Di pêngava azadiyê de ber bi serketin ve

Em li cihê xwe ranewestin, em salvegera 25'an a komploya 15'ê Sibatê bi çalakiyên azadiyê yên herî mezin û watedar ên dîrokî re pêşwazî bikin.

Kurd ji her demê bêhtir bi hêvî û biryardarî ketin sala 2024'an. Li ser bingeha Pêngava Azadiyê ya Cîhanî ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd hedef girt, çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya cîhanê di nava liv û tevgerê de bûn. Çalakiyên girseyî yên bi pêşengiya jin û ciwanan hatin lidarxistin, li her derê belav bûn. Dengên ku banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikirin ji çar aliyên cîhanê bilind bûn û çalakiyên azadiyê li hemû qadên cîhanê belav bûn. Grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya girtiyên şoreşger li zindanan destpê kirin, bû çirûskek ku girseya gel li derve bixe nava tevgerê. Derbên ku gerîlayên Zapê li faşîzma AKP-MHP'ê xist, li aliyekê hişt ku hemû derewên şerê taybet eşkere bibe û li aliyê din nîşanî tevahiya cîhanê da ku însiyatîf di destê gerîlayan de ye.

Tayyîp Erdogan û hevkarên wî bi salan e îdîa dikirin ku gerîlayên Azadiya Kurdistanê ‘qedandine.’ Lê gerîlayên azadiya Kurdistanê bi sê operasyonên şoreşgerî ya di dawiya Mijdar û Kanûnê û di nîvê meha Çileyê de pêk anîne, hişt ku hemû rojev ji nişkave diyar bibe û bibe mijara herî zêde bê nîqaşkirin. Di civaka Tirkiyeyê de yekemcar bi dengekî bilind nîqaşa çi karê artêşa Tirk li derveyî sînorên Komara Tirk yanî li Zap û derdora wê heye hat kirin. Ji ber ku keriyên faşîst ên mêtînger derba herî giran a dîrokî xwaribûn. Di nava berfê û Çileyê zivistanê de gerîla, çalakiyên ku derbên pelçiqandinê li dijminê xwe xistibû pêk anî. Yên ku digotin şert û mercên artêşa Tirk gelekî zehmet û dijwar bûn, di heman demê de îtîraf kirin ku gerîla li dijberî her zehmetiyê xwedî hêza serkeftinê ye.

Bê guman çalakiyên gerîla yên ku di nîvê zivistanê de û di bin berfê û her cure sermê de bi serkeftineke mezin pêk hatin, ji rêzê nayê dîtin. Ji ber ku vê rewşê hêza gerîla û qabîliyeta wê ya nûkirin û pêşvebirina xwe derxist holê. Ji bo xwe gihandina hêzeke bi vî rengî ya lêxistinê, gerîlatiya azadiyê ya Kurdistanê panzdeh-bîst salan amadekarî kiribû, sebir û îradeya herî mezin raber kiribû, bi biryardarî û baweriyeke mezin kar kiribû, heta dawiyê bi îdîa û israr bû û bi fikrê serkeftinê nêz bûbû. Bê guman di dawiyê de ew hêza lêxistinê ya ku kiribû hedef bi dest xist û êdî karîbû pêngavên şerê şoreşgerî bike. Diviyabû beriya her tiştî ev rastiya gerîla rast bihata fêmkirin û hem hevaltî û hem jî dijminatiya li hemberî wê rast bihata kirin.

Niha li ser bingeha însiyatîfeke bi vî rengî, qonaxa duyemîn a Pêngava Azadiyê ya Cîhanî tê ragihandin. Em niha dikevin meha Sibatê û li dijî salvegera 25’an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li her derê çalakiyên nû yên berxwedanê tên lidar xistin. Çalakiyên bi vî rengî ji niha ve li gelek cihan destpê kirine. Meşên dirêj ên li Ewropayê bi rojan e dewam dikin û ji her alî ve dewam dikin. Ji xwe li Bakûrê Kurdistanê meşa azadiyê ya 15 rojan destpê kir. Gelên Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê jî ji xwe hema hema her roj radibin ser piyan û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo çalakî pêk tînin. Bê guman wê li parçeyên din ên Kurdistanê û li gelemperiya cîhanê çalakiyên şermezarkirinê bên lidarxistin. Grevên birçîbûnê yên zêdeyî du meh in li zîndanan dewam dikin, wê bêhtir belav û bi bandor bibin. Bi taybetî çalakiyên gerîla yên ku pêvajoyê diyar dikin, wê lêxistina derbên perçiqandina dijminê faşîst-qirker, bidomînin.

Wisa xuya dike ku ev hemû çalakiyên ku ji bo şermezarkirina salvegera 25'an a komploya 15'ê Sibatê û mezinkirina Pêngava Azadiyê ya Cîhanî bi pêş ketine, wê di 17'ê Sibatê de li Kolnê derxe asta herî girîng. Xebatên li ser çalakiyên girseyî, ku bi armanca 'çalakiya mîlyonî' tê meşandin, beriya niha bi hefteyan destpê kiribû. Bi ketina meha Sibatê re, ev xebat bêhtir bi rêxistinî û zêde dibin. Hemû saziyên demokratîk û kesayetên navdar banga "Di 17'ê Sibatê de li Kolnê kombibin" dikin. Çalakiyên curbecur ên ku li her qadê tên pêk anîn, meşa girseyî ya 17’ê Sibatê a li Kolnê xwedî dike.

Eşkere ye ku gelê Kurd û dostên wan ên demokratîk salvegera 25’an a komploya 15'ê Sibatê mîna Viyanan pêşwazî dikin. Çawa ku di Sibata 2006'an de endama Komîteya Ji nûve Avakirinê ya PKK'ê Viyan Soran komploya navneteweyî û sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê bi temamî red kir û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir û got , "Êdî naxwazim bi sîstema Îmraliyê re bijîm", niha jî di salvegera 25. de tevahiya gelê Kurd û mirovahiya demokratîk heman tiştî dikin. Komploya navneteweyî û sîstema Îmraliyê bi temamî red dike û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwaze. Lê belê vê yekê bi rêbazên encamgir ên gerîla ku dijmin têk dibe û ber bi serkeftinê ve diçe dike. Li dijmin dixe û ber bi serkeftinek mayînde ve diçe.

Xuya ye ku rêya serkeftinê ya Pêngava Azadiyê ya Cîhanê vekiriye. Li pêşiya wê ne tenê çalakiyên xurt ên salvegera 25'an a komploya 15'ê Sibatê heye, di heman demê de 8'ê Adarê û Newroz heye; di 31’ê Adarê de hilbijartinên herêmî hene; 4'ê Nîsanê û 1'ê Gulanê hene. Diyar e ku pêvajoya biharê di warê çalakiyên azadiyê de pir bi bereket e. Bê guman gelê Kurd û dostên wan yên ku bi hêvî û îdîa li ser esasê Pêngava Azadiyê ya Cîhanî ketin sala 2024’an, dê firsend û îmkanên ku vê bereketê pêşkêş kiriye rast binirxînin û dê Pêngava Azadiyê ya Cîhanî bi serkeftinan ve tacîdar bikin; wê pergala êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê hilweşînin û rêya serkeftinê nîşan bidin.

Ji vê hêlê ve bihara 2024'an wisa xuya dike ku ji her kesî zêdetir wê bibe bihara Kurdan. Tê dîtin ku Newroza 2636'an mîna ya yekemîn wê careke din tevahiya Kurdistanê û cîhanê ronî bike. Li aliyekê hêzên desthilatdar û dewlet êrîşê axa me ya hevpar dikin, li aliyê din bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a ku Rêber Apo bi pêş xistî, xuya ye ku cîhaneke azad a nû pêkan e.

Rojeva her kesî li gorî xwe heye, her çendî rojevên din bişopîne jî di esasê de hewl dide rojeva xwe serdest bike. Rojeva me ev e. Bê guman di vê rojev de, bi azadiya gelê Kurd re azadkirina hemû gelan, bi azadiya jin û ciwanên Kurd re azadkirina hemû jin û ciwanan û bi azadiya mirovahiya gelê Kurd re azadkirina tevahiya mirovahiyê heye; Li dijî her cûre zilm, zordarî û tunekirinê, hebûnê û jiyana azad, demokratîk û biratî îfade dike. Ji ber vê yekê em nikarin di rojeva kesên din diyar kirine de, bimînin; em ê rojeva wan jî binêrin lê ya herî girîng divê her dem em rojeva xwe pêş bixin û serdest bikin.

Niha rojev ew e ku li dijî komploya 15’ê Sibatê û pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê derxistiye holê, di salvegera 25’an de li ser çalakiyên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kom bûye. Di salvegera 25’an de çalakiyên me yên Pêngava Azadiyê ya Cîhanî derdikevin lûtkeyê. Em dikevin sala 26’an, armanca me ew e ku bi şikandina pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê ku şerma mirovahiyê ye, mirovahiyê ji vê lekeya reş rizgar bikin. Armanc ew e ku roja qirkirina Kurdan ji nû ve veguhere zayîna azad. 

Helbet rêya vê jî ew e ku li ser bingeha Pêngava me ya Azadiyê ya Cîhanî, her roja meha Sibatê bibe roja çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Pêwîste li dijî komploya 15'ê Sibatê weke ku hemû nerazîbûnên dîrokî, zext û zordariyê ji holê rakin, bikevin nava tevgerê û çalakî lidar bixin. Ev jî tê wê wateyê ku divê ti kes li cihê xwe nesekine û li her derê ku lê dijîn bikevin nava tevgerê. Di 17’ê Sibatê de bajarê Kolnê bi gelê Kurd û dostên wan dagirtin, tê wateya derseke dîrokî dayîna hêzên komploger e. Wê demê em li cihê xwe ranewestin, em salvegera 25'an a komploya 15'ê Sibatê bi çalakiyên azadiyê yên herî mezin û watedar ên dîrokî re pêşwazî bikin!