Kurd wê di hilbijartinê de daîmîbûna îradeya xwe ya polîtîk nîşan bidin

Kurd (di hilbijartinan de) bi îradeya ku nîşan dide, ne tenê aliyê etnîkî ve di heman demê de ji aliyê polîtîk ve jî li hemberî her cûre zext û zilmê îradeya xwe ya daîmî li herêmê nîşan didin.

Mirovan di deh salên destpêkê de baweriya xwe bi wê yekê anîn ku desthilatdariya Tayyîp Erdogan nikare hilweşe. Bi rastî jî desthilatdariyê di demeke dirêj de di hilbijartinê de bi rêjeyeke bilind a dengan bi ser ket. Di hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an de serketina HDP'ê ya bi rêjeya ji sedî 13.1'ê nîşaneya destpêkê bû ku desthilatdarî dikare bi hilbijartinê bê têkbirin.

Wê rojê ne tenê benda ji sedî deh a hilbijartinê, ne tenê desthilatdariya AKP'ê di heman demê de siyaseta sed salî ya rejîma li Tirkiyeyê ku Kurd ji nedîtî ve dihat, hate têkbirin.

Mîna gelek mirovan min jî di wê demê de bi rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan baş nizanîbû; di vê nuqteyê de Hatîp Dîcle yê ku di nava raya giştî de bi salan ji bo pêşketina demokrasiya Kurd têkoşiya û berdêl da, qala bûyerên bi xwe dît kiribû û bi vî rengî rewş eşkere kiribû.

Di hevdîtinên wê demê de ku bi heyeta dewletê re hate kirin, bi daxwaza Rêberê Gelê Kurd heyeteke hevdîtinê hatibû avakirin. Hatîp Dîcle yek ji endamên vê heyetê bû. Piştî bi salan bûyerên ku şahidî jê re kir, bi raya giştî re parve kir. Ev hemû ew tecrûbe bûn ku ji aliyê afirandina bîra Kurdan û plankirina paşeroja xwe li ser planên rasteqîn, dibû alîkar.

Birêz Dîcle di bernameyeke televîzyonê de ya beriya bi salan ku ez jî tevlî bûbûm, yek ji nîqaşên navbera heyeta dewletê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a beriya 7'ê Hezîranê vegotibû. Ew nîqaş jî li ser wê yekê bû ku HDP bi rengê partiyê yan jî bi namzetên serbixwe tevlî hilbijartinê bibe.

Heyeta dewletê bi israr li ber radibû ku HDP bi rengê partiyê tevlî hilbijartinê bibe, lê Rêberê Gelê Kurd berevajî vê yekê dixwest ku HDP bi rengê partiyê tevlî hilbijartinê bibe. Tevî ku hin mirovan ev yek bi rîsk didîtin jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan israr kir ku HDP bi rengê partiyê tevlî hilbijartinê bibe.

Çîroka ku HDP û DEM Partî ku dewama wê ye di nava 8 salên dawî de di hemû hilbijartinan de dide pêş, bi vî rengî destpê kir. Di 7'ê Hezîranê de HDP'ê ji sedî 13 ê dengan wergirt, benda ji sedî deh a ku ji bo pêşîgirtina li Kurdan hatibû danîn teqand, nêzîkatiyên siyasî yên mayinde yên li Tirkiyeyê û matematîka siyasî ya Tirkiyeyê guhert.

Heta wê demê Kurd weke fîgurekî dihatin dîtin ku dikarin bêne bikaranîn, lê belê ji wê rojê û pê ve Kurd bûn yek ji aktorên herî girîng ên polîtîk ên li siyaseta Tirkiyeyê. HDP û DEM Partî ne tenê bi rêjeya dengê ku wergirtî, di heman demê de bi perspektîfên xwe yên polîtîk bûn navendeke polîtîk a girîng ku bandorê li beşên din ên civakê dike.

Berê li Tirkiyeyê ne tenê Kurd, her wiha hindikahiyên din ên civakî jî dihatin marjînalîzekirin, mîna ku ew nînin jinedîtî ve dihatin. Halbûkî her ku tevgera siyasî ya Kurd bi bandor bû, rewşeke nû derkete holê. Tevgera Azadiyê ya Kurd gelê Kurd azad dikir, her wiha qadeke azadiyê pêşkêşî hindikahiyên din jî dikir.

Hem di hilbijartinên parlamentê de hem jî di rêveberiyên xwecihî de hêzên hindekahiyan bêyî ku bikevin nava fikara dengan hatin temsîlkirin. Di rewşa heyî de di bingeha krîza siyaseta pergalê ya Tirkiyeyê de ev yek heye.

Di serî de AKP û CHP rewşa jiber a partiyên sîstemê hemû xera bûye. Erdogan ku berê bi çalakiyên sexte yên weke 'Ciata Roman', 'Civata Elewiyan' lidar dixist û mîna ku rê dide nasnameyên cuda yên li derveyî nasnameya Tirk xwe nîşan dida, maskeya li ber rûyê wî kete xwarê. Li nava CHP'ê rewş hîn neyînî ye; CHP lal bûye, nikare biaxive.

Bi taybetî rêveberiyên xwecihî ji ber ku mirov yekser tevlî pêvajoya rêveberiyê dibin, ji bo demokrasiya welatekî gelekî girîng in. Wekîlên diçin parlamentê têkiliya wan a bi gel re piştî demekê vediguhere rengekî neyekser. Lê di rêveberiyên xwecihî de berevajî vê yekê hem şaredar, hem jî endamên Meclîsa Şaredariyê dikarin hîn bi hêsanî bi gel re têkiliyê daynin û gel di mijara pirsgirêkên bajêr de dikare hîn bi hêsanî sekneke polîtîk nîşan bide û tevlî bibe.

Di vê nuqteyê de rewşa 'rêveber-yê tê birêvebirin' ku siyaseta dewletê bi israr hewl dide biafirîne, bi siyaseteke rast a şoreşgerî hate têkbirin. Eger bi perspektîfeke rast nêzîkatî bê nîşandan, siyaseta sîstema hiyerarşîk a li ser gelên Rojhilata Navîn tê ferzkirin dikare bê guhertin.

Ya rast, bi wî rengî bûbû; li gel hin kêmasiyan jî Şaredariya Kurd, bi perspektîfeke li ser bingeha tevlîbûnê gel da kêleka xwe û ji aliyê şaredariya tevlîkar ve pêvajoyeke ji tecrûbeyeke girîng dabû destpêkirin. Ev yek ne tenê azadiya Kurdan garnatî dikir, di heman demê de pergala li Tirkiyeyê ya xwe dispêre talan û rantê jî teşhîr dikir.

Yek ji sedemên ferzkirina rezaleta qeyûm ew e ku şaredariya Kurd feraseta şaredariya li ser esasê rant û talanê tê meşandin, radixist pêş çavan. Rezaleta qeyûm têkbirina pêvajoya xwerêveberiyê ya li şaredariyên Kurdan bû. Eger ev rezaleta qeyûm nebûya li Tirkiyeyê siyaset wê îro li ser mijarên cuda biaxiviya.

Lê belê wan bi israr xwestin vê asteng bikin. Beriya her tiştî Akademiya Elewiyan a Dersîmê û Cemxaneya Amedê derba herî mezin a li vî welatî ye ku li dijminatiya hezar salî ya li Kizilbaş/Elewiyan hatiye xistin. Her wiha şaredariya pir zimanî ya li şaredariyên Kurdan, nêzîkatiya geşkirina navendên baweriyê yên Ermen, Suryan, Keldanî û Êzidiyan li dijî nêzîkatiya tekperest a sed salên dawî derbên girîng in.

Beşeke piştî vê jî ew e ku li ser bingeha lihevkirina bajêr di mijarên ava paqij, hawirdoreke paqij û xizaniya bajêr de bi tevlîbûna gel gav bêne avêtin.

Ji ber ku dewlet bi vê zane, dibe ku di rezaleta qeyûm de careke din israr bike, lê belê ti girîngiya vê yekê nîne. Yekane karê ku bê kirin redkirina siyaseta înkar, talan û rantê ya dewletê ye. Tişta ku her tiştî jê destpê kir ev e. Li zindanên Amedê jî destpêkê bi redkirinê hate destpêkirin.

Her wiha çi dibe bila bibe, standina şaredariyan ji dewleta ku bi zorê dest danî ser divê berpirsyariya her Kurdekî be. Yek ji armancên girîng ên ku dewlet dixwaze bi israr bike ew e ku şikandina îradeya Kurdan a li Kurdistanê ye ku serwer e.

Wateya vê yekê di hiqûqa navneteweyî de heye. Berê li dijî Ermenan hem dewleta Osmanî hem jî dewleta Tirk weke argûmana herî bingehîn digot, 'Ermen li ti devera ku lê ne serwer nîne'. Halbûkî Kurd bi îradeya ku nîşan dide, ne tenê aliyê etnîkî ve di heman demê de ji aliyê polîtîk ve jî li hemberî her cûre zext û zilmê îradeya xwe ya daîmî li herêmê nîşan didin. Ev helwesta ku bê nîşandan, li dora maseyê wê weke faktorekî gleekî girîng bê nîşandan.

Divê li rojavayê Tirkiyeyê teqez îradeyeke xurt bê nîşandan û hewl bê dayin ku rêjeya herî bilind a dengan bê wergirtin. Lê belê li Kurdistanê serweriya di dengan de gelekî girîng e. Ji ber vê yekê divê mirov guh nede gefên dewletê yên li ser qeyûm dixwe, bi xurtî xwedî li îradeya xwe derkeve û di vê hilbijartinê de bi rêjeyeke bilind a dengan rêveberiyên xwecihî careke din ji dewletê bistînin.