Fedaîtiya gerîla di asta herî bilind a dîroka Kurdistanê de ye

Di dîroka Kurdistanê de fedaîtî ti carî negihîşt vê astê. Ev yek ew ast e ku ewladên herî bedew ên vî gelî di rastiya Rêbertî de têgihiştine û xwe gihandina vê astê.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê salên dawî di asta herî bilind a dîroka Kurd de fedakariyê dikin. Yên ku rastiya gelê Kurd kêm zêde zanin, bi rastiya vê vê tespîtê jî zanin.

Faşîzma AKP-MHP û çapemeniya wan a şerê taybet, veşartina mirina leşkeran li aliyekî mijara bingehîn a ku li ser disekinin ew e ku hewl didin hêza gerîlayên Kurd veşêrin. Hewldanên wan ên salên dawî qutkirina gerîla ji gel û Rêbertî ye. Gelek sedemên veşartina mirina leşkeran ji raya giştî hene, lê belê sedema sereke hewldana ji bo nixumandina hêza gerîla ya fedaîbûyî ye. Êdî her kes neçar dimîne ku vê qebûl bike, li devereke din a cîhanê jiyanek mîna ya gerîlayên Kurd nîne, şervanên azadiyê yên bi vî rengî jî nînin. Lewma ciwanên kurd û ciwanên şoreşger ên cîhanê di nava Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de têne îfadekirin. Li ser vê bingehê ciwanên Kurdistanê li dijî mêtingerî û faşîzmê di xeta fedaîtiyê de li ber xwe didin. Di dîroka me ya gel de berxwedana herî mezin li ser vê bingehê tê kirin.

JI BO BANDORÊ LI SER MORALÊ CIVAKA KURD BIKIN

Medya şerê taybet a Tirk kêlî bi kêlî daxuyaniyên li ser operasyonê dide, êrîşên hewayî û bejahî di çarçoveya şerê psîkolojîk de diweşîne. Bi ewqas nûçeyên derewîn hem dixwaze civaka Tirk bixapîne, hem jî bandorê li ser moralê civaka Kurd bike. Dixwaze bibêje, 'Hêza ku hûn pê piştrast in, me ew qedand, hêza xwe nemaye ku li ber xwe bide, hûn ê serî bitewînin, bibin koleyê me'. Berxwedana ku bi pêşengiya gerîla tê kirin, wan têk dibe. Faşîzm her çend hewl bide rastiyan binixumîne jî gerîla di her şert û mercî de vediguhere hêza lêdanê. Bêguman dijmin ditirse ku ev ruhê fedaî yê hêza lêdanê bandorê li ser tevahiya civakê bike. Faşîzm dibîne ku hêza dixwaze serî lê bide tewandin her roj hîn bêhtir xurt dibe. Hêza ku jê heye ku dikare teslîm bigire, berevajî vê yekê bi rûmet li ser piyan e û faşîzma bûye belayê serê mirovahiyê têk dibe.

LI TIRKIYEYÊ JÎ ÊDÎ YÊN KU LÊ DIPIRSIN HENE

Hêza lêdanê ya gerîla ya vê dema dawiyê faşîzmê bi temamî kifş dike. Êdî çiqasî hewl bidin xwe veşêrin jî neçar dimînin ku li hemberî gerîla têk diçin. Her çend hewl didin mirovên li Tirkiyeyê yên cuda difikirin bitepisînin û bitirsînin jî êdî nikare vê yekê bikin. Hin hêz û derdor dipirsin bê çima ciwanên Tirk ên xizan ber bi mirinê ve têne şandin.

FÊHMKIRINA ÎNKAR Û ÎMHAYÊ

Li hemberî ewqas zext, kuştin, hewldanên tepisandinê gerîla û gel dest ji berxwedanê bernadin. Civakek, welatek heye ku dixwaze bêne înkarkirin û tunekirin. Ev civaka ku tê xwestin bê tunekirin, ne tenê hin mafên xwe jê hatine standin. Wê demê divê înkar û îmha rast bê fêhmkirin. Li dijî vê civaka ku tê xwestin bê tunekirin her rê û rêbaz tê bikaranîn. Hemû rêbaz û çekên qedexekirî ji aliyê faşîzma dewleta Tirk ve rewa têne dîtin û têne bikaranîn. Lewma di şexsê gerîla de şoreşeke jinûve hebûnê pêk tê. Gelê Kurd di şexsê gerîla de xwe ji nû ve diafirîne; dibe xwedî feraset, helwest, pîvan û jiyaneke nû; mejiyê ku tepisandin, bêdengî û teslîmiyet qebûl kiriye têk diçe; civak ji serî heta binî li ser bingeha pîvanên azadiyê yên Rêber Apo ji n û ve ava dibe. Gelê Kurd li ber xwe dide, jin û ciwanên Kurd têdikoşin, ciwanên herî bijarte bi têkoşîna gerîla dijminê Kurdan ên sondxwarî têk dibin. Şerê gel ê rasteqîn, berxwedana gel bi pêşengiya gerîla pêk tê.

RASTIYA GEL Ê ŞERKER Û BERXWEDÊR

Vejîna Rêbertî digihêje rastiya gelekî ku li hemberî hemû êrîşan xwe zane dike, bi rêxistin dike, bi her awayî fedakariyê dike, ji bo welat, paşeroj û azadiyê li ber xwe dide. Girîng e ku rastiya gelê şerker û berxwedêr çawa hatiye afirandin, gel çawa gihîştiye vê astê. Her nêrîn, felsefe, ruh, hişmendiya mirovên xwe ji bo azadiyê feda dikin girîng e. Gerîlayên ku fedaîtî gihandine vê astê, ji nava rastiya vî gelê berxwedêr rabûne. Wê demê diyar e ku ci nava civaka Kurd, çand, exlaq, ruh, hest û nirxên wê de li ser bingeha hişmendiya azadiyê ya Rêber Apo guheriye û tê guhertin. Mejiyê ku mêtingerî, sîstema desthilatdarî-dewletperest û neteweperest hewl dide li nava civaka Kurd biafirîne, tê hilweşandin. Pêşketineke mezin bi vî rengî pêk tê. Rastiya gerîlayên bi lehengî li ber xwe didin li ser bingeha vê ferasetê tê afirandin. Rêya serketinê bi berxwedana gerîla, gel û Rêbertî dibe.

HEVKARIYA KU AŞÊ DIJMIN DIGERÎNE

Bêguman pêvajoyên bi vî rengî ew pêvajo ne ku ref diyar dibin. Hinek hene ku dixwazin jê bixwin. Li aliyekî şoreş pêk tê, di asta herî bilind de fedakarî heye, lê li aliyê din hevkarî û hin xayin hene ku aşê dijmin digerînin. Di vê nuqteyê de wezîfeyên mezin dikevin ser milê her kesên bi hişmendiya azadiyê ya Apoyî bi pêş ketine. Divê mirovên ku berevajî nirxên azadiyê tevdigerin li nava civakê bêne teşhîrkirin, bêyî ku li benda fermanê ji cihekî bisekine ceza bikin. Êdî ne zehmet e ku ev bê fêhmkirin, asta têkoşînê diyar bûye. Kî şoreşger e kî nîne, kî welatparêz e kî nîne, kî dostê rojên teng e kî yê rojên baş e, hemû diyar bûne.

DIJMIN BI RENGEKÎ TOPYEKÛN ÊRÎŞ DIKE

Çavkaniya hêzê ya rastqeîn a gelê Kurd PKK û PAJK e. Civak ruhê berxwedanê, hişmendî, yekîtî, îrade, îdîa, rêxistinî, amûr; bi kurtasî her tiştên xwe ji PKK û PAJK'ê werdigire. Dijmin jî ji bo tunekirina vê çavkaniya hêzê heta jê tê êrîş dike. Êrîşeke topyekûn heye. Di vir de dem hatiye ku hesabên dijmin bêne têkbirin. Ji bo fedaîtiya gerîla ya ku pêşengiyê ji pêvajoyê re dike li her qadê belav bibe divê mirov xwe bigihîne ruhê seferberiyê. Ji gefên dijmin divê mirov netirse, ji ber ku ji bilî vê tiştek nema ye ku bike. Ji xwe eger karîbûya encamê werbigire heta niha wê encam wergirtibûya. Eşkere ye ku dijmin li pêşberî ruhê Apoyî têk çûye.

CIWANÊN KURD DIVÊ LEŞKERIYA TIRK RED BIKIN

Gelê Kurd ê bi hişmendiya Apoyî divê bi zarokên xwe yên gerîla serbilind be. Lehengên ku nabin para ti civakê û gelî, zarokên vî gelî ne. Malbatên şehîdan, malbatên gerîlayan, malbatên hevrêyên li girtîgehê li ber xwe didin, gel û dostên gelê Kurd ên dil dane Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zanin ku bêyî fedakarî û dayina berdêlan têkoşîn mezin nabe. Pêvajo têkoşîneke hîn mezin, berdêlên hîn giran bi xwe re tîne.  Bi vê têgihiştinê divê helwest li dijî dijmin bê nîşandan. Mînak, ciwanên Kurd ên welatparêz divê leşkeriya Tirk red bikin, neçin leşkeriyê. Kesên ku bi rengekî eşkere xizmetê ji dijmin re dikin, xiyanetê li gelê xwe dikin divê tevlî civakê neyên kirin. Gelê welatparêz ê li derveyî welat û dostên wan, ji bo tevakariyeke biçûk jî li budçeya şer a faşîzmê nebe, xwe bi rêxistin bike. Şerê man û nebanê van hemûyan ferz dike. Ji bo bidestxistina serketinê, ji bo têkbirina dijmin derfet hene.