Komên ser bi Îranê li Dêrezorê bi balafirên bêmirov êrişî ser Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) kir, ev yek geşedaneke nû ye. Ev êriş di demeke wisa de pêk hat ku bîst û duyemîn gera civînên Astaneyê li Qezaxistanê hefteya borî hat lidarxistin. Hevwextî civîna Astaneyê Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bi serdaneke resmî çû Tirkiyeyê û bi Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Tayib Erdogan re hevdîtin kir. Di civîna çapemeniyê ya hevbeş de Erdogan bi aşkera ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û rejîma Îranê li ser wê yekê li hev kirine ku şerê YPG, PKK û PJAK’ê bikin.
Piştî êrişa Hemasê bo ser Îsraîlê di 7’ê Cotmeha 2023’yan de, hemû çav li ser wê yekê bûn ku destê Îranê rasterast di wê êrişê de heye. Lê belê pir zû berpirsên payebilind ên Îranê bi daxuyaniyên fermî ragihandin ku eleqeya wan bi êrişa Hemasê ya li ser Îsraîlê tune ye. Pêxistina agirê vî şerî heta niha bûye sedema qirkirina bîst û heşt hezar Filistiniyên bêtawan. Qirkirineke fizîkî û madî û menewî bi rê ve diçe û kes jî berpirsyariya van êrişan nagire ser xwe. Her çend hejmara kuştî û birîndarên hêzên Îsraîlê ji raya giştî re nehatibin aşkerakirin jî, lê belê li gorî amarên herêmî û cîhanî di van êrişan de zerer û ziyaneke mezin li Îsraîlê çêbûye. Li Xezayê cihekî ewle ji bo jiyanê nemaye.
Êrişa Hemasê ji nişka ve pêk hat, tu kesî guman nedikir ku destê dewleta Tirk di van êrişan de hebe. Lewma hê ji destpêkê ve heta vê demê jî dewleta Tirk bi awayekî taktîkî û manîpulatîf piştgiriya êrişên Hemasê dike û bi rêya medyayê êrişî ser Îsraîlê dike û dixwaze Îranê bîne nav qada şer.
Dewleta Tirk a dagirker baş dizane ku Îranê di rewş û pozîsyoneke wisa de nîn e ku bikare rasterast piştgiriya van êrişên Hemasê bike. Ji ber ku Îranê xwe ji piştgiriya êrişên Hamasê dûr girt, di nav rêzên Hemasê de li hember Îranê nîvçebaweriyek çêbû. Lewma serkirdeyên Hemasê bi lez stara xwe birin ber Rûsyayê û daxwaza hevkariyê ji Rûsyayê kirin. Çinku ji Hemasê re aşkera bûbû ku Îranê di rewşeke wisa de nîn e ku bikare rasterast piştgiriya wan bike. Piştgirînekirina Îranê ya li Hemasê bi awayekî rasterast, wisa kir ku di nav berpirsên Hemasê de duberekî çêbe. Hetta di nav rêzên Hîzbulaha Lubnanê de jî bi heman awayî duberekî çêbûye. Kuştina berpirsên Hîzbulahê li Şamê di encama wê duberekiyê de çêbû. Ewên ku di eniya Îranê de mane, bi wê yekê tên tawanbarkirin ku rewşa welêt tevlihev dikin û dibin serêşan ji bo siberoja Lubnan û Filistînê û hetta ji bo Yemen, Iraq û Sûriyeyê jî. Lewra tu yek ji van koman ne amade ne ku rasterast li hember hêzên Amerîkayê bikevin nav şer. Ji ber ku dizanin bêyî piştgiriya Îranê bi xwe tenê nikarin li hember êrişên Amerîkayê li ber xwe bidin.
Her wiha Hîzbulahê bi avêtina çend mûşekan xwe dûr girt ku bi Îsraîlî re bikeve nav şer. Ji ber ku ew dizanin ku Îsraîl bi biryar e ku mîna êrişa li ser Hemasê êrişî Hizbullaha Lubnanê jî bike. Eger nakokî di navbera Hizbulah û Îsraîlê de zêde bibin, îhtimal heye ku Îsraîl mîna êrişa li dijî Hemas û Xezayê êrişî Lubnanê jî bike. Hikûmeta Lubnanê naxwaze welatê xwe bikeve rewşa Filistînê, lewma rê nade Hizbulahê ku bi artêşa Îsraîlê re bikeve nav şerekî wiha wêranker.
Hêzên li nav Iraqê jî ji Eniya Berxwedana Îslamî, Heşdî Şe’bî, Esaîbî Ehlê Heq bigire heta Hêzên Bedrê, ew hêz in ku bi Hêzên Çarçoveya Hemahengiyê re hikûmet pêk anîne. Dîsan van hêzan Mihemed Şiya Sûdanî anî ser desthilatdariyê. Eger ev hêz guh nedin Sûdanî û êrişên xwe yên li ser Amerîkayê nesekinînin, wê demê Sûdanî ji hikûmetê vedikişe û rewşa Iraqê ber bi aloziyeke zêdetir diçe.
Vê rewşê wisa kiriye ku di nav van hêzên de ku alîgirên Îranê ne, bi awayek ji awayan duberekî çêbe. Dewleta Îranê çi piştgiriya êrişên van hêzan ên li ser Amerîkayê bike çi bêdeng be, di her du rewşan de zererê dike. Eger bêdeng be, ev hêz nikarin bi tena serê xwe şer bimeşînin û bi awayekî demdirêj nikarin li hember êrişên Amerîka û Îsraîlê li ber xwe bidin. Eger Îran piştgirî û hevkariya xwe ya li van hêzan bidomîne, wê demê rasterast dewleta Îranê dibe aliyekî van êrişan û dikeve ber rehmeta hêzên Amerîka û welatên hevpeyman. Lewma ji bo dewleta Îranê baştir e ku bêdeng be.
Aliyê ku di van êrişan de qezenc dike, dewleta Tirk a dagirker e. Dewleta Tirk hem bi welatên Ereb re ye, hem bi Îsraîlê re ye. Bi gotineke din di van şeran de aliyê ku heta niha qezenc dike, dewleta Tirk a dagirker e. Tevî ku ji gelek hêlan ve Îran hatiye dorpêçkirin û şer ber bi keleha wê dikişe, lê dewleta Tirk a dagirker di cihê xwe de natebite. Ji ber ku dewleta Tirk û Erdogan şerê li dijî Kurdan ji xwe re wek stratejiyekê dibînin û hemû hewla wan ew e ku bi Sûriye, Iraq û Îranê re şerê Kurdan bikin.
Gazîkirina Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bo Tirkiyeyê û civînên Astaneyê û serdana Serokê MÎT’a dewleta Tirk a bo Iraqê û serdana Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê û Sererkanê Giştî yê Tirkiyeyê bo Iraq û Herêma Kurdistanê, nîşaneya tengavbûna dewleta Tirk e.
Dewleta Tirk a dagirker û Erdogan ji ber wan derbeyên ku gerîla li Zap, Avaşîn, Xakurk û Metînayê li artêşa wan a têkçûyî dane, aramiya wan nemaye û dixwazin bi her awayî derbeyê li gerîlayên azadiya Kurdistanê bidin. Lewra careke din li dû hevpeymaniyên nû digere da ku operasyoneke nû li hember hêzên gerîla çêke. Dewleta Tirk bi her awayî hewl dide Îran, Iraq, Sûriye û PDK’yê beşdarî şerê li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê bike. Dewleta Tirk baş dizane ku di êrişên wiha de nikare bigihîje encamên xwe. Lê belê diyar e Erdogan hemû hewla xwe dide da ku Îranê bikişîne nav şerê li dijî Kurdan.
Dewleta Tirk bi xeyalên salên 1997 û 1998’an dixwaze li dijî gerîla operasyonên dagirkirinê bi rê ve bibe. Lê nizane êdî pirsa PKK û Rêber Apo û felsefeya azadîxwaz a vê tevgerê li hemû cîhanê belav bûye û di hevsengiyên siyasî yên herêmî û cîhanî de PKK û tevgera Apoyî bûye aliyekî esasî û bê ku hesaba PKK bê kirin, ne mimkin e ku li Rojhilata Navîn û cîhanê aramî û ewlehî çêbe.