Kuştina Heval Zelalê tolhildanek e li dijî Tevgera Azadî û gelê Kerkûkê

Dewleta Tirk a dagirker û PDK dixwazin bi kuştina heval Zelalê rewşa bajêr tevlihev bikin û aramî û seqamgîriya Kerkûkê xera bikin û bi vê yekê rê li ber desttêwerdanên çeteyên DAIŞ’ê vekin.

Roja Înî, 19.02.2024, kanala PDK’yê ya “bêrikaber” bi nûçeyeke lezgîn kuştina kadroyeke Tevgera Azadiyê li Kerkûkê belav kir û ragihand ku qaşo du kesên rûpoş ên li ser motorsîkletê bi tifingeke bêdeng  neh  gule di laşê kadroyeke Tevgera Azadiyê de vala kirine û ber bi cihekî nediyar reviyane. Di nûçeyê de her wiha hat gotin ku ew kadro kadroya Tevgera Azadiyê ye û jin e û bi eslê xwe ji bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê ye. Dibe ku ji bo kesekî asayî ev nûçe wek nûçeyeke asayî be û hew, lê belê  gava ku xebatkarekî ragihandinê û kesekî hişyar li vê nûçeyê binêre, jê re zelal dibe ku ev nûçe ji hêla kanaleke îstixbarî ve hatiye amadekirin ku gelek nêzîkî bûyera kuştinê û kujeran e. Yekem, ji ber ku kanala ragihandinê û nûçegihanê wê ji pêş de hatine diyarkirin. Duyem, nûçesaz bi mebest hem zayenda wê kadroyê, hem navê wê û hem cihê jidayikbûna wê dibêje da ku wek çekekê li dijî Tevgera Azadiyê bi kar bîne ji ber helwesta wê ya niştimanî û xebatên wê yên li Kerkûk û Herêma Kurdistanê. Sêyem, ji ber wê helwesta Tevgera Azadiyê ya ku di Hilbijartinên Encumena Kerkûkê de ji bo yekîtiya nav mala Kurdan nîşan da û xelk teşwîqî beşdarbûnê kir. Kanalê ragihandinê û nûçegihanê wê bi israr behsa cihê jidayikbûna wê kadroya Tevgera Azadiyê dikin û bi vî awayî dixwazin nasnameya Tevgera Azadiyê bixin bin pirsyaran. Ji ber vê yekê ev nûçe ji nûçeyeke ragihandinê ya asayî zêdetir, nûçeyeke îstixbaratî û sîxuriyê ye.

Nûçe li ser bingeha agahiyên îstixbaratî û siyaseteke dijminane ya kîn û tolhildanê, dûrî pîvanên neteweyî û pîşeyî hatiye amadekirin. Nûçeyên wiha bi temamî ji exlaqê medyayê dûr in. Ev cure amadekirina nûçeyan tenê li dagirkeran tê û ji wan tê hêvîkirin. Diyar e kesên ku nûçeyên wiha çêdikin ji rêgez û exlaqên neteweyî dûr in û ji dagirkeran zêdetir xizmeta siyaseta dagirkeriyê ya li Kurdistanê dikin. Divê gelê Kurd û kesên ku di medyayê de dixebitin, bi taybetî jî ew medyakar û rojnamevanên bi cil û bergên Kurdî, sînorên neteweyî û exlaqî derbas nekin. Ji ber ku ev tenê xapandina raya giştî ye û bi xwe jî xizmeta siyaseta dagirkeriyê dike û qirkirina gelê Kurd rewa dike. Ev kanal li Kurdistanê rola Ajansa Anadoluyê ya Tirkî dilîze, nexwe tu eleqeya wê bi pirsgirêka Kurd û êşên gelê Kurd re nîn e. Xaleke din a ku ez dixwazim di vê nivîsa kurt de behs bikim, sedemên veşartî yên kuştina heval Zelalê ne ku bi navê Firyal Silêman Xalid jî tê naskirin. Kuştina heval Zelalê li Kerkûkê ne wekî hemû kuştinên li bajêr e. Ew ne kuştineke ferdî ye, ne kuştinek e ku ji ber pirseke civakî yan jî deynekî çêbûbe. Ev kuştin qirkirineke siyasî ye û ji qetilkirina heval Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan û ji qetilkirina Evîn Goyiyê ya li Fransayê û ji qetilkirina Nagihan Akarselê ya li Silêmaniyê û ji qetilkirina heval Şemalê ya li Kifriyê ne kêmtir e.

Di Hilbijartina Encumena Kerkûkê de Tevgera Azadiyê ji bo yekîtiya nav mala Kurdan, ji bo pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyan piştgiriyeke bihêz li yekîtiya aliyên siyasî yên Kurd û beşdarbûna bi yek lîsteyê kir û bi vê yekê aliyên Kurd bi rêjeyeke zêde deng bi dest xistin. Lê belê piştî hilbijartinê Dewleta Tirk a dagirker şandeke Iraqê gazî Tirkiyeyê kir û ji wan re ragihand ku ew li dijî pêkanîna encumenê ne û  di biryarên çarenûssaz de PDK bi wan re ye û hetta ew yek jî gotin ku nasnameya Kerkûkê Tirkmenî ye û tu baweriya wan bi pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyan tune ye. Her wekî çawa li bakurê Kurdistanê bi rêya qeyûman rêzê li dengê gel nagire, ji bo Kerkûkê jî eynî tiştî difikire. Lewma gelê me û xemxurên Kerkûkê divê ji vê hêlê ve li kuştina heval Firyal Silêman Xalidê binêrin.

Xebatkarên Tevgera Azadiyê jî divê bizanin ku erkeke giran û pîroz li ser milên wan e. Tevgera Azadiyê, kadro û xebatkar û dostên wê divê şanaziyê bi xwe û helwestên xwe bikin ku her tim di eniya gel de ne û xemxurên rasteqîne yên doza rewa ya gelê xwe ne û li ser asta Iraqê tekane hêz e ku xwedî proje ye.

Xaleke din ku divê hevalên Tevgera Azadiyê û xebatkarên wê şanaziyê pê bikin ku ne destên wan di nav destên hêzên derve de ye, ne destên wan di talankirina mal û milkê gel de heye, ne jî cihekî wan heye ji bo veşartina terorîst û komên îlegal û her wiha ne jî hêzên wan ên veşartî û çekdarên wan ên îlegal û serok û rêveberên wan ên wextderbasbûyî hene.

Divê gelê Kurd li Kerkûkê bi xwedîderkertina li şehîd Firyal û Tevgera Azadiyê biselmîne ku li ber dagirkeriyê stû xwar nake û bi vê yekê xwedî li wan dengên xwe derkeve ku di hilbijartinê de bi dest xistine. Divê gelê me bi xwedîderketina li şehîd Firyalê xwedî li îradeya teslîmnebûyî ya ruhê Kerkûkiyan bike.

Dewleta Tirk a dagirker û PDK dixwazin bi kuştina heval Zelalê rewşa bajêr tevlihev bikin û aramî û seqamgîriya Kerkûkê xera bikin û bi vê yekê rê li ber desttêwerdanên çeteyên DAIŞ’ê vekin.

Divê gelê Kurd tevî pêkhateyên din ên bajêr, li ser wê yekê rijd bin ku Kerkûk bajarê pêkvejiyana gelan û bajarê aştî û azadiyê ye. Ev yek jî tenê bi xwedîderketina li şehîd Zelalê û armancên wê mimkin û misoger dibe û xewnên neyaran jî tên têkbirin.