Faşîzma Tirk amadekariya şerekî piralî dike

Dewleta Tirk li aliyekî bi çeteyên li dora xwe kom kirî êrîşî gel dike, li aliyê din jî bi rêveberiya Rûsya û Şamê re li hev dike û amadekariya şerekî piralî dike.

Dewleta Tirk timî eşkere dike ku ew li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destûrê nadin ti avakirinan û berdêla wê çi dibe bila bibe wê bidin. Ew weke karesata herî mezin dibînin ku Kurd bi nasnameya xwe bijîn. Bi Kurdan re lihevkirinê û jiyana bi hev re nafikirin. Ti girîntiya wê nîne ku bi hezaran mirov bimirin û çavkaniyên aborî yên mezin xerc bibin. Sed sal in ji bo Kurdan ji dîrokê tune bikin û qirkirinê temam bikin, serî li rê û rêbazên cuda dan.

Dewleta Tirk di encama hevdîtinên Astanayê de bi Rûsya û Îranê re li hev kir û ji bo DYE’yê ji Sûriyeyê derxîne û rêveberiya xweser ji holê rake, peyman çêkir. Ji xwe yekane berhem yan jî encama Astanayê tenê ew bû ku rêveberiya xweser nerewa îlan bike û çeperekî li dijî Kurdan biafirîne. Tirkiyeyê bi eşkere digot ew ji bo êrîşkirina Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li benda demekî guncaw in. Ji ber ku DYE û Rûsya li Sûriyeyê ne, hesab dike ku bêyî li hevkirina bi van hêzan re nikare encama ku dixwaze bi dest bixe. Ya rast jî wesa ye, DYE û Rûsya ji Tirkiyeyê re qada hewayî veneke, nikare êrîşeke piralî pêk bîne.

DYE’yê ji êrîşên dewleta Tirk re qada hewayî vekir. Bêdengiya DYE û Ewropayê ya li hemberî êrîşên dawî yên li ser çavkaniyên jiyanê, vê yekê bi eşkere nîşan dide. Her wiha rayedarên DYE’yê ji bo rexneyên ku tên vê bersivê didin, “Me negotiye em ê li dijî êrîşên Tirkan rêveberiya xweser biparêzin.” Yanî bi rengê ku dewleta Tirk dikare êrîş bike em pirsgirêkê dernaxînin, helwesta xwe eşkere dikin.

Rûsya jî li dijî Kurdan bi Tirkiyeyê re li hev kir. Di encama vê lihevkirinê de Efrîn hat dagirkirin. Bi gotina “Em ne dijminê Kurdan in, me xwest bi Şamê re aştiyê bikin lê ew li gel DYE’yê cih digirin” Kurdan nîşan didin. Mîna Lavrov û Lavrenty nûnerên Rûsyayê timî Enqere û Şamê li dijî Kurdan tejî dike. Daxuyaniyên bi vî rengî didin, “DYE ji Kurdan re dewlet yan jî federasyonê ava dike.” Lê Kurdan û herêmên xweser qebûl kirin ku Rûsya bibe navbeynkar. Lê Rûsya ji bo ku Kurdan nêzî rêveberiya Şamê neke, ket nava hewldanan. Guh nedan ti daxwazên gel. Rêveberiya Şam jî bi gelê xwe re li hev dike û li şûna ku çareseriyeke demokratîk bibîne, bi rêveberiya Tirk re li hev dike û ji bo belavkirina rêveberiya xweser dikeve nav hewldanan.

Rêveberiya Sûriyeyê û Îranî bi taybetî di nava gelê Ereb de bi eşkere û veşartî xebitîn û xwestin wan li dijî Kurdan bixin nav tevgerê. Derfetên xwe yên di herêmên xweser de timî di vî alî de bi kar anîn. Rûsyayê jî piştgirî dan van xebatan û ev xebat hêsanîtir kirin. Agahiya Rûsyayê bi êrîşa dewleta Tirk a li ser çavkaniyên petrolê, hebû. Rûsya ji bo petrolê derxîne û bixebitîne, bi rêveberiya Şamê re li hev kir. Ji rêveberiya xweser re wisa digotin, “Petrolê em derxînin, em ê polîsên xwe bînin wê demê Tirk nikarin li wan deran bixin.” Dema ev xwesteka wan pêk nehat, Tirkiyeyê êrîşên berfireh (piralî) pêk anîn. Li tesîsên gaz, elektrîk û petrolê xist.

Rûsya destpêkê ji bo herêmên Ereb ji rêveberiya xweser qut bike, piştgiriyê dide Şam û Îraniyan. Ji bo Tirkan tejî bike hem bîne dijberê DYE’yê hem jî ji bo DYE ji Sûriyeyê derkeve, dixwaze zemîn biafirîne. Ji xwe rêveberiyên Sûriye û Îranê DYE’yê weke dijmin dibînin û ji bo derxistina wan dixebitin. Sûriye û Îran bi vekirî li dijî DYE’yê di asta leşkerî de nikare şer bike. Hîn zêdetir gelê Ereb tejî dike, bi vî rengî dixwaze li herêmê kaosê ava bike hem rêveberiya xweser belav bike hem jî DYE’yê bîne rewşek welê ku nekare li Sûriyeyê bimîne.

Tirkiye jî qebûl dike ku herêmên Ereb ên mîna Minbic, Reqa û Dêrazor ji rêveberiya xweser qut bike û dewrî hikûmeta Sûriyeyê bike. Bes bila tifaqa Kurd-Ereb xirab bibe û ti statuya Kurdan çênebe. Dewleta Tirk li aliyekî bi çeteyên ku li dora xwe kom kirî êrîşî gel dike, li aliyê din jî bi rêveberiya Rûsya û Şamê re li hev dike û amadekariya êrîşeke piralî dike.

Rayedarên dewleta Tirk li pey hev çûn Bexda û Hewlêrê. Bêyî alîkariya hikûmeta Iraq û PDK’ê nikarin li hemberî gerîla encam bigirin. Bi salane êrîşên giran pêk tîne, gelek baregehên leşkerî hatine avakirin lê mîna ku dixwazin encam nagirin. Eger hikûmeta Erdogan vî şerî bi ser nexe, wê belav bibe. Yekane rêya ku Erdogan li ser desthilatdariyê bimîne, bi ser xistina şer e. Yekane şertê MHP û Ergenokonê ya piştgirî dayîna Erdogan ew e ku şerê li dijî Kurdan bidomîne. Lewma Erdogan li aliyekî Reîsî li Enqereyê pêşwazî dike, li aliyê din jî endamtiya Swêdê ya NATO’yê erê dike. NATO û DYE’yê ji xwe bi dehan salan piştgirî da şerê ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin. Eger wisa nebûya Tirkiyeyê qasî 40 salan nedikarî şer bike. Dirêjbûna şer û ferzkirina şer bi alîkariya DYE û NATO’yê çêdibe.

Di serî de gelên Sûriyeyê û Kurd, derdorên demokratîk zanîn ku wê li Sûriyeyê êrîşeke nû û hîn xerabtir çêbibe û wisa tevgeriyan. Li pêşiya êrîşa li ser Başûrê Kurdistanê ji xwe ti astengî nîne. Ji bo ku hîn zêdetir alîkariyê bistînin, ketine nava hewldanan.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka