Gerîla peyveka îspanyolî ye û bi Farisî “çirîk” jê re tê gotin. Gerîla hêzeke wisa ye ku mîna pergala netewe-dewletan şerê senger bi sengerê hilnebijartiye û di yek sengerê de şer nake. Dem û cihê şerên gerîla ne diyar e. Gerîla hêzeke wisa ye ku ji nişka ve bi ser hêzên dijmin de digire û derbeyên giran li wan dide û bê ku şopê li dû xwe bihêle, ji herêma şer vedikişe. Bi giştî gerîla bi yekîneyên biçûk û profesyonel bi awayekî pilingasa û fedaiyane bi ser hêza dijmin de digire. Bi rêya sabotajan bê navber çalakiyan dike û hewl dide bi kêmtirîn ziyan qada şer terk bike.
Di bingeha xwe de gerîla hêza tolhildanê ye, ne xwedî cih û warekî diyar e. Her der war û malê gerîla ye. Dikare manor (manevra) bike û xwe bi şert û mercan re diguncîne û pişta xwe bi hêza xwe ya cewherî girê dide, pişta xwe bi tu hêz û kom û dewletekê girê nade. Gerîla hêza gel e û çavkaniyên gerîla ji hêla gel bi xwe ve tên dabînkirin. Gerîla li hember wan êrîşên ku li hember gelê xwe tên kirin, berpirsyar e û hesab dide gelê xwe û hesab nade tu hêz û aliyekî ji gelê xwe û pê ve.
Di heqîqeta xwe de gerîla hêza fedaî ya gel e. Hêzek e ku gel jê re pişt û star e, gel xwedî dike. Çavkaniyên gerîla yên madî û manewî gel e. Lewra gel bi her awayî xwedî lê derdikeve. Hêzeke wisa ye ku ji nav dilê gel ser hildaye û fedakar e. Tekane armanca xwe rizgariya gelê xwe ye ku di bin zilm û sitem û dagirkerî û qirkirinê de ye. Hêzeke wisa ye ku ji bilî gel û welatê xwe, ji bilî nirxên xwe yên pîroz û ji bilî armancên şehîdan ji bo tu tiştî û tu kesî şer nake.
Li Kurdistanê û di germegerma her du şerên cîhanê de peyva pêşmerge tê nav lîteratura siyasî ya Kurdan. Pêşmerge tê wê watayê ku mirina xwe daniye berî mirina gelê xwe. Lê belê gerîla behsa mirinê nake, behsa jiyanê dike. Bi derketina PKK’ê re care yekem peyva gerîla tê nav lîteratura siyasî ya Kurdan. Gerîla hewl dide ji mirinê jiyanê biafirîne. Di bingeha xwe de hêzeke wisa ye ku li dijî mirin, koletî û bindestiyê serî hildaye. Ev yek bi xwe jî felsefeya jiyan, mirin, têkoşîn û berxwedanê li Kurdistanê berevajî dike. Ewên ku heta duh li ber merg û mirinê bûn, bi hebûna gerîla giyanekî nû dikeve ber wan. Gerîla têgeha mirinê bi jiyanê diguherîne û jê zêdetir û wêdetir jiyana azad wek bingeh digire.
Damezrînerê tevgera gerîlayî li Kurdistanê bi giştî Rêber Apo ye, Abdullah Ocalan e û “Ocalan” bi xwe jî tê wateya “tolhilder”. Tolhilder têgeheke gerîlatiyê ye, têgeheke wisa ye ku li gorî rastiya dîrokî û cografî ya Kurd û Kurdistanê ye.
Hurî, Urartûyî, Eyûbî, Sebahî, Xewaricî, Qirmetî, Manewî û Mezdek hemû di wexta xwe de xwedî hêza gerîlayî bûne. Lê belê ew hêz di pêkanîna saziya rêbertiyê de kêm mane. Li hember êrîşên navxweyî û derveyî nekarîne li gorî lazim û bi planên demdirêj sîstema xwe ya rêvebirin û parastinê ava bikin.
Di dîroka gelê me de gelek tevgeran serî hildaye, lê belê neyarên derdorê xwestine wan hêzan bi awayek ji awayan terorîze bikin û hêzeke zêdetir li hember wan kom bikin. Xwedî hêzeke şerker û fedayî û qehreman û wêrek bûne, lê belê vê yekê tenê têr nekiriye ku li Kurdistanê gel li hember êrîşên dijminan biparêzin. Ew kesên ku di dîroka gelê Kurd û Kurdistanê de canê xwe feda kirine, hemû zarokên vê axê bûne. Ev ax bi xwîna milyonan mirovên têkoşer û berxwedêr hatiye avdan, hatiye parastin û îro em li ser dijîn.
Gava ku Rêber Apo dibêje “Şehîd xwediyê rasteqîn ê vî welatî ne”, mirov hest bi mezinbûneke zêde dike. Me bi dirêjahiya dîrokê ji bo parastina vê axê û vî gelî şehîd dane. Dema ku Rêber Apo bi gerîlayan re diaxive, ji wan re dibêje “Hûn gelek fedakar in, qehreman in, wêrek in û şerker in. Hûn hêzeke wisa ne ku di şer de çavkorane diçine ser dijmin. Ev yek cesareteke mezin û têkneçûyî ye.”
Her serdemek mirovê xwe yê taybet diafirîne. Di serdema têkoşîn û tevgera sosyalîst de, wek efsaneyeke nebihîstî li gerîla dihate temaşekirin. Lê belê gerîlatiya ku Rêber Apo li Kurdistanê ava kiriye, gelek cudatir e ji wan modelên ku li welatên Emerîkaya Latîn, Spanya, Angola, Çîn û Vîetnamê hene.
Rêber Apo gerîlatiyê ji dayika xwe fêr dibe. Jina xwedawend, Dayika Uweyş bi nêzîkbûna li Rêber Apo bi awayekî berxwedan û tolhildan û çalakiyê fêrî Rêber Apo dike. Divê tu wisa tev bigerî ku dijminê te derfeta fikirînê nebîne, sîstema wî ya fikrî û hişî xera bikî û serê wî wisa tevlihev bikî ku xwe bi rehetî kom neke. Rêber Apo vê cure gerîlatiyê li hember Miho û Cimo dike, ew du birayên ku li Rêber Apo dixin. Dayika Uweyş gelek hêrs dibe û dibêje heta ku tu tola xwe hilnedî, neyê malê. Ev helwesta Dayika Uweyşê wisa dike ku Rêber Apo yekemîn çalakiya xwe ya gerîlayî bike. Rêber Apo çalakiya xwe ya gerîlayî ya duyem bi nêzîkbûna xwe ya li Hesen Bîndal dike. Malbata Hesen Bîndal ser bi eşîreteke din e û dijminên hev ên xwînî ne. Rêber Apo di rewşeke wiha de bi Hesen Bîndal re dibe heval û hevrêyên canbicanî. Ev yek ji hêla Dayika Uweyşê ve nayê qebûlkirin, lê belê Rêber Apo û Hesen Bîndal heta dema şehîdbûna Hesen Bîndal dibin du hevalên herî nêzîk.
Gerîlatî ji bo Rêber Apo tê wataya avakirina hevaltiya rast û durist. Armanca gerîla avakirina civakeke exlaqî ye ku pişta xwe bi nirxên mirovan ên hevpar girê dide. Gerîla hêza gel e, ji bo gel û mirovahiyê têdikoşe. Têkoşerê gel ê rasteqîne ye û ji bo gel dijî.
Gerîla rastiyek e li Kurdistanê û tu kes nikare gerîla ram û kedî bike. Gerîla êdî bûye hêzeke polayî. Eger hemû hêzên sîstema modernîteya kapîtalîst li dijî gerîlayê Kurdistanê yê rasteqîne Rêber Apo dibin yek û bi komployeke navneteweyî wî direvînin, çavkaniya vê yekê ji vê rastiyê tê. Sê sal in nahêlin ku peyvek bi tenê jê bê bihîstin, ev yek ji ber wê hêzê ye ku Rêber Apo di kesayetiya xwe de ava kiriye, ango hêza gerîlayî. Ji bo Rêber Apo gerîlatî yanî fikra azad ew e ku tu kes nikare bend bike.
Gerîlayên azadiya Kurdistanê ku hêza xwe ji Rêber Apo werdigirin, tekane hêz û hêviya gelê Kurdistanê û mirovahiyê ne. Gerîla li hember artêşa Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê yên herî dirinde nirxên mirovahiyê yên hevpar diparêze.