Leşkerên Tirk xwe amade dikin ku bikevin Bexdayê

Bi peymanên nû bingeha wê yekê hate danîn ku di demeke nêz de leşkerên Tirk li Bexdayê bi cih bibin. Di çarçoveya mekanîzmaya hatiye plankirin de tê gotin, Enqere hêza ku bişîne Bexdayê amade kiriye.

LIHEVKIRINA NÛ YA NAVBERA TIRKIYE Û IRAQÊ

Têkiliyên ku Tirkiye di çarçoveya 'Projeya Rêya Pêşketinê' de bi Iraqê re datîne, gav bi gav ber bi qada leşkerî ve diçe. Têkiliyên têne danîn li ser bingeha avakirina eniyên cuda yên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê têne meşandin. Peymana ku Enqere û Bexdayê beriya çend rojan bi navê 'Metna Lihevkirinê' mohr kirin, rê li ber leşkerên Tirk vekir ku hêzên xwe bişîne Bexdayê. Ji bo veguhestina leşkerî ya li Başûrê Kurdistanê jî ku di asta valakirina gundan de tê kirin, hinceteke fermî hate peydakirin. Wezîrê Karên Derve yê Iraqê yê PDK'yî Fûad Hisên ragihand ku Iraq ketiye nava pêvajoyeke nû û berdevkî ji vê rewşê re kir.

JI ODEYA OPERASYONA HEVPAR BER BI FERMANDARIYA HEVPAR VE

Pêngavên dîplomatîk, siyasî û leşkerî ku beriya niha di çarçoveya 'Odeya Operasyonê ya Hevpar' de li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê û qada Iraqê dihatin kirin, bi lihevkirina navbera herdu hikumetan re derbasî qonaxeke nû bûn. Li qada Iraqê di navbera herdu hêzan de li Bexda û Başîkayê navenda koordînasyona hevpar hate avakirin û dest bi bicihanîna polîtîkayê hate kirin.

Li gorî vê yekê, artêşa Tirk li gorî xala 4'an a lihevikrinê wê bi ser fermandariya tevgera hevpar be û di çarçoveya plana avakirina navendeke ewlekariyê ya hevpar a li Bexdayê xwe amade dike ku li paytexta Iraqê bi cih bibe.

BI XALÊN 5 Û 6'AN RE GAVÊN PIŞTRE TÊNE PLANKIRIN

Her wiha di xala 5'emîn a peymanê de avakirina komîteyeke leşkerî û di xala 6'an de jî parvekirina îstîxbaratê ya navbera aliyan tê destnîşankirin. Ev herdu xal jî çarçoveya polîtîkaya îlhaqê ya Enqereyê radixin pêş çavan. Artêşa Tirk bi rêya van xalan hewl dide ku veguhestina leşkerî, avakirina baregehên nû, valakirina gundan û talankirina cografya Başûrê Kurdistanê ku bi mehan e dike, bixe çarçoveya hiqûqa navneteweyî.

Dewleta Tirk ji ber guhertinên hikumetê yên li Iraqê bi fikar tevdigere û dema derbasdar a lihevkirinê ji bo salekê diyar kir.

ENDAMÊN 'ODEYA OPERASYONÊ YA HEVPAR'

'Odeya Operasyonê ya Hevpar' ku wê li qadê gelek guhertinan bi xwe re bîne ji van endaman pêk tê: Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan, Musteşarê MÎT'ê Îbrahîm Kalin, Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên, Wezîrê Karên Hundir ê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabît Abbasî, serokwekîlê servîsa îstîxbarata Iraqê Vakkas Mûhammed Huseyîn El Hadîthî ku di bin fermandariya Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Iraqê Qasim Erecî dixebite.

AQÛBETA BAŞÎKAYÊ

Têkildarî hebûna leşkerî ya Tirk a li bajarê Başîka yê Mûsilê ku li dijî hiqûqa navneteweyî ye, dewleta Tirk bi gotina dîplomatîk a ku digot 'Wê radestî Iraqê bê kirin' vê hebûna xwe ya leşkerî fermî dike. Xaka Iraqê 'Wê ji Iraqê re bê hiştin', ev ji xwe mijareke din a balkêş e. Her wiha bi vê gotinê berpirsyariya baregeha Başîkayê jî radestî Bexdayê hate kirin ku car carna dibe hedefa hêzên Şîa.

Qenalên mîna Haberturk û CNN ku bi rojan e li ser peymanê bernameyên propagandayê dikin, di hin nirxandinên xwe de hin daneyan jî nîşan didin. Hewl tê dayin bê nîşandan ku dewleta Tirk li şûna ji Başîkayê derkeve wê hîn bêhtir hêzên xwe lê bi cih bike. Her wiha tê gotin, ev rewş wê hîn bêhtir bi pêş ve bê birin û dewleta Tirk wê li Sûriye û Rojava li deverên ku dagir kiriye heman modelê pêk bîne.

LEŞKERÊN TIRK DIÇIN BEXDAYÊ

Hikumeta Sûdanî di berdêla sozên li ser pêwîstiya aborî û enerjiyê serê xwe li ber polîtîkayên Enqereyê tewandiye û bi peymanên nû bingeha wê yekê danî ku di demeke nêz de leşkerên Tirk li Bexdayê bi cih bibin. Di çarçoveya mekanîzmaya hatiye plankirin de tê gotin, Enqere hêza ku bişîne Bexdayê amade kiriye. Tê gotin, hêza ji Bexdayê re bê şandin wê di koordîneya Wezîrê Karên Derve Fîdan de bixebite.

HIKUMETA SÛDANÎ BI RENGEKÎ FERMÎ TEVLÎ PLANÊN DAGIRKERIYÊ BÛ

Hikumeta Sûdanî ku beriya niha bi rêya hin qenalan radigihan ku têkilî bi dewleta Tirk re daneaniye yan jî tevlî planên wan nebûye, bi civîna bilind a li Enqereyê re fermî kir bê têkiliyeke çawa bi hikumeta Erdogan re daniye. Hikumeta Sûdanî bi 'Metna Lihevkirinê' re cih ji şîroveyan re nehişt û bingeha wê yekê danî ku Iraq bikeve nava pêvajoyeke krîtîk.

BERDEVKÊ DAGIRKERIYÊ: PDK

Heman piştî lihevkirinê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê yê PDK'yî Fûad jî bi Wezîrê Karên Derve yê Tirk Fîdan derkete pêşberî kamerayan û berdevkî ji dagirkeriya Tirk re kir. Fûad ku eşkere kir bê 'xizmeteke' çawa ji xaka Başûr û Iraqê re kir, haya wî jê tine bû ku destketiyên Raperînê yên gelê Başûr gav bi gav teslîmî Tirkiyeyê dike. PDK ku ji mehên destpêkê yên salê û vir ve hem li qada herêmî hem jî li qada navneteweyî bi navê dagirkeriya Tirk lobiyê dike; ji lîderê wê Mesûd Barzanî heta bi Wezîrê Karên Derve Hisên ev kar bênavber meşand.

'SEKNA XUMAMÎ' YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN ŞÎA

Li aliyê din, helwesta 'pasî'f a aliyên siyasî yên Şîa ya li hemberî dagirkeriya Tirk, li nava raya giştî ya Iraqê têrker nayê dîtin. 'Sekna dijber' a derdorên siyasî yên li Iraqê ku tenê bi daxuyaniyan tê nîşandan, hîn bêhtir bû mijara lêpirsînê. Paytexta Iraqê ji aliyê polîtîk ve xwedî atmosfereke bi tevger e, fîgurên siyasî yên welêt girseyên xwe li hemberî dagirkeriya Tirk bêhelwest dihêlin ku ev yek jî mijara nîqaşê ye.