Piştî hilweşîna hikûmeta Sedam Hisên, bi awayekî otomatîk Hewlêr bû cihê komkirina aliyên siyasî yên Iraqê, Şîe û Sune jî tê de. Çi ew kesên ku wek paşmayiya rejîma Sedam Hisên dihatin naskirin, çi ew kesên ku ji ber tawana beesîbûnê ji xwe re li cihekî xwexwedîkirinê digeriyan, çi ew kesên ku ji bo desthilatdarî û kursî canê wan diçû û dixwestin ku bi bidestxistina hêza dewletê tola salên berê ji kesên li hemberî xwe bistînim û çi ew kesên ku bi armanca lihevkirinê dixwestin nav mala gel û pêkhateyên Iraqê rêk û pêk bikin û av bi ser wî agirê fitne û fesadê de bikin, Hewlêr ji bo wan bûbû navendek. Li gorî parêzgehên Iraqê yên li navend û başûrê Iraqê, Hewlêr tekane cih bû ku ji rikaberiya mezhebî û eşîrî û neteweyî dûr bû.
Bi derbasbûna demê re û bi guherîna hevsengiyên siyasî yên herêmî û navneteweyî, pozîsyona Herêma Kurdistanê û Kurdan ber bi lawazbûnê çû. Ew demên ku Hewlêr navenda siyaset û diyarkirina siberoja Iraqê û çêkirina plan û amadekirina stratejiyan bû ji bo Iraqê, aliyên Kurd di wan deman de tenê li ser mijara wergirtina budçeya Herêma Kurdistanê li hev dikirin û li ser mijarên din ên têkildarî jiyan, birêvebirin, pirsa jin û jîngeh û xwendekar û bêkariyê, pirsa avakirina gundan û kêmkirina pirsgirêkên gelê Kurd li hev nedikirin. Ji ber rikaberiya aliyên Kurd gelê Kurd rastî zerer û ziyaneke mezin û malwêranker hat.
Nûnera Neteweyên Yekbûyî Jeanine Hennis Plasschaertê gelek caran civînên ku li Hewlêr û Silêmaniyê bi desthilatdarên Kurd re dikirin, di wan da li ber kamerayan radigihand ku dibe ku şert û merc biguherin û Kurd vê desthilatdariya xwe ji dest bidin û pozîsyon û statûya Hikûmeta Herêma Kurdistan wekî berê nemîne. Lê belê careke din desthilatdarên Kurd qet guh neda vê gotinê û hetta gelek caran kenê xwe bi vê daxuyaniyê kirin. Bi taybetî PDK bi hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker û rejîma faşîst a Erdogan û Bahçelî re her tim li hember yekîtiya Kurdan û pêkvejiyana aştiyane ya gelên Iraqê di gelek rewşên hestyar de roleke xerabker lîstiye. Binemala Barzanî li Iraqê rol û rûyê Kurdan jî kirêt kiriye, lewma Hewlêrê pozîsyona xwe ya berê ji dest daye û tenê bûye cihek ji bo komkirina çeteyên dewleta Tirk û Beesiyên berê.
Binemala Barzanî ji ber wê referandûma xwe ya têkçûyî ya 2017’an, wisa kir ku di navbera Kurd û pêkhateyên din ên Iraqê de mezintirîn bêbawerî çêbe. Serkêşên binemala Barzanî bi vê yekê jî ranewestiyan, hevkariya artêşa dewleta Tirk a dagirker dike û kir ku dewleta Tirk a dagirker gelek axa başûrê Kurdistanê bixe bin rikêfa xwe. Dewleta Tirk bi cesaretwergirtina ji van pêşveçûnan roj bi roj bi hevkariya PDK’yê serweriya Iraqê dixe bin pêyan. Top û balafir û balafirên bêmirov gelek sal in xelkê Iraqê dikin armanc û ji ber van êrişan dehan hemwelatî hatin şehîdkirin û birîndarkirin.
PDK bi peymanên neqanûnî bi dewleta Tirk re bû yek û neft û gaz û dewlemendiyan jêrxan û serxana Herêma Kurdistanê radestî dewleta Tirk kirin ku li gorî destûra bingehîn a Iraqê ev dewlemendî beşeke qutnebûyî ya Iraqê ne û malê hemû Iraqiyan in, lê belê binemala Barzanî ev dewlemendî talan kirin û her du destên xwe dan serçeteyê mezin ê DAIŞ’ê û bavê DAIŞ’iyan Erdogan. Ev nêzîkbûna PDK’yê ya bi dewleta Tirk re ne tenê ji bo desthilatdarên Iraqî bû cihê guman û hêrsbûnê, her wiha ji hêla piraniya pêkhateyên Iraqê ve jî hate şermezarkirin. Desthilatdariya Kurd ezmûneke baş nîşan neda ku gelê Kurd bi xwe jî pê şanaziyê bike. Her cara ku gel daxwaza maf û azadî û demokrasiyê kir, bi çekan bersiva xwe girt. Van helwestên desthilatdariya Kurd wisa kiriye ku bawerî û dilsoziya gel bi temamî jê nemîne.
Êdî wekî berê şandên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê nayên pêşwazîkirin, ew rêza wan a berê nemaye. Tu kes ji bo mûçe û para Herêma Kurdistanê ya ji budçeyê sozê nade şandên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hetta hin caran gefa jêwergirtina wî pereyî jî li wan tê xwarin ku berî niha hikûmeta navendî wek deyn dabû Herêma Kurdistanê. Piştî guhartina destûra bingehîn a Iraqê, heye ku ew berpirsên Kurd ên li pişt referandûma têkçûyî bên mehkemekirin û zindanîkirin, hetta dibe ku bi tawana xiyaneta neteweyî cezaya sêdarekirinê li wan were birîn. Ev tişt ji ber wan lîstikên siyasî yên desthilatdariya Kurd bûn ku Hewlêr û PDK’yê pêşengî jê re dikir. Van lîstikên siyasî li ser siberoja Herêma Kurdistanê atmosfereke metirsîdar çêkiriye. Lewma çend roj in Nêçîrvan Barzanî yê ku wexta wî ya serokatiyê derbas bûye, çûye Bexdayê û serdana aliyên siyasî û kesayetan dike. Nêçîrvan Barzanî di axaftin û daxuyaniyên xwe de gelek hestyarane peyv û hevokan rêz dike da ku axaftin û peyamên wî dilê navendên biryardayînê zêdetir neêşîne. Lewma dixwaze bi awayekî zîrekane danûstandinê bike. Lê haya Nêçîrvan Barzanî jê nîn e ku ev aliyên li Bexdayê baş dizanin ku li pişt wî zimanê nerm ê Nêçîrvan Barzanî ji durûbûnê zêdetir tiştekî nabînin. Nêçîrvan Barzanî bi vê serdana xwe ya Bexdayê dixwaze hinek pere ji bo mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê deyn bike. Ji ber ku bi rastî jî tengijîne û xelk jî bê pere ye û qeyrana aborî jiyana xelkê tal kiriye. Diyar e Nêçîrvan Barzanî bi wê mîqdara pereyê deyn soza wê yekê dabe hikûmeta navendî ku ew ê careke din şaşiyên berê dubare nekin.
Serdana Nêçîrvan Barzanî piştî serdana Mesrûr Barzanî û şandên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê pêk hat. Ev yek nîşaneya wê ye ku êdî hikûmeta navendî wek berê bersiv û guh nade daxwazên aliyên Kurd û Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Bi serdana Nêçîrvan Barzanî êdî rasterast navenda siyasetê bo navenda Iraqê hat veguhastin.
Gelê Kurd bi taybetî li Herêma Kurdistanê divê wê rastiyê baş fam bike ku ev hikûmet û desthilatdarên Kurd ên têkçûyî rûyê Kurdan jî kirêt kiriye. Divê gel di hilbijartinên siberojê de bi temamî hesabê ji wan bipirse da ku ji vê zêdetir navê Kurdan xerab nekin. Ji ber ku gelê Kurd di dîrokê de rola aştî û aramî û pêkvejiyanê lîstiye û pêşengiya ruhê pêkvejiyana aştiyane ya gelan kiriye. Çênabe ku Kurd li Herêma Kurdistanê rê bidin desthilateke wisa ku vê şanaziya dîrokî ya Kurdan lêkedar bike.