Beriya hilbijartinê li Bexda û Hewlêrê planên nû yên komployê di dewreyê de ne

Li aliyekê Meşa azadiyê li ser bingeha têkoşîna li dijî komploya navneteweyî didome, li aliyê din hewl tê dayîn li Enqere, Bexda û Hewlêrê komployeke nû bê avakirin. Komploya ku hewl tê dayîn bê avakirin, ferzkirina koledariyê ye.

Sernavê ku lê hatiye kirin li şûna sernaveke berfireh û felsefî, ji bo eşkerekirina geşedanên leşkerî û sîyasî yên di heyamên dawî de û derbarê enformasyon û operasyonên psîkolojîk yên îroyîn de û desthilatdar tesîreke çawa li gel dike û ev yek çawa koledariya civakî ya dilxwazî diafirîne, hate hilbijartin.

Tevgera Azadiya Kurd di sala 2024’an de bi hemleyeke mezin a siyasî û leşkerî serdestiya psîkolojîk bi dest xist û vê yekê li herêmê û cîhanê rê li ber geşedanên mezin vekir. Pêngava ji bo azadiyê Rêber Apo hatî destpêkirin her roj li seranserê cîhanê bi çalakiyên nû gihişt asteke nû û pêş ket û ev yek ji bo hemû gelên cîhanê bû sedema coş û hêviyê. Kampanyaya azadiya Rêber Apo bi şîara ‘cîhaneke din pêkan e’ girêdayî paradîgmaya Apoyî dimeşe. Pêngav li her çar perçeyên Kurdistanê bi meşên azadiyê xurttir dibe û gelê me û gelên cîhanê bi van çalakiyan tim bi avakirina azadiyê kêfxweşiya mezin a jiyanê dijîn. Di hemû kêliyên meşên azadiyê de hesta avakirina azadiyê ya di heman kêliyê de û ya jiyankirinê ya pîroz, bi berdewamkirina van meşan ve serîrakirina li dijî koletiyê, xweazadkirin, tê hîskirin. 17’ê Sibatê li Ewropayê gelê me û dostên wan li dijî koletî û komployê ji bo beşdarbûna çalakiya azadiyê û ji niha ve ji bo di kêliyê de pêkanîna mezintirîn avakirin û qîrîna azadiyê hemû kes di nava amadekariyên mezin de ye. Otobus tên girtin, wesayit tên amadekirin, gel dibêje 'ez jî dixwazim azad bibim' pir bi coş e û hewl didin beşdarî pêngava di kêliyê de avakirina azadiyê bibin…  Amadekariyên vê pêngava mezin a azadiya ku hewce ye mirov bibîne û beşdar bibe ji niha ve coşeke mezin li cem mirovan peyda dike.

Di malbata zimanên Hind-Ewropî de azadî û hevaltî ji heman kokê tê. Azadbûn tê wateya beşdarbûna wê civaka mezin. Em dibînin ku tevgera azadiyê ber bi avakirina civakeke birûmet ve diçe û beramberî vê yekê desthilatdariyên serdest û hêzên hegemonîk li Bexda, Hewlêr, li ber deriyên NATO’yê ji bo astengkirina vê meşa birûmet û koletiyê li ser gelê Kurd ferz bikin, planên qirêj dikin û em jî dibînin ku divê meşa azadiyê zêdetir were berfirehtirin.

LI DIJÎ BANDORÊN PSÎKO-DESTHILATDARÎ ROJEVA XWE DIYARKIRIN

Li aliyekê Meşa azadiyê li ser bingeha têkoşîna li dijî komploya navneteweyî didome, li aliyê din hewl tê dayîn li Enqere, Bexda û Hewlêrê komployeke nû bê avakirin. Komploya ku hewl tê dayîn bê avakirin, ferzkirina koledariya mutleq a li dijî meşa mezin a azadiyê ye. Mirov nikare bibêje ku ev êrîşên ku faşîzma AKP-MHP'ê ji bo qirkirina Kurdan pêk tîne ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ve bi awayekî baş tê fêmkirin. Pêşketinên di torên zanist-teknolojî û ragihandinê yên îro de, teknîkeke nû ya hêzê derxist holê. Bi medyaya dijîtal û agahiyên bêsînor civak rojê bîst û çar saetan ji rastiyê dûr dikeve û dibe objeya operasyonên psîkolojîk. Li şûna ku li dijî planên qirkirina Kurdan bîst û çar saetan têkoşîn bê meşandin, nîqaşên 'kî bû namzet û kî vekişiya û çima' operasyonên psîkolojîk û manîpulasyonên derûniyê weke şêweyekî nû yê desthilatdariyê ketiye dewrê.

EM NIKARIN BI ROJEVÊN NAVENDÊN ŞERÊ TAYBET TEVLÎ ARTÊŞA KOLEYÊN DILXWAZ BIBIN

Faşîzma AKP-MHP’ê li ser bingehê qirkirina Kurdan, mafên welatîbûnê û îradeya gelê Kurd ji holê radike. Bi hêzên leşkerî, polîs, cerdevan û hêzên paramîlîter di bin navê bi cihkirina hilbijêran de rêbazên xwe yên dagirkeriya nû pêş têxe. Di rewşek wiha de nabe ku mirov li ser namzetê rast ê li Stenbolê bifikire. Rojeva ku şerê taybet dixwaze nîqaş bike û di rojevê de bihêle, bandorê li gelan û gelê me, derdorên me yên rêxistinî yên herî baş jî dike. Qirkirin, mêtingerî, dagirkeriya nû, waliyên mêtingeriyê, polîtîkayên tecrîda mutlaq a faşîzma AKP-MHP’ê, amadekariyên dagirkeriya berfireh bi teknîkên desthilatdariya nû ya li ser medyaya dîjîtal hewl tê dayîn ku bê veşartin. Bi feraseta ku li welatekî demokratîk hilbijartin tê kirin û em li pey azadiyê ne, bi dilxwazî tevlîbûn ji artêşa koletiyê re çêdibe. Li Tirkiyeyê di nêzbûna pêvajoya hilbijartina herêmî de, li dijî operasyonên faşîzma AKP-MHP’ê û rêbazên wê yên desthilatdariya psîko ya ku li ser medyaya dîjîtal tê avakirin, li ser bingehê heqîqetê ji her demê zêdetir pêwîstî bi ronîbûnekî heye. Di pêvajoya hilbijartina herêmî de faşîzma AKP-MHP’ê li kuderê Kurdek bijî, weke gefeke ku divê bê tunekirin dibîne. Divê baş bê fêmkirin ku her dengekî ku ji AKP’ê re bê dayîn, tê wateya rêya xiyanet û koletiyê. Di cewherê xwe de mirov fêm nake ku AKP li Kurdistanê mîtîng bike û deng bistîne. Her dengê ku ji AKP’ê re tê dayîn, di cewherê xwe de tê wateya piştgirî dayîna qirkirinê. AKP’ê jî ev yek fêm kiriye ku êdî bi polîs, leşker û tîmên taybet dixwaze li Kurdistanê deng bistîne. Ev jî nîşan dide ku deng dayîna AKP’ê, tê wateya li gel tîmên taybet û MÎT’ê cih girtin.

DEM PARTÎ WÊ LI HEMÛ MECLÎSÊN BAJARÊN TIRKIYEYÊ BI XETA RÊYA SÊYEM BEŞDAR BIBE

Li metropolên Tirkiyeyê ku di pêvajoya hilbijartinên herêmî de li ser wan  gelek nîqaş tên kirin wê hêzên azadî û demokrasiyê helwesteke çawa nîşan bidin, li gel operasyonên psîkolojîk ku tim ji aliyê AKP’ê ve tên kirin û di vê pêvajoyê de biryardayîn û bidestxistina heqîqetê wê çawa be? Ji ber ku Stenbol  bajarekî mezin ê kedxwarinê ye bûye qada têkoşîna kedxwar û dizan, li beramberî vê yekê DEM Partî weke hêzên demokrasî û azadiyê di serî de li Stenbolê û li bajarên din wê helwesteke çawa nîşan bide? DEM Partî bêyî ku angajeyî partiyên rast û çep ên rantiyeyan bibe, wê çawa rêya sêyem bimeşîne? Dema Dem Partî namzet derxist AKP-MHP’ê wê faşîzmê belavî herêmê bike, gelan bênefes bihêle û destkeftiyan bi dest bixe. Ev jî wê bibe rewşeke ku neyê tercîhkirin. Wê bibe rewşek welê ku stûyê xwe bi xwe dirêjî kêrê bike. Eger namzet neyê derxistin wê sîstema çep bi ser bikeve. Eger DEM Partiya ku nûneriya Kurdan, jinan, ciwanan, kedkar û bindestan dike, namzet ne derxîne wê qezenc bi dest nekevin. Eger hêzeke ku neçar nîne hêza xwe nîşan bide hebe, destpêkê ev xeta azadiyê ye ku DEM Partî nûneriya wê dike.

Di nava van hemû îhtîmalan de rêya sêyem wê li cihên lê bi ser bikeve serokatiyên şaredariyê, li cihên wê bi ser nekeve jî di meclîsên şaredariyê de wê koman ava bike, di rêveberiyan de bi bandor bibe û wezîfeyan bi dest bixe. Li Kurdistanê paqijkirina faşîzma qirker, xeteke demokratîk ku li her devera Tirkiyeyê wê weke rêya sêyem beşdarî rêveberiyên bajêr bibe, dê ji bo berjwendiyên gelê me û gelan bi sûd be. Tercîha hêzên demokratîk a di rêveberiyên herêmî de avakirina koma meclîsê, wê qadan veke ku bi milyonan mirov beşdarî rêveberiyên bajêr bibin. Divê demokrasiya bajêr ji du blokên desthilatdar re neyê hiştin û li ser bingehê xeta rêya sêyemîn bê xurtkirin. Ev yek helwesta herî rast a divê bê şopandin e. Divê gotina “gelê me dixwaze namzet derxîne” baş bê fêmkirin. Gelê me stratejiyeke xwedî destkeftî dixwaze. Dixwaze polîtîkaya rêya sêyem bê meşandin.

Di beşdarbûna rêveberiya bajêr de, wê bi kîjan hêzê re taktîk, kîjan hêzê re têkîliyeke stratejîk bê avakirin, xebatên DEM Partiyê wê vê yekê diyar bike. Bi vî rengî rêya sêyem bêyî ku angajeyî ti kesê bibe, li şaredariyan û meclîsan wê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê pêş bixe û têkoşîna gelan û gelê me wê bike daîmî. Ev yek wê bibe helwesta herî rast û afirêner.