Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek herêmeke hiqûqî û siyasî ku xwedî hevpeymaniya civakî ya demokratîk e, heqîqetek e û sêzdeh sal in li hember zilm û dîktatorî û despotîzmê tê dikoşe. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi qebûlkirina rastiyên civakî û çandî bûye sîstemeke giştgîr ku hemû civakê hembêz dike.
Ev sîstem bi awayekî qanûnî û demokratîk tê birêvebirin û rojane xwe nû dike û ber bi pêş diçe û pêwîstiyên gel ên wekî parastin, tenduristî, xizmetguzarî û perwerdeyê cî bi cî dike û gel jî hewla xurtkirina bingeh û stûnên vê sîstemê dide. Gel rêveberiya xweser wek parçeyek ji hebûn û nasnameya xwe dibîne. Sîstema rêveberiya xweser li hember vê baweriya gel hewl dide hemû pêwîstiyên gelan û pêkhateyên cuda bêyî cudahiya neteweyî û dînî û mezhebî cî bi cî bike.
Sîstema rêveberiya xweser li Rojhilata Navîn ezmûneke nû ye ku gel xwebexşane di rêvebirin û pêşxistina wê de kar û xebatan dike. Hêviyek e li derveyî sîstema modernîteya kapîtalîst. Hêviyek e ji bo gel û azadîxwazên Rojhilata Navîn û cîhanê. Ev hêvî her ku diçe li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê wek modeleke gelan a serkeftî tê dîtin. Azadîxwaz, akademîsyen, rewşenbîr, tevgerên maf û azadiyan û tevgerên jin û ciwanan hêviyên xwe di hebûna vê sîstemê de dibînin. Kampanyaya Azadiya Fizîkî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re rastiya vê yekê ye.
Îro hemû dewletên dagirker ên li ser Kurdistanê li paytexta Iraqê dicivin û li dijî tevgera azadiya gelê Kurdistanê komployan li ser komployan çêdikin û dixwazin qirkirina Kurdan pêşve bibin. Ev hêz, cesaret û hêzê ji NATO, Amerîka û Ewropayê werdigirin. Divê her kes vê rastiyê wiha fam bike. Cesaretê ji wan hêzan werdigirin ku li dijî rêberê me û gelê me komployeke navneteweyî çêkirin.
CPT ku Komîteya Astengkirina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê ye, serdana Îmraliyê kiriye û naxwaze li ser vê serdana xwe daxuyaniyekê bide û xwe ji rastiyan vedidize û henekên xwe bi Kurdan û azadîxwazên dinyayê dike. Ev sazî ku Rêber Apo bi xwe jî di manîfestoyên xwe de behsa wê dike û dibêje: “Yekem kes ku li Îmraliyê pêşwaziya min kir, endamekî CPT’yê bû. Ji min re gotin tu yê li vir bimînî û em ê jî li derve hewla hin çareseriyan bidin. Ev yek nîşaneya wê rastiyê ye ku welatên Yekîtiya Ewropayê li pişt êrişên li ser gelê Kurd in. Divê gelê Kurd ji van hêzan bawer neke. Wan xwe di postê mihê de veşartiye û wek gurên birçî êrişî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn û cîhanê dikin. Ev hêz tenê li dû berjewendiyên xwe ne û mafên mirovan û demokrasî li ba van hêzan bi qasî qirûşekî sexte jî nake. Lewma divê em wisa bi hêsanî bi propagandayên demokrasî û mafên mirovan ên van hêzan nexapin û guh nedin propagandayên wan ên derewîn.”
Rêber Apo bi rêya sîstema xweseriya demokratîk û modela çareseriya neteweya demokratîk û civakeke exlaqî û siyasî û demokratîk û li ser bingeha azadiya jinan karî perdeyê ji ser rûyê rasteqîne yê sîstema modernîteya kapîtalîst rake û ji hêla din ve karî bi gelên Rojhilata Navîn û azadîxwazên cîhanê bide famkirin ku çi qas alîgirê yekîtiya gel û çand û bawerî û dîn û mezhebên cuda ye. Sedema rasteqîne ku kir ku hêzên cîhanî beşdarî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo bibin, aliyên demokratîk û azadîxwaz ên Rêber Apo bûn. Tirsê bi komplogeran girt ku bi cihgirbûna sîstema xweseriya demokratîk desthilatdariya wan a çend hezar salan êdî nikare mîna berê zilm û kedxwarî û kolekirina li ser gelan bidomîne. Sîstema modernîteya kapîtalîst di bîst û pêncemîn salvegera komploya li dijî Rêber Apo û gelê Kur de rasterast bûne aliyên serekî yên wan êrişan ku li Rojhilata Navîn û cîhanê li gelê Kurd têne kirin. Divê her kes vê rastiyê bizane.
Rêber Apo bi avakirina sîstema modernîteya demokratîk di nav zîndana Îmraliyê de li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst derket û derbeyeke dîrokî li vê sîstemê daye û tolhildaneke mezin jê vekiriye. Her vê derbeyê wisa kiriye ku ev hêz tecrîdê bi ser Rêber Apo de bisepînin û hêviyên jiyanê hişk bikn. Lê belê Rêber Apo bi xwe û bi fikra xwe bûye çavkaniya hêviya milyonan mirovên azadîxwaz û hêviya azadiya gelê Kurd.
Ew êrişên ku van dawiyan li Dêrezorê li navendeke perwerdeyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk hatin kirin, ne êrişên wisa asayî ne. Ev êriş li ber çavên hêzên hevpeymaniya li dijî DAIŞ’ê pêk hatin, lê belê heta niha jî van hêzan li hember vê yekê tu helwestek nîşan nedaye. Eger wisa be, hebûn û tunebûna hêzên hevpeyman li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu cudahiyekê çênake. Ev bêdengî di siberojê de dê bibe zindîbûna çeteyên DAIŞ’ê. Eger îro dewleta Tirk a dagirker li ber çavê raya giştî ya cîhanê kampa çeteyên DAIŞ’ê dike armanc , ev yek ji bo teşwîqkirin û revîna çeteyên DAIŞ’ê ye û berfirehkirina şer û aloziyan e. Lewma ji bo pûçkirina van komployan ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin armanc, divê em têkoşîn û berxwedana xwe xurttir bikin û bi hêzwergirtina ji gotina binirx a şehîdê me Mazlûm Dogan, “Berxwedan jiyan e”, em dawiyê li komploya navneteweyî bînin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin.