Mîna hemû netewe dewletan, netewe dewleta Tirk jî derewîn e. Ne tenê derewîn e, di heman demê de li ser derewan ava bûye. Bi derewan dijî. Derewa herî mezin a dewletên netewe ew e ku çandeke bêçandî dijî, paşverûtiyê jî weke pêşketinê nîşan dide. Dema ku qirkirinê dike, mejiyê mirovan berevajî dike, nasmayeke derewîn diafirîne û vê yekê li ser bingeha berjewendiyên xwe dike. Dijberiya li rastiyê weke rastiyekê li ser gel ferz dike.
Lewma dewleta Tirk li ser vê bingehê ava bûye û darbeyeke ku kevneşopiya civakên Rojhilata Navîn tarî kiriye, çanda wan talan kiriye. Tirkiye ne tenê devereke ku deh salan carekê darbe lê dibe, ew bi xwe bi temamî weke darbeyekê, her hikumet jî weke hikumeta darbeyê ye, her gotineke xwe derew e, hilweşîner e, qirker e, rejîmeke darbeyê ye.
Dewlet û neteweya Tirk ji feraseta xwe ya olê heta bi felsefe û hunerê, ji mîtolojiyê heta bi zanistiyê rastiya xwe bi temamî li ser derewan ava kiriye. Li mejiyê civakî yê kevneşop û dîroka wê bêdîrokî û bêçandî ferz kiriye. Çanda kevneşop a Rojhilata Navîn para xwe ji vê reşkirin û berevajîkirinê wergirtiye. Hatiye xwestin ku çand hemû di bin zext û êşkenceyê de bibin Tirk û cewhera wan ti carî nehatiye qebûlkirin.
Hewl hatiye dayin ku çanda Tirk ne li ser bingehên rast, ne bi wateya hiqûqî ya çand û dîrokê, ne weke ronesansekê, lê belê bi derew, talan, hêrsa qezencê ya herî zêde, înkarkirina demokrasiyê û qetilkirina çandên civakî bê avakirin. Ji ber ku feraseta neteweyî ya hatiye afirandin bi mejiyê netewe dewletê yê tekperest ê dûrî ji demokrasiyê li ser derewan hatiye afirandin, li ser bingeha dijminatiya li rastiyê dijî.
Her netewe dewlet ji aliyê cewherî ve darbe ye û şoreşeke dijber e. Mîna deryayeke ku rastiyên civakî dadiqurtîne, aşekî qirkirinê ye ku nirxan dihêre. Êrîşek li dijî yekîtiya gelan, neteweyên şoreşger e. Ev artêşa derewînan, ev dijminê rastiyê ku xiyanetê li nirxên gel dike, ev şer veguherandiye şerekî navxweyî û bi navê Tirkiyeyê Anatolî û Mezopotamya veguherandiye gola xwînê, ti eleqeya xwe bi Tirkbûnê re nîne, bi rewşa xwe ya spî-reş û kesk feraseteke komkujî, komploger û faşîst e ku dewam dike.
Ev dîwarê ku dûrî dîroka nêz a Anatolî û Mezopotamyayê li ser înkar û îmhayê hatiye avakirin, li ber hilweşînê ye. Ev dîwarê ku li pêşiya mejî hatiye lêkirin, rastiyan tarî dike û nirxên madî û manewî hemûyan binax dike, hildiweşe.
Mîna avahiyên ku bi kêm malzemeyê hatiye çêkirin di erdhejê de hildiweşin, ev înşaata sexte ya bi malzemeyê dewletperestî û neteweperestiyê hatiye çêkirin hildiweşe. Ev avahiya qaçax a ku weke şîrketeke rojava, Îngilistanê ava bû, hewl dide li ser piyan bimîne.
Lê belê li pêşberî rastiya gelan êdî her tiştên xwe bêkêr e, çinara ku we pîroz didît, bi hewldaneke biçûk wê hilweşe.
Bi taybetî yên ku ji dewleta Tirk çareseriyê hêvî dikin, wê gelekî li ber xwe bikevin. Pirsgirêk bi xwe çawa dikare çareseriyê biafirîne? Ma ji mîkroba nexweşiyê, derman dibe? Rizgariya ji pirsgirêk û nexweşiyê wê bibe çareseriyeke rasteqîn û başbûnê. Tirkiye wê ji vê ferasetê rizgar bibe, gel wê azad bibe.
Heta ku Rojhilata Navîn a demokratîk bi ruhê piştevanî û azadiyê neyê afirandin, heta ku dil û mejî bi mejiyekî demokratîk ê hevpar neyê avakirin, Tirkiye naguhere. Heta ku polîtîka û mejiyê olperest û neteweperestiyê neyê terikandin Tirkiyeyeke nû ava nabe. Naxwe wê her tim di xew de be, her tim bi derewan bê razandin. Hingî em ê bibin civakeke razayî.
Hişyarbûna li civakeke demokratîk û azad bi hişyariya li hemberî derewên derewînan dibe.