Destpêkirina şerê tunelan

Operasyonên şoreşgerî ên di demên dawî de hatin kirin, bûn sedem ku dewleta Tirk a dagirker bikeve nava tirs û xofeke mezin. Êdî gerîla ji her demê zêdetir nêzî Kurdistaneke azad û Rêbertiyeke azad in.

Dewleta Tirk a dagirker di Sibata 2021’ê de êrîşî Garê kir. Di vê êrîşê de gerîlayên azadiya Kurdistanê bi pêşengtiya fermandarê xwe Şoreş Beytûşebap û hevrêyên li gel wî derbeyek pir mezin li dewleta Tirk a dagirker xistin. Dewleta Tirk a dagirker dit ku ew ê li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê têk biçe, dest bi rêbazên xwe yên qirêj kir û çêkên qedexe bikar anî. Di vî şerê 4 rojan de fermandarê nemir Şoreş Beytûşebap bi hevrêyên li gel xwe derbeyên pir mezin li artêşa dagirker xist û tevlî karwanê nemiran bû. 

Di sala 2021’ê de dewleta Tirk a dagirker bi teknîka herî pêşketî êrîşî herêma Garê kir. Armanca vê êrîşê revandin û îmhakirina leşkerên ku di destê gerîlayên azadiya Kurdistanê de girtîne, bû. Gerîlayên HPG û YJA-Starê bi awayekê pispor bersiva êrîşan dan û derbeyên giran li artêşa dagirker xistin. Di vî şerî de artêşa Tirk a dagirker têk çû û ev bi qehremaniya fermandarê mezin Şoreş Beytûşebap pêk hat. Fermandar Şoreş ruhê demê xwendiye, fêm kiriye û ji bo şerê tunelan pêşengtî kiriye. Fermandar Şoreş bi berxwedaniya xwe rê li ber nûbûyînê, rê li ber guhertinên mezin vekir. Ev berxwedanî ev serkeftin ji bo gerîlayên azadiya Kurdistanê rê li ber rêbaza şerê nû vekir û di taktîk de guhertinên mezin da avakirin. Êdî gerîlayên azadiya Kurdistanê di rêbazê şerê tunelan de bûbûn xwedî ezmûnên gîring. Ev ezmûnên ku bi têkoşînekê dijwar a salan hatibûn bidestxistin, êdî derbasê pratîkê dibû. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker dît bi ser nakeve ji bo ku  tola binketina xwe ya Garê hilîne vê carê berê xwe da Zap, Metîna û Avaşîn. Li van herêman dest  bi operasyoneke berfireh kir û xwest planên xwe yên dagirkirina Başûrê Kurdistanê pêk bîne. Bêguman Dewleta Tirk bi tenê serê xwe dest bi vê operasyonê nekir. Di serî de bi alikariya hêzên navnetewî, Kurdê ku bi salan e li dijî gelê Kurd li cem dagirkeriyê tevdigere yanî bi alîkariya PDK’ê jî destpê kir. Ev pêvajo ji bo gelê Kurd bi taybet, ji bo gerîlayên azadiya Kurdistanê bû pêvajoyeke nû. 

Beriya ku şer li van qadan derkeve gerîlayên azadiya Kurdistanê amadekariyên şerê xwe kiribûn. Amadekariyên gerîlayên azadiyê Kurdistanê, derbasî merheleyeke nû bûbû. Gerîlayên azadiya Kurdistanê bi biryardariyeke xurt tevlî pêvajoyê bûbûn. 

Bi destpêkirina operasyonê re gerîla jî dest bi şerê tunelan kiribû ango dest bi derbe li dijmin xistinê kiribû. Li Mamreşo, Zendura, tevahî Avaşînê şerê rûmetê, şerê parastina nirxê mirovahiyê dihat meşandin. Dîsa li Zapê cenga lehengan hatibû destpêkirin. Ciwanên Kurdistanê ji her demê zêdetir xwe ji bo şerekê dijwar amade kiribûn û bi destpêkirina operasyonê bi berxwedaniyeke bê eman li pêşiya artêşa dagirker bûbûn kelemek. Li ber dagirkirina çiyayên Kurdistanê dibûn asteng. Ew ciwanên ku sînga xwe dabûn ber tang û topê neyaran êdî sînga xwe li hemberî çekên qedexekirî, taktîk nukleer, termobarîk kiribûn mertal. Ne kîmyasal ne balafir ne ji tang û topê dagirkeran li pêşiya berxwedaniyê nedikarîbû bisekine. Tevî êrîşên dijwar gerîla ji her demê zêdetir nêzî serketinê bûye. Ev rêbaza şerê tunelan bi pêşengtiya fermandarê nemir Şoreş Beytûşebap hatibû destpêkirin û îro li tevahiya Kurdistanê tê meşandin. 

Êdî ji bo gerîla pêvajoya şerekê nû, berxwedaneke nû hatibû destpêkirin. Ev pêvajo, pêvajoya jinûve avakirin û bi pêş xistina şerê tunelan bû. Di sala 2022’yan de ev şer dijwartir bû û dagirkerên ku dixwestin Zap, Avaşîn û Metîna dagir bikin rastî derbên giran ên gerîlayên Kurdistanê hatin. Gerîlayên azadiya Kurdistanê ji her demê zêdetir bi rêbazê taktîkên nû bi çalakiyên xurt rê nedidan dagirkeran. Her çiqasî dewleta Tirk a qirker bi desteka malbata Barzanî dixwest bi pêş ve ji biçe nedikarî. Ji ber ku ev axa pîroz a gelê Kurd bû û gerîlayên azadiya Kurdistanê jî parastina rûmeta gelê Kurd dikir. Bi taybet di sala 2023’yan de êrîşên dagirkeran ên li dijî Heremên Parastinê yên Medyayê dijwartir bûbûn. Ji ber derb lêdana dijwar a gerîlayên azadiyê, dewleta qirker ya ku ji dîrokê heya roja îro li hemberî gelê Kurd her di nava şerekê mezin de ye, dubare serî li rêbazên herî qirêj da. Li Mamreşo gerîlayên azadiya Kurdistanê yên ku bi pêşengtiya fermandar Serhed Giravî li ber xwe didan, derbên mezin li dagirkeran dixistin. Dewleta Tirk xwe li ber berxwedaniya ciwanên leheng negirt û çekên qedexekirî bikaranî. Dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd tawanên di nava berfirehiya tawanên şer de cihê xwe digrin kiriye û dike. Li cih û demên cuda li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê bi dehan caran çekên qedexekirî bi kar aniye û bûye sedema şehîdbûyîna gerîlayên azadiya Kurdistanê. Dagirkerên ku xwe li ber berxwedaniya gerîla ranagrin dubare dubare çekên qedexekirî bikar tînin. Di sala 2012’an de li geliyê Têyarê li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê çekên qedexekirî bikaranîn û bûn sedema şehadeta gelek gerîlayan. Her wiha di nava 3-4 salên dawîn de li Avaşîn, Zap û Metîna li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê bi awayekê rûtîn her roj û her kêlî çekên qedexekirî tên karanîn. 

Bi taybet di dawiya sala 2023’yan û di destpêka sala 2024’an de operasyonên şoreşgerî yên ku gerîlayên azadiya Kurdistanê lidar xistine mohra xwe li salê da. Di nav operasyonên şoreşgerî de rûxmê berfa zêde û rûxmê şert û mercên zehmet gerîla kêliyek jî nesekînî û derb li dagirkeran xist. Di van operasyonên şoreşgerî de dagirkerên ku bi hevkariya PDK xwe li çiyayên Kurdistanê bi cih kirine derbên pir giran ji gerîlayên azadiya Kurdistanê xwarin. Di van operasyonên şoreşgerî de gerîlayên azadiya Kurdistanê bi azweriyeke mezin bi ruhê tolhildanê bi ser dagirkeran de çûn. Gelek cebilxane desteser kirin, gelek kuştiyên dagirkeran çêbûn. Her wiha gerîlayan gelek cihên jiyanê yên dagirkeran îmha kirin. Ev operasyonên ku bi navê şehîd Leyla Sorxwîn, şehîd Ehmed Rûbar, û Şehîd Helmet Dêrelûk hatin destpêkirin bûn sedem ku dewleta Tirk a dagirker di nava xwe de tirs û xofeke mezin jiyan bike. Ev operasyon mohra xwe li sala 2024’an xist û gerîla bi biryardariyeke mezin di têkbirina dagirkeran de bi awayek herî xurt çalakiyan bi pêş dixe. Dewleta ku ewqasî pesnê leşkerên xwe dida, ewqasî propagandayê wê dikir, di derbarê gerîlayên azadiya Kurdistanê de ewqasî şerê taybet dimeşand, bi çalakiya gerîlayan hemû derewên wan derketin holê. Êdî gerîla ji her demê zêdetir nêzî Kurdistaneke azad û Rêbertiyeke azad in.