ANALÎZ

Şervanên heqîqet û ronahiyê

Gelo çima kedkarên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatin qetilkirin? Ji ber ku beşdarî Şoreşa Heqîqetê ya Rêber Apo bûbûn û hewl didan hemû tarîtiyan tune bikin û Ronakbîriya Apoyî li tevahî cîhanê belav bikin.

GULISTAN TARA – HÊRO BEHADÎN

Gelo çima beriya 26 salan di 9’ê Cotmeha 1998’an de sîstema dewletparêz a di bin pêşengiya DYE’yê de, weke komî êrîşî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir? Çima xwest bi komployeke navneteweyî Rêber Apo tune bike?

Diyar e ku bersiva pirsên navborî pir zelal û eşkere ne. Sîstema dewletparêz a kûreyî Kurd û Kurdistan tune dihesiband û dixwest tune bike. Rêber Abdullah Ocalan li hemberî vê yekê rastiya Kurd û Kurdistanê derxist holê, hemû derew mehkûm kirin û tarîtî veguherand ronahiyê. Ji ber ku nîşanî her kesê da ku sîstema dewletparêz a kûreyî ya ku bi navê NY’ê xwe rêxistin dike, li beramber derewên wê yên ‘demokrasiyê’ di rastiyê de dîktatoriyeke faşîst, mêtinger û qirker e! Ji ber ku nîşan da ku dewleta Tirk jî baskê vê sîstemê ye. Nîşan da ku dewleta Tirk sîstemeke nîjadperest-faşîst a dijminê jin û gel e.

Vêca bi komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an xwestin tola van hemûyan ji Rêber Apo bistînin. Hewl dan ku ronahiya ji Kurdistanê vêketî, vemirînin û ronakbîriya ku di asta kûreyî de derketî holê, car din tarî bikin. Xwestin ku bi tarîtiya ku wê bi afirandana, hezar cure derewan bikin û li ser mirovahiyê sîstema xwe ya zext, mêtingerî û talanê ya kapîtalîst hîn demdirêjtir bidomînin. Li ser van esasan hesab kirin ku qirkirina Kurd a bi Peymana Lozanê ya 24’ê Tîrmeha 1923’yan dane destpêkirin, bigihînin encamê.

Gelo çima hêzên komploger ên navneteweyî 25 sal û 7 meh in Rêber Abdullah Ocalan di bin sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê de digirin? Gelo çima tam 42 meh in ji bo ti agahî ji Rêber Apo negihije malbata wî û gel, ev qas hewldanê dikin? Ji bo Rêber Apo di darbesta Îmraliyê de birizînin, bêyî ku guh bidin ti pîvanên hiqûqî û exlaqî, zext û êşkenceyê çima dikin?

Diyar e ku bersiva van hemû pirsên navborî jî pir eşkere û zelal in. Ji ber ku Rêber Apo di têkoşîna xwe ya Îmraliyê de karî desthilatdariya mêrsalar, sîstema dewletê û sîstema modernîteya kapîtalîst a pênc sed hezar salî bidarizîne û mehkûm bike. Ji ber ku Dîroka Şaristaniya Demokratîk nivîsand û sîstema modernîteya demokratîk pêş xist û bi vî rengî heqîqeta civaka dîrokî jinûve pênase kir û li dijî sîstema dewletê jiyana azad a alternatîf û sîstema rêveberiya demokratîk formule kir. Ji ber ku sîstema desthilatdariya mêrsalar a ji dema hiyerarşiyê ve hatî afirandin, zihniyet û siyaseta desthilatdariya mêr darizand û Şoreşa Azadiya Jinê da destpêkirin. Ji ber ku civaka azad û demokratîk a li ser esasê azadîxwaziya jinê û ekolojiya civakî pênase kir. Bi van hemûyan ronakbîriya ku li Kurdistanê dayî destpêkirin, belavî Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê kir. Ji ber ku Kurd, jin, ciwan, kedkar û karker, gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê ronî kir. Ji ber ku Şoreşa Heqîqetê ya ku şoreşa tarzê jiyan û zihniyetekê ye, da destpêkirin.

Hêzên komploger ên navneteweyî 26 sal in di bin sîstema êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê de hewl didin tola van hemûyan ji Rêber Apo bistînin. Nahêlin yek peyveke Rêber Apo jî ji Îmraliyê derkeve û dixwazin fikrên wî asteng bikin. Dihesibînin ku ew ê Rêber Apo di darbesta Îmraliyê de birizînin û Şaristaniya Demokratîk tune bikin. Hesab dikin ku ew ê ronakbîrtiya hatî afirandin tarî bikin û pêşî li Şoreşa Heqîqetê bigirin.

Gelo çima kedkarên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn 23’yê Tebaxa 2024’an li bajarokê Seyîdsadiq a Silêmaniyê ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin?

Pir eşkere ye ku ji ber ku şervanên heqîqet û ronahiyê bûn. Ji ber ku beşdarî Şoreşa Heqîqetê ya ku Rêber Apo dayî destpêkirin bûbûn û bi xebata xwe ya çapemeniya azad hewl didan hemû tarîtiyan tune bikin û Ronakbîriya Apoyî li tevahî cîhanê belav bikin. Ji ber ku îlhaq û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û piştgiriya DYE, NATO, PDK û rêveberiya Iraqê ya ji bo vê yekê, derxistin holê û teşhîr kirin. Ji ber ku têkildarî qirkirina li Kurdistanê, hemû mirovahî agahdar kirin.

Dîsa pir eşkere ye ku yên beriya 26 salan bi êrîşa komployê xwestin Rêber Apo tune bikin û yên ku 23’yê Tebaxa 2024’an bi nemerdane Gulistan Tara û Hêro Behadîn qetil kirin, heman hêz in. Dîsa li qadê faşîzma dewleta Tirk a qirker-mêtinger û xiyaneta Barzanî heye. Dîsa hêzên dewletparêz ên kûreyî hene ku DYE, Îsraîl û Îngilistan jê re pêşengiyê dikin.

Çiqasê hewl bidin xwe veşêrin bila bikin, ji bo tarîkirina rewşê çiqasê hewldanê dikin bila bikin, wê ti carî nekaribin veşêrin ku rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn bi tifaqa AKP-MHP-Barzanî hatine qetilkirin. Wê nekaribin vê komkujiya nemerdane û hevkariya qirêj a faşîzma Tirk a dagirker-qirker û xiyaneta Barzanî binixumînin. Şerê azadiyê ya bi pêşengiya gerîlayên leheng tê meşandin û kevneşopiya çapemeniya azad, wê qet destûra vê yekê nede.

Eşkere ye ku faşîzm û xiyanet ji heqîqet û ronahiyê ditirsin, timî ji xwe re esas digire ku di tarîtiyê de bijî û bixebite. Ji ber ku karên ku ew dikin qirêj in, gotinên wan derew in û hemû tiştên ku heta zikê wan diwerime dixwin heram in. Lewma dijminê heqîqet û ronahiyê ne. Ditirsin ku karên wan ên qirêj û dijminê mirovahiyê eşkere bibin û hesabê wê were pirsîn. Lewma dest û rûyê wan mîna ala DAÎŞ’ê reş reş e.

Ev rûreş û hezkiriyên ala reş dihesibînin ku ew ê bi tecrîda li ser Rêber Apo ronahiyê tarî bikin û pêşî li Şoreşa Heqîqetê bigirin. Hesab dikin ku ew ê bi qetilkirina jinên azadîxwaz ên mîna şervanên heqîqet û ronahiyê Gulistan Tara û Hêro Behadîn, pêşî li Şoreşa Azadiyê bigirin û dîrokê vegerînin berê. Lewma bi nemerdane û bi tirsonektî rojnamevanan, sivîlan, zarok û jinan qetil dikin.

Lê hesab û hewldanên wan jî vale ne. Heqîqet hatiye dîtin, Kurdistan û cîhan ronî bûye. Heqîqeta jiyana azad a Apoyî gihiştiye hemû jin, ciwan û mirovahiyê. Modernîteya Demokratîk digihije her derê û Şoreşa Azadiya Jinê ya bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ tê meşandin, ji hemû bindestan re dibe hêvî. Êdî derfetê rawestandin, qelskirin, astengkirin û tunekirina van nîne. Ji ber vê yekê kujerên faşîst-qirker û xayîn wê di nava xwîna ku dirijînin de bixeniqin.

Şehîdên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn wê di têkoşîna azadî û demokrasiyê ya Kurdan, jinan û hemû mirovahiya bindest de bijîn. Ew li dijî dagirkeriya AKP-MHP-PDK-Iraqê bûn ala azadiyê û ev al jî wê timî bilind be. Faşîzma Tirk a mêtinger-qirker û xiyaneta Barzanî wê têk biçe, xwestek û hêviya azadiyê ya Gulistan û Hêro wê bi ser bikeve.

Li ser van esasan em şehîdên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînin. Em bawer dikin ku her kesê azadîxwaz û demokrasîxwaz wê xwedî li van şehîdan derkeve û wê li dijî dagirkeriya AKP-PDK-DAÎŞ’ê pêngava dîrokî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bigihînin serketinê.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka