foruma Hevkariya Îran-Tirkiyeyê ya Salane bû û li Koşka Çankayayê bi Erdogan re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinên çend saetan di navbera her du welatan de 8 peyman hatin îmzekirin. Li gorî medyayê, beşa sereke ya gotûbêjan têkoşîna li dijî “teror” û gelê Kurd û komên terorîst bû.

Reîsî di axaftina xwe de zêdetir behsa bilindkirina asta peywendiyên bazirganî bo 30 milyar dolaran kir, lê Erdogan tekezî li ser jinavbirina “terorê” kir. Du nêrînên cuda li ser çend mijaran,nlê di pirsgirêka Kurd de yekbûnek. Ji şerê Xezzeyê bigire heta şerê Ukrayna û Rûsyayê, derbeyên leşkerî û siyasî li welatên Afrîkayê û destpêkirina şerê navxweyî, rûbirûbûna bi Hûsiyan re û êrişên li ser keştiyên bazirganiyê li Deryaya Sor û êrişên Îranê yên li ser Iraq, Sûriye û Pakistanê û êrişên Îranê yên li ser hêzên Amerîkî li herêmê, bi taybetî li Iraq û Sûriyeyê, serdana Reîsî ya Tirkiyeyê jî di nava van geşedanan de pêk hat.

Di esasa xwe de hêviya dewleta Tirk ên ji hevdîtinê ew bû ku Îranê teşwîq bike ku bikeve nava nakokiyên herêmî û navneteweyî. Dewleta Tirk a dagirker bi gurkirina şer hewl dide agirê şer gurtir bike û şer li zêdetir hêz û welatên herêmê û cîhanê belav bike. Erdogan, Devlet Bahçelî û HUDAPAR çavkaniyên sereke yên şerê li dijî gelên li Tirkiye û herêmê ne û hemû hewldanên wan vê rastiyê nîşan didin. Hewldaneke din a Erdogan û hikûmeta wî jî ew e ku çend hêz û welatên herêmê destên xwe di Rojhilata Navîn bidin û agir çi qas gurtir û berfirehtir bibe, dewleta Tirk ew qasî dikare li dijî gelê Kurd û tevgera azadiya Kurdistanê manevra û şer pêş bixe.

GERÎLA WISA KIR KU ERDOGAN REÎSÎ BIBÎNE

Armanca dewleta Tirk a dagirker kuştina demê, derengxistin û paşê jî lêdan û tunekirin e. Dewleta Tirk ev sê qonax wek stratejiya şer pejirandine. Niha jî bi vê komployê dixwaze li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê şer bike. Lê belê berxwedana bêhempa ya gerîlayên azadiyê dewleta Tirk a dagirker, artêş, cendirme, çete û caşên wê xistine tengasiyê. Dijmin wisa digot ku gerîla di zivistana sar de nikare hereket bike, lê ne wisa ye; gerîla niha çalakiyên xwe zêde dike û derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker dide.

Çalakiyên gerîlayan ên di eniyên şer û berxwedanê de Erdogan û hikûmeta wî xistine bin zext û fişarê, lewma dewleta Tirk ji hêlekê ve berê xwe dide Îranê û ji hêla din ve rastarest li gel îstixbarata Sûriyeyê hevdîtinê dike û bi çeteyan dixwaze navçeyên di bin QSD’yê de tevliheviyê derxe. Dewleta Tirk a dagirker her tiştê xwe xistiye mezadê ji bo bidestxistina piştgiriya siyasî, leşkerî û aborî da ku gelê Kurd ji nav bibe.

Di vê serdana Îbrahîm Reîsî de, di daxuyaniya çapemeniyê ya her du welatan de bi zelalî diyar bû ku hîna nakokiyên wan ên li ser şerê Sûriyeyê berdewam in. Ji ber ku dewleta Tirk bi eşkere piştgiriya komên çeteyan ên ser bi DAÎŞ’ê û Artêşa Azad dike û gava ku Îsraîl êrişî baregehên mîlîsên Îranê dike, hevkariya Îsraîlê dike. Ji hêla din ve Artêşa Azad û çeteyên DAÎŞ’ê êrişî herêmên bin desthilatdariya rejîma Sûriyeyê dikin. Her çend Erdogan wekî berê behsa dûrxistina Beşar Esed nake, lê belê di rastiyê de kêfa wî bi mayîna Esed jî nayê. Eger Esed bimîne jî, tenê wê demê çêdibe eger li dijî Kurdan şer bike. Her kes dizane ku dûrxistina Esed û di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de hilbijartineke giştî li Sûriyeyê beşeke serekî ya projeya Amerîk, Îsraîl, Ewropa û gelên Sûriyeyê ye. Xaleke din jî ew e ku rê li ber rejîma Îranê bê girtin ku Îran negihîje Deryaya Spî û Kevaneya Şîîyan a Îranê bê sînordarkirin.

Erdogan ji hêlekê ve agirê şer gur dike û ji hêla din ve jî rola navbeynkariyê dibîne, xwe aqilmend û bihêz dibîne ku dikare roleke wiha bigire ser xwe. Şerê Tirkiye û Îranê li ser serdestiya hêzê ye li Rojhilata Navîn. Rejîma Îranê naxwaze kesî li ser serê xwe bibîne, nexasim Erdoganê mezinê çeteyên DAÎŞ û Îxwanê qet naxwaze.

Wekî ku di teqîna Kirmanê de hate dîtin, Erdogan û dewleta Tirk piştevanên serekî yên DAÎŞ’ê ne û bi tu awayî dest ji wan komên çete bernadin û bi teqîna Kirmanê peyama xwe dan rejîma Îranê.

ERDOGANÊ ŞOVENÎST ŞERÊ LI DIJÎ PJAK Û YPG’Ê DIXE BER SEROKKOMARÊ ÎRANÊ

Erdoganê şovenîst şerê li dijî PJAK û YPG’ê dixe ber Serokkomarê Îranê.  Erdogan bi vê pêşniyarê dixwaze ji Reîsî re bibêje ku ew nahêle ku Îran di Rojhilata Navîn de lîstikvana serekî be û nahêle ku rejîma Îranê siyê bixe ser têkiliyên navbera Îsraîl û dewleta Tirk û DAÎŞ’ê.

Erdogan baş dizane ku di navbera PJAK û rejîma Îranê de agirbesteke demkî heye. Ev agirbest piştî destana lehengane ya li Qendîlê ya Yekîneyên Parastina Rojhilat ji sala 2011’an ve heye. Erdogan dixwaze bi dek û dolaban wisa bike ku rejîma Îranê li dijî tevgera azadiyê ya gelê Kurdistanê PKK’ê şer bike. Bê guman eger rejîma Îranê bikeve xefika dewleta Tirk, wê demê bi destê xwe dikeve nava agir. Di îhtimala şerekî wiha de gelê Kurd jî bi neçarî berê xwe dide berxwedanê. Ev berxwedana gelê Kurd û serhildanên navxweyî yên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê, ew riq û kîna ku li dijî desthilatdariya Îranê çêbûye, dê bi çirûskekê bi rejîma Îranê de biteqe.

ŞERÊ LI DIJÎ PJAK’Ê NE DI BERJEWENDIYA ÎRANÊ DE YE

PJAK û gerîlayên rojhilatê Kurdistanê wekî wan partî û aliyên din ên Kurd nîn e ku rejîma Îranê bixwaze wisa bi rehetî li dijî wê şer bike. Gerîlayên PJAK’ê û Yekîneyên Parastina Rojhilat hêzeke gerîlayî ne û wisa bi rehetî stû xwar nakin û dikarin di eniyên berxwedanê de destanên nû tomar bikin.

Êdî gerîla tenê ne di eniyekê de, her wiha bi gelên azadîxwaz re dikare li sedan cihan û di yek demê de çalakiyan rêxistin bike. Di rewşeke wiha de hem rejîm û hem gelê Kurd û gelên Îranê dibin zerermendên yekem û dewletên zilhêz dikarin bi awayekî serkeftî projeyên xwe bi ser Îranê de ferz bikin.

RÊBER APO GERÎLAYÊ RASTEQN E

Ê ku niha ev hevsengî ragirtiye û nahêle ku hêzên modernîteya kapîtalîst bi rehetî li ser kuştina gelên bêguneh li hev bikin, hebûna gerîla ye. Îro gerîlayên azadiya Kurdistanê ne tenê ji bo gelê Kurd, her wiha ji bo hemû gelên bindest û mirovahiyê bûne tekane hêz ku dikare planên modernîteya kapîtalîst ên li dijî gelê Kurd û gelên din ên cîhanê pûç bike. Gerîlayê herî rast û dirust jî niha Rêber Apo bi xwe ye. Ji ber ku gerîla kesayetiyeke berxwedêr e. Eger îro li ser asta cîhanê akademîsyen û kesayetiyên azadîxwaz hêviyên xwe di kesayetiya Rêber Apo de dibînin, divê em bizanin ku Rêber Apo tekane hêz û tekane kes e ku dikare aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn berqerar bike. Lewma gerîlayê rasteqîne Rêber Apo ye. Gerîla ew kes e ku heta dawiya nefesa xwe bi amancên xwe ve girêdayî ye û Rêber Apo jî dibêje, “Min xiyanet li armanc û xeyalên xwe yên zarokatiyê nekiriye û nakim. Ez ê heta nefesa xwe ya dawî azadî û serbestiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê  biparêzim.”

Heye ku hin kes bibêjin eger wisa be, êdî metirsî tune ye û rewş di berjewendiya gelê Kurd de ye. Nexêr, tiştekî wiha tune ye! Mezintirîn metirsiya li ser gelê Kurd hebûna xeta xiyanetê û tunebûna stratejiyeke hevbeş a gelê Kurd e. Dijmin wiha bi rehetî teslîm nabin û destvala rûnanin. Em rojane dibînin ku dewletên dagirker ên li ser Kurdistanê bi taybetî Tirkiye û Îran xwe ji kuştina Kurdan texsîr nakin. Êdî ew kolberekî li ser sînor be yan çalakvanekî mafên jinan û jîngehê be yan dilsozekî partiyeke Kurdan be. Li Tirkiyeyê Kurdek bi rehetî ji ber kurdbûna xwe û ji ber guhdarkirina muzîka Kurdî û çalakiyên sivîl dikare bê destgîrkirin û êşkencekirin û bi rêya postayê termên ciwanên Kurd radestî malbatên wan bê kirin.

Em ê bibînin bê ka Erdogan û Reîsî dê çawa vî şerê navbera xwe bi rê ve bibin û ew ê bi ser bikevin yan na.