618 milyar dînar sozeke xapînok e

Barzanî û binemala Barzaniyan wisa li statûya Herêma Kurdistanê kir ku dawiya dawî ji bo mûçeyê Nêçîrvan Barzanî bi xwe biçe ber pêyên Hikûmeta Iraqê û parsa budçeyê bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî van dawiyan serdana Bexdayê kir û bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re hevdîtin kirin. Nêçîrvan Barzanî daxwaza pere ji bo mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê kir û Mihemed Şiya’Sûdanî soza 618 mliyar dînar da. Ev yek di çapemeniya Herêma Kurdistanê da wisa hate belavkirin ku qaşo biryar li ser wî pere hatiye dayîn, propagandaya wê yekê hate kirin ku ev pere îro yan sibe wê bigihîje Herêma Kurdistanê û li karmendan wê bê dabeşkirin. Lê derket ku ev yek tenê propagandayeke rût a partîgiriyê ye.

Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî zilamê dewletê ye. Zilamê dewletê bi saziyên fermî yên dewletan re miameleyê dike. Bi soz û peymanên veşartî xwe naxe tengasiyê û mêjiyê hikûmeta navendî û dewletê jî vê yekê ji Serokwezîr re qebûl nake.

Li gorî biryarên Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ku sê meh berî niha dane, her sê desthilatdariyên Herêma Kurdistanê desthilatdariya cîbicîkar, desthilatdariya qanûndanînê û desthilatdariya dadweriyê wexta wan a qanûnî temam bûye û ji hêla fermî ve neqanûnî ne û Herêma Kurdistanê di valahiya qanûnî de ye. Serokwezîr û Serokê Herêma Kurdistanê wexta wan a qanûnî derbas bûye, lewma rewabûna wan a qanûnî tune ye. Ji ber van sedeman eger hikûmeta Sûdanî pere ji Herêma Kurdistanê re bişîne, parlamenter û Wezareta Darayî ya Hikûmeta Iraqê dikarin Sûdanî bidin Dadgeha Bilind a Federal.

Ji hêla din ve eger Serokwezîr Mihemed Şiyan Sûdanî pabendî biryarên Dadgeha Bilind a Federal ên li ser Herêma Kurdistanê nebe, wê demê Dadgeha Federal dikare vê carê li hember Sûdanî biryareke cuda bide yan jî parlementerek dikare Sûdanî bişîne ber dadgehê. Ev sedem wisa dikin ku Sûdanî nekare bi asanî wî barê giran bigire stûyê xwe û li gorî daxuyaniyên Sûdanî û hin parlementerên partiyên din û Cîgirê Wezareta Darayî, Sûdanî tenê gotiye mirov dikare hinek pere bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wekî ku Nêçîrvan Barzanî li ber kamerayan behs kir, mîqdara wî pereyî jî 618 mîlyar dînarê Îraqê ye. Lê belê ji ber ku saziyeke qanûnî li Herêma Kurdistanê nemaye da ku Sûdanî û Banka Navendî ya Iraqê û Wezareta Darayî pê re miameleyê bike û wî pereyî ji wan re bişîne, berpirsên payebilind ên Hikûmeta Iraqê fêleke şer’î kirine û dibêjin  bila lijneyek bê pêkanîn da ku li ser çawaniya xerckirina wî pereyî raportekê amade bike û bide Wezareta Darayî ya Iraqê.

Mimkin e ev yek xefikek be. Ji ber ku di îhtimala qebûlkirina pêkanîna lijneyê de, desthilatdarên Herêma Kurdistanê bi destên xwe statûya Herêma Kurdistanê û rewabûna Destûra Bingehîn a Herêma Kurdistanê dixin bin pirsan. Wisa xuya ye Serokwezîrê Hikûmeta Iraqê sozeke xapînok daye Nêçîrvan Barzanî, ev pere wek xefikekê li ber desthilatdarên Herêma Kurdistanê hatiye danîn.

Mijara mûçeyê bi giştî li gorî budçeya salane tê diyarkirin, lê belê ji ber ku Hikûmeta Iraqê nikare di wextê da budçeya salane û qanûna budçeyê derxe, pirsgirêka budçe û mûçeya karmendên Herêma Kurdistanê di navbera lijneyên PDK û desthilatdarên Herêma Kurdistanê de maye. Ya rast, li gorî gotûbêjên di navbera aliyên Kurd û aliyên din ên Iraqî di sala 2005’an de, budçeya salane ya welat çend be, para Herêma Kurdistanê ji wê budçeyê %17 e. Ev rêje wek madeyeke taybet û neguherbar nehatiye diyarkirin û bi derbasbûnê demê re û bi guherîna rewşa Iraq û Rojhilata Navîn re û bi daketina nirxê neftê re ev rêje kêm bû. Ev yek jî bûye sedema wê yekê ku li gel guherîna her hikûmeteke navendî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo wergirtina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û para xwe ya ji budçeya salane, peymanên nû îmze bike.  Her hikûmeteke navendî li gorî hestyariya rewşa Iraqê li gel Herêma Kurdistanê li hev dike û budçe û mûçeyan dişîne. Ev awa miamelekirin heta çend serdemên parlementoyê berdewam bû, lê belê ji 2014’an ve ev rewş bi dawî bûye. Referandûma têkçûyî ya binemala Barzaniyan ya bi handana Dewleta Tirk a dagirker û hin hêzên neyar, derbeyeke mezin li statûya Herêma Kurdistanê xist. Herêma Kurdistanê ji hêla siyasî, aborî, xizmetguzarî, qanûnî û parastinê ve pir ber bi paş çû û tevliheviyek di birêvebirina Herêma Kurdistanê de derket.

PDK’ê niha atmosfereke wisa li başûrê Kurdistanê çêkiriye ku qaşo hin aliyên Kurd li dijî statûya Herêma Kurdistanê û avabûna dewleteke Kurdî ne û tenê ew xema avabûna dewleta Kurdî û statûya Herêma Kurdistanê dixwin, lê belê bi vî mentiqê dagirkeran ji nîvî zêdetir axa başûrê Kurdistanê ji destê Kurdan hate derxistin. Eqliyeta Barzanî û binemala wî ya kurtbîn û referandûma wan a têkçûyî statûya Herêma Kurdistanê paşve bir. Barzanî û binemala Barzaniyan wisa li statûya Herêma Kurdistanê kir ku dawiya dawî ji bo mûçeyê Nêçîrvan Barzanî bi xwe biçe ber pêyên Hikûmeta Iraqê û parsa budçeyê bike.

Siyaseta Barzanî û binemala wî û hikûmeta wî ya polîsî ji vê baştir nikarin. Wekî ku xelkê Silêmaniyê dibêje, “Başiyê neke, bila xera nebe.” Hewla Nêçîrvan Barzanî ya ji bo mûçe û budçeyê hewleke xapînok e.