Şerê cîhanê yê sêyemîn rastiyek e û navenda wê erdnîgariya Rojhilata Navîn û hawirdora wê ya çandî ye. Tenê şerê li Iraqê diqewime ku herî zêde navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e jî nîşan dide ku ev tenê ne meseleyeke welatekî ye, eleqeya xwe bi hebûn û berjewendiyên hêzên hegemonîk hene. Ev şer encax û encax eger Îran bi giştî bêbandor were hiştin, Efxanistan û Iraq bigihîjin îstîkrarê û tehdîdên Çîn û Emerîkaya Latîn ji holê rabin dikare were qedandin. Lewma, em hê jî di nîvê şer de ne. Tiştekî teqez gotin ji bo zanistên civakî ne rast e lê, dibe ku şer nêzî deh sal bidome. (Ji xwe planên dawî yên NATO’yê jî pêvajoyeke deh salî dihewîne). Wê carînan dîplomasî, carînan jî tundî giran bibe. Wê bi krîzên bi tundî û aborî mûdaxeleyî rojevê bê kirin. Wê pêşaniya qadan bê guhertin, yanî bi şeklekî wê şer li gelek qadan cereyan bike. Lê ger em xwezaya şer bigirin ber çav em ê baştir fêm bikin ku operasyona 1998’an çima bi awayekî navneteweyî hat meşandin û em ê fêm bikin ku operasyona Gladio ya herî mezin a NATO’yê ye.
Li New Yorkê di 11’ê Îlona 2001’an de êrîşeke birin ser Bercên Cêwî ku bi îhtîmaleke mezin komplo bû û ya rastî, bi vê êrîş û hewldanê sîstema kapîtalîst ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ da destpêkirin. Piştî ku di sala 1990’î de Rûsya Sovyetê ji hev de ket, NATO’yê ango sîstema hegemonîk a dinyayê Îslama radîkal a ji zû ve weke dijminê nû îlan kiribû, ya rastî weke maskeya îdeolojîk bi kar dianî. Armanca vê bi xwe jî ew bû, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn li welatên Rojhilata Navîn ên bi çanda Îslamî radibûn, temamkirina hegemonya kapîtalîst a nîvcomayî û nexasim dewletên Îran, Iraq, Sûriye, Lîbya û hwd. yên weke dewletên asî û eşqiya hatine ragihandin bi awayekî bi rêkûpêk entegrekirina wan bi sîstemê ve û bi giştî jî bi hêzkirina hegemonya DYE’yê li dinyayê. Bi ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ ku hegemonya DYE’yê xwe lê rakişand, valatiya piştî hilweşîna sîstema Sovyetê ya derketibû holê bihata tijîkirin. Wekî din, bi vî awayî wê pêşî li mezinbûna hevrikê nû yê muhtemel Çînê bihata girtin. Armanca pêngava pêşî ya li dijî Efganistanê ew bû, ji bo ku Rûsya û Çîn valatiya hegemonîk a li Asyaya Navîn tijî nekin bi lez tevgeriyabû û xwestibû însiyatîfê ji dest nede. El Qaîde û Talîban bi vê armancê weke amûrên paravan hatin bikaranîn. Eger bixwazin dikarin di nava bîstûçar saetan de dawiyê li wan bînin. Lê ji bo rewakirina şer diviyabû hebûna wan timî di rojevê de bihata hiştin.
Di serê salên 1990’î de Yekîtiya Sovyetê ji hev de ketibû û lewma ji bo hegemonya cîhana kapîtalîst (hêza pêşeng DYE) diyarkirina dijminekî nû weke pirsgirêkekê derketibû holê. Di encamê de li ser bingehê ewlekariya Îsraîlê, radîkalîzma Îslamî weke tehlûke yan jî dijminekî nû hat îlankirin. Ev rastiya nû ya derketiye holê, li ser mirov ferz dike ku mirov li rewşa Îsraîlê ya li herêmê ji nû ve bifikire. Avabûna Îsraîlê weke dewleteke netewe ya li herêmê nîne û nabe jî. Piştî ku Împaratoriya Osmanî bi zanîn hat hilweşandin, Îsraîl weke HÊZA KAKIL a hegemonya nû li herêmê tesewirkirin û avakirin. Li dinyayê hegemonya Îngilistan-DYE’yê çi be, hêza nû ya hegemonîk a herêmê Îsraîl jî li Rojhilata Navîn ew tişt e. Îsraîl bi tenê dewleteke netewe ya piçûk a Cihû nîne, hêzeke mezin a hegemonîk e. Di bin pirsgirêkên bingehîn ên aktuel ên Rojhilata Navîn de hûnandina dewletên netewe heye û pirsgirêka Kurd jî bi awayekî bingehîn ji ber vê hûnandinê ye. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn bi awayekî hat hûnandin ji bo ku pirsgirêk bi kêmanî sedsalekê dewam bikin. Mentiqê di avabûna tevahiya dewletên netewe yên li Rojhilata Navîn de pirsgirêkên heyî yên civakî çareser nake, pirsgirêkan zêdetir dike û ev dihêle ku dewletên netewe timî di rewşa rejîmên şerên hundir û derve de bimînin. Sedema bingehîn a vê yekê jî ew e, Îsraîl weke kakilê hêzên hegemonîk hatiye avakirin. Mirov heta Îsraîlê weke kakilê hegemonîk fêhm neke, mirov nikare fêhm bike ka hevsengî yan jî bêhevsengiya dewletên netewe li Rojhilata Navîn çawa hatiye hûnandin û avakirin. Bi awayekî herî eşkere hêmana ku vê îspat bike, pirsgirêka Kurd û parçebûna Kurdistanê ye.
Li Rojhilata Navîn a piştî salên 1990’î diyardeya di çarçoveya Şerê Kendavê de hatiye destpêkirin weke yek ji versiyonên girîng ên ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ bê nirxandin, mirov ê bibîne piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ji Împaratoriya Osmanî ya têkçûyî Proto-Îsraîlekê dewleteke netewe ya Tirk, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn dewleta Îsraîlê ya rastî û ji versiyona ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ jî weke amûrê bingehîn ê ewlekariya dewleta Îsraîlê dewleta netewe ya Kurd a Proto-Îsraîlê tê avakirin. Ango piştî salên 1990’î di serî de hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst ên li dijberî PKK’ê Emerîka, hêzên Yekîtiya Ewropayê, Japonya û wekî din, xwestin dewletoka netewe ya Kurd a ku dewletên netewe yên Tirk û Îsraîlê jî wê destek dikin, weke alternatîfekê deynin.Şerên NATO’yê yên bi desteka Gladîo yên piştî salên 1990’î li dijî PKK’ê, vê rastiyê pir eşkere piştrast dikin. Ji ber ku şerê gel ê şoreşgerî yê PKK’ê bi roleke alternatîf radibe û li nava Kurdistanê rê li ber netewetiya gel vedike û dixwazin bi netewetiya dewletê pêşiyê lê bigirin, dixwazin alternatîfa PKK’ê pûç û tesfiye bikin. Tevî kêmasî û şaşiyan hemûyan jî tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî yê piştî salên 1990’î dest pê kir, polîtîkayên li ser Kurdistanê yên piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ên hêzên hegemonîk ên Rojavayî û polîtîkayên hêzên herêmî yên dewletên netewe Îsraîl û Tirkiyê pûç kirine.
TIRKIYE NIHA DI ARAFÊ DE YE
Ji salên 1979’an ve ji du milan ve li dijî sîstemê tehlûke hebû ango ji aliyê Rûsya Sovyetê û yê Îrana Îslamî ve û ev sedema bingehîn a derve bû ku dikir Komara Tirkiyeyê veguhere, lê li hundir jî muxalefeta neteweya demokratîk di asta jor de bûbû tehlûke. Ji ber van herdu tehlûkeyan bivênevê li gorî berjwendiyên sîstemê bû ku darbeya 12’ê Îlona 1980’î bi Gladîoyê pêk bîne. Ji bo vê jî Gladîo jixwe bi hêz bû. Di dema Komara Yekemîn de îdeolojiya neteweperest a laîk bi sedema tehlûkeyên nû têrê nedikir, kêm dima. Lewma senteza Îslama Tirk ji bo rawestandina herdu tehlûkeyan hewce dikir. Di vê çarçoveyê de îdeolojiya fermî ya dema Komara Duyemîn weke senteza Îslama Tirk hat pêkanîn. Bi vî awayî wê bi sentezkariya Îslama Tirk a nerm Tirkiyê bersiva bidaya radîkalîzma Îslama Îranê, herweha tevgerên neteweya demokratîk jî wê bi terora faşîst bihata îmhakirin. Di bin destê Gladîoyê de wê bi komareke darbeyê –bi Komara Duyemîn –bi awayekî bingehîn bersiva tehlûkeyên dualî yên hundir û derve bihata dayîn. Pêkanîn jî li ser bingehê konsepta nû ya îdeolojîk meşiyan. Dema Komara Duyemîn ku di sala 1980’î de dest pê kir, li AKP’yê weke partiyeke hegemonîk a vê qonaxa bêhtir belav û cihê xwe girtî fikirîn. Weke partiyeke bi polîtîkayên bingehîn ên derve û hundir ên Komara Duyemîn ve girêdayî, lê êdî dixwaze hegemonya xwe temam bike, dîzayn kirin. Bi awayekî mîna CHP’ya Komara Duyemîn lê fikirîn.
AKP û baskê nû yê bûrjûwaziya Tirk, sermayeya taybet a Anatolyayê ya navenda wê Konya û Qeyserî, ji sermayeya Cihû û hêza wê ya di nava dewletê de (ya di Komara Yekemîn de) zêdetir parê dixwaze. AKP’ya ji aliyê sêbera DYE-İngilistan-Îsraîlê ve ji bo ji hegemonya Rojhilata Navîn re xizmetê bike hatiye çêkirin di berdêla xizmeta xwe de dixwaze para wê bê zêdekirin. Ji bo vê jî dixwaze wesayeta artêşê ya li ser wê bê sivikkirin, li dijî wê darbe neyên kirin û ji pasteya mêtinkariyê ya li Rojhilata Navîn bêhtir par jêre bê veqetandin. Îsraîl daxwazên vê bûrjûwaziya Anatolyayê ya nû ya bi çarpîkan dimeşe zêde dibîne û li bendê ye van daxwazên xwe kêm bike. Herweha ji gotinên wê yên gelekî dubare dike weke ‘hêza herêmî’ û ‘hêza global’ zivêr dibe, van gotinan nepixandî dibîne û dixwaze rast fêhm bike ku li herêmê û dinyayê hêza hegemon kî ye. Rola dane AKP’ê ew e, divê mîlliyetgiriya Şîî ya Îranê, Îslama Radîkal a Ereb û mîlliyetgiriya laîk nerm bike û bi sîstemê ve entegre bike. Eşkere ye ku ji bo vê di artêşê û karên derve de rolek danê. AKP jî bi vê rolê radibe. Şerê di vî warî de şerekî bi qestîka ye, lê nakokiyên wan ên ji bo zêdekirina para xwe rast in, lê van nakokiyan jî dikarin di nava sîstemê de çareser bikin. Di dema navîn û dirêj de bivênevê AKP wê bi sîstema hegemonîk re bi temamî li hev bike. Tirkiye wê yan guh bide sîstemê, yan jî wê xwe ragire û qebûl bike ku polîtîkayên li ser Iraq û Îranê têne meşandin wê li ser wê jî bêne pêkanîn. Guhdana wê ya sîstemê jî tê wê maneyê ku divê bi Kurdan re li hev bike, mesafeyekê deyne navbera têkiliyên xwe yên bi Sûriye û Îranê re jî. Na eger ji sîstemê qut bibe û di rojgarên cuda de ji xwe re li cih bigire yan jî cih çêke, ji sedî sed divê operasyoneke mîna ya li dijî Iraqê li dijî xwe jî li ber çavan bigire. Di rewşeke bi vî rengî de sîstem wê bi hêza xwe hemûyî destekê bide tevgera dewleta netewe ya Kurd û wê kakilê dewleta netewe ya li Iraqê berfireh bike.
Mirov bi hêsanî dikare bibêje, Tirkiye xeleka qels a sîstemê ye. Lewma qutbûna wê ya ji sîstemê îhtîmaleke qels nîne. Qutbûn dikare di du çarçoveyan de pêk bê: Ya yekê, eger ne xapandin be, bi Îran, Sûrî û heta Rûsya û welatên din ên weke Brezîlya, Hindistan û Çînê re hewl bide bibe hêza herêmî ya bigihîje heta hêza globalbûnê ku weke destguherîna hegemonyayê jî tê şîrovekirin, û bi vî awayî li ber hegemonya DYE, Îngilistan û Yekîtiya Ewrûpayê rabe. Ya diduyan, eger Komara Tirkiyê hevgirtinên xwe yên di dema Şerê Rizgariya Neteweyî de li ser bingehê neteweya demokratîk aktualîze bike qutbûna duyemîn mumkîn dibe.
Destpêkê hikûmeta AKP ya ku bi alîkariya Îsraîl, DYE û YE hatibû ser kar ji bo PKK tecrîd tesfiye bike bi dewletên Sûrî û Îranê re tifaqan pêş xist lê ev tifaq encamên berevajî derxistin holê; Welatên Îsraîl, DYE û YE bertek nîşan dan û TC sûcdar kirin ku eksena xwe şemitandine. Li hemberî tifaqa dij Kurd a hikûmetên Tirkiye, Îran û Sûriye; bloka Îsraîl, DYE, YE û Kurdan çêbûye.Di armanca van her du bloqên tifaqê yên ku hema hema wê Rojhilata Navîn ji binî de veguherînin de PKK-KCK heye.
Eger li herêmê Îsraîl-Rêveberiya Kurd a Iraqê-KCK bibin bereyek hingê mirov dikare li bendê be ku ev yek Rojhilata Navîn ber bi veguherînin mezin ve dahf bide. Tirkiye niha halîhazir li Arafê ye. Tercîheke zelal û vebirrî nake, polîtîkayeke bi tewazûn a klasîk ji bo herdu aliyan dimeşîne. Sîstema hegemonîk nikare li Rojhilata Navîn paşve gavê biavêje. Eger biavêje, ji tesfiyeya Îsraîlê bigirin heta jiholêrabûna gelek dewletên Ereb ên mezin û piçûk bivênevê bûyerên dinyayê ji binî ve bihejînin wê biqewimin. Tirkiye yan wê razî bibe pirsgirêka xwe ya Kurd bi awayekî aştiyane, hevgirtî û bi riya demokratîk a bi kêmanî li Xweseriya Demokratîk vekirî çareser bike; Yan jî wê bêhtir bi Îran û Sûriyê ve bê girêdan û li dijî Kurdan şerekî girantir bike. Sûriye û Îran ê ji aliyê xwe ve li dijî Kurdan şer gur nekin. Polîtîkayên xwe yên ji rêûresmê bêhtir bi lihevkirinê bimeşînin û giraniya şer wê bixin ser milê Tirkiyê. Eger Tirkiyê weke ku heta niha kiriye, bêhtir giraniya xwe bide şerê li Kurdistanê û zêdetir şer gurr bike, wê ti cudahiya wê ji Efganistan û Iraqê nemîne, belkî ji wan xirabtir jî bibe.
RÊÛRESMA DEWLETÊ YA ÎRANÊ MÎNÎMALÎZEBÛYÎNÊ QEBÛL NAKE
Rêûresma dewletê ya Îranê mîna Komara Tirkiyeyê bi hêsanî mînîmalîzebûyînê qebûl nake. Weke modernîteyeke cuda, ji aliyê cewherî ve ti nakokiya wê bi modernîteya kapîtalîst re tineye. Nakokiya wê ya bi sîstemê re ew e, mîna dewletên netewe yên Ereb û qonaxên yekemîn û duyemîn ên Komara Tirkiyê bi hesabên taktîk dixwaze ji sîstemê para herî zêde bi dest bixe, were erêkirin û destekkirin, di berdêla vê de jî bi heman rengî wê rê bide wan ku jê sûdê werbigirin û bi vî awayî heman encaman bi dest bixe. Di rêûresma Îranê de cihê bazarê girîng û bi hêz e. Li vir jî awayekî tîpîk ê bazirganiya bazarê heye. Li Îranê jî nakokî tam di vê nuqteyê de dest pê dike. Rêûresma çandî ya bi hêz olîgarşiyeke Şîa ya bi modernîteya kapîtalîst re lihevkirî qebûl nake. Lewma nakokiya li Îranê hertim şensê wê heye veguhere têkoşîneke di navbera du modernîteyên alternatîf de. Çawa ku li cem dewletên netewe yên Tirk û Ereb hat dîtin, ew ê bi hêsanî tesfiye nebe.
Herçiqasî bi giranî di asta devjeniyê de be jî olîgarşiya Îranê di roja me ya îro de bi Îsraîlê re li ser Rojhilata Navîn ketiye nava şerekî hegemonîk. Di vê serdemê de ku sîstem herî zêde globalîze dibe, eger berê xwe nede tercîha modernîteya bikok, şensê serketinê yê olîgarşiya Şîa ya Îranê gelekî kêm e. Rejîma Îranê di nav lêgerîn û têkoşîna ku hem rewşa xwe ya heyî biparêze de ye hem jî dixwaze ji şerê cîhanê yê sêyemîn sûdê werbigire, xwe bi hêz bike û xwe bîne asta hêzekî herêmî û hegemonîk. Li ser bingeha armancên xwe ji şerê li herêmê diqewime jî heta dawiyê sûdê werdigire û bikar tîne. Dixwaze ji midaxeleyên ku li ser herêmên çêdibin li ser esasên armancên jeo-polîtîk û jeo-stratejîk heta dawiyê sûdê werbigre.
Midaxeleya ku li herêmê çêbûye hemn demî Îranê jî dihewîne. Dewleta Îranê bi terz û rêbazên cur bi cur hewil dide xwe li derveyî midaxele bihêle lê ji îro pê de domandina vê wê ne hêsan be. Ev yek wê ne gengaz be. Mîna dewletên neteweyên din, li pêşiya dewleta netewe ya Îranê jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan du rê hene. Ya yekê, divê mîna rejîma Şahtiyê bi sîstemê re li hev bike. Ya rastî, olîgarşiya Şîa ji vê re amade ye. Lê sîstem wê bi halê wê yê heyî qebûl nake. Lê hevdîtinên ji bo lihevkirinê têne meşandin yan bi riyeke aştiyane yan jî bi riya şer wê li gorî hêzên hegemonîk ên kapîtalîst bi encam bibin. Ya diduyan, qutbûneke radîkal a ji sîstemê ye. Lê ev rê jî bi sedema ku hem olîgarşiya Şîa û hem jî hêzên hegemonîk ên Rojava (di serî de Îsraîlê) bêçareserî û bêhêz dihêle, bivênevê çareseriya modernîteya demokratîk ê bikeve dewreyê.
BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BÛYE MÊTINGEHA DEWLETA TIRK
Gelê Başûr bi sala ne li benda rêxistinbûnê ye. Gelek şert û merc, derfet û firsendên dîrokî derketine holê. Divê Tevgera Azadiyê li Başûrê Kurdistanê wek hêzekî siyasî û leşkerî xwe birêxistin bike. Barzaniyan tu carî ewqasî teşhîr nebûbûn. Bi jenosîda dawî ya li ser Êzidiyan û rewşa Şengalê re derket ev kî ne, çi ne.
Ez difikirim ku tiştên min ji bo Barzanî gotine baş nehatine fêmkirin. Li hemberî Barzanî nikarin bibin xwedî têkoşîneke rast jî. Dema wiha dibe; Barzanî li hemberî tevgera me, gelê me her cure fealiyetê dimeşîne. Naxwaze yek Kurdeke/î azad jî li Başûrê Kurdistanê bimîne. Bi dewleta Tirk a qirker, faşîst û mêtinger re her cure têkiliyên hevkarî, ajantî û kontra çêdike; ji bo li Başûrê Kurdistanê bi cih bibin, Başûrê Kurdistanê jî bikin cihekî mêtingeh her tiştî dike. Piştre jî tu yê derkevî bêjî nizanim ez ji bo Kurd û Kurdistan û Kurdayetî çawa têdikoşim. Ev çawa dibe? Gelo zere misqal bawerdêriya wê heye? Em bihêlin ev dijmin avakirina dewleteke Kurd qebûl bike, naxwaze destûr bide yek Kurdeke/î bi rûmet jî li ser rûyê vê dinyayê bijî. Başûrê Kurdistanê bûye mêtingeha dewleta Tirk.Tu cihekî ku MÎT neketiye nemaye. Bûye qadeke şerê taybet a dewleta Tirk. Barzanî van hemûyan erê dike. Ger li hemberî Kurd û Kurdistan têdikoşe, tu dixwaze Kurdistan ava bike divê tu destpêkê li hemberî dewleta Tirk helwest û sekn raber bike.
Her çiqas Barzanî her tiştên dewleta Tirk dixwaze bike jî, di encam de girêdayî Îsraîlê ye. Hedef, berjewendî û polîtîkayên Îsraîlê çi pêwîst bike wê li gorî wan tevbigere. Dewleta Tirk dixwaze xwe bigihîne armanca îmha û tesfiyekirina Tevgera Azadiyê. Barzanî û PDK jî bi armanca netewe dewlet tevdigerin. Vê yekê jî ne ji bo Kurdan ji bo stratejiyên herêmî û berjewendiyên stratejîk ên Îsraîlê dikin. Îsraîl ji bo armancên xwe yên stratejîk û ewlehiya xwe dixwaze netewe dewleteke Kurd a girêdayî wê hebe. Ji bo ev bibe jî, divê Barzanî xurt bibe. Ji bo ku netewe dewleta Kurd ava bibe, were astekî divê bi Tirkiye re şer bike. Avabûna netewe dewleta Kurd wê ji encameke wiha re rê veke. Rewşa stratejîk û herêmî ya Îsraîlê vê yekê pêwîst dike. Lewma, Îsraîl çi bixwaze, bixwaze çi bike wê Barzanî jî li gorî wê yekê tevbigere.
Mûsil- Kerkûk axên dîrokî yên Kurdan e. Parçeyên erdnigariya dîrokî ya Kurdistanê ne. Dewleta Tirk li Mûsil û Kerkûkê bi awayekî pir dijwar xebat û rêxistinên şerê taybet dimeşîne. Dibêjin ‘axên Osmaniyan’. Mûsil û Kerkûkê aîdî xwe dibînin. Wek Eniya Tirkmenên Iraqê û bi rêbazên cuda li Mûsûl û Kerkûkê xwe birêxistin dikin. Barzanî, Mûsil û Kerkûkê difiroşe. Dema tengav dibe, ji bo rewşa xwe sexlem bike Kurdayetiya sexte dike. Dibêje Kerkûk Kudûsa Kurdan e. Bi vê yekê re jî şovenîzma Ereb, neteweperestiya Ereb gur dike.
Barzanî û PDK ji bo feraset û armancên xwe yên desthilatdar, dewletparêz wê neteweperestiyeke teng bikin û wê Kurdan di serî de bi gelê Ereb û gelên herêmê re bîne beramberî hev. Dibe ku felaketên bi vî rengî bîne serê Kurdan. Siyaseta Barzanî, tiştên dike ber bi vir ve dibe û wê bibe. Ne ku divê Kurd û Ereb li hemberî hev şer bikin, berevajî hewce ye Kurd û Ereb tifaqên stratejîk pêş bixin.
Divê Kurd di sedsala 21’an de bi ferasetên neteweperest û dewletperest tevnegerin. Ger dixwazin di vê sedsalê de li Rojhilata Navîn qezenc bikin, ser bixin divê ne li ser esasên neteweperest û dewletperest li ser esasên ferasetên neteweya demokratîk pêş bixin. Ji bo ku Kurd di sedsala 20’an de netewe dewletek ava nekirin, rewşeke neteweperest, dewletperest û desthilatdar di nav xwe de jiyan nekirin ev sedsala 21’an di serî de ji bo gelê Kurd û ji bo hemû gelên herêmê dibe derfet û avantajeke dîrokî. Kurd di pozîsyoneke ku rizgariya demokratîk a gelên herêmê bi rê ve dibin de ne. Berdêlên wê pir giran be jî, li gorî vê erka xwe ya dîrokî tevdigerin. Kurd di vê sedsala 21’an de di serî de ji bo xwe, ji bo gelên herêmê û mirovahiyê wê li ser esasa paradîgmaya nû, azadî û demokrasiyê bidin qezenckirin.
PÊWÎST E LI SÛRIYÊ BI FERASETEKE STRATEJÎK TEVBIGERIN
Sûriye ketiye nav şerekî sehm a navxweyî, pêşeroja Sûriye ne diyar e lê hê jî qet guhartin- veguherîneke demokratîk nayînin bîra xwe. Rejîma BAAS’ê dibêje, “Em ê ev şerê navxweyî ser bixin, piştre jî wek ku tu tiştek li Sûriyeyê neqewimiye me berê Sûriye çawa bi rêve biribe bi vî awayî berdewam bikin”. Di van şert û rewşan de jî mafên neteweyî û civakî yên Kurdan qebûl nakin. Guhartina demokarîk a Sûriyeyê qebûl nakin. Ger îro li hemberî Kurdan êrîşeke topyekûn pêk nayînin ev ji bo hêza wan têr nake ye. Lê em dibînin dema derfetek jî dibînin çawa êrîşî Kurdan dikin. Lê ger dema şerê navxweyî derket Kurd bi awayekî berfirek yekser êrîşî hêzên rejîmê kiribana, bi hêzên din re ketibana rewşeke paralel heta niha wê rejîm ji zû ve hilweşiyaba.
Ger şerê Kurd û Ereb bidin destpêkirin, wê ji îmha û tesfiyeya şoreşa azadî ya Rojava re rê vekin û derfetên ku li Sûriyeyê Kurdan qir bikin ava bikin. Ji ber ku vê yekê pir baş dizanin hewil didin şerê Kurd- Ereb pêş bixin. Her tim Ereban gur dikin, hem vekirî û hem jî veşartî tehrîk dikin. Divê em zanibin ku ger şerê Ereb- Kurd derbikeve wê Tevgera Azadiya Kurd, gelê Kurd û têkoşîna Kurd bi vê winda bike. Rejîma şerê taybet a Tirk û hikûmeta şetê taybet ji bo ku Şoreşa Azadî ya Rojava îmha û tesfiye bikin, Kurdan ji qirkirinê derbas bikin û encamên armanca wan derkevin holê her tiştî bi awayekî bêsînor dikin. Erdogan her tim Lozanê rojev dike û wek îxanet û binkeftinê pênase dike. Divê em vê yekê rast fêm bikin û rast watedar bikin. Bi vê re dixwaze çi bike? Tiştên ku bi Lozanê winda bikin dixwazin niha qezenc bikin. Dixwazin ji Rojhilata Behra Spî, ji Helebê dest pê bikin, yanî ji Rojavayê Kurdistanê dest pê bikin heta Şengal, Mûsil, Kerkûk, Silêmanî yanî bi giştî Başûrê Kurdsitanê derdest bikin. Armanca Amerîka; li Rojava xeta me ya Rêbertî û Tevgera Azadiyê tesfiyekirin e. Wê bixwaze lli Rojava xeta Barzanî û PDK serwer bike. Bi armanca ku PYD PDKyî bike wê tevbigere. Ger Amerîka PYD neke PDK’yî, xeta Barzanî serwer neke wê demê ew ê bixwaze heta jê tê PYD bixe bin kontrola xwe û beralî bike.
Bi taybetî di vê pêvajoya dîrokî ya ku li Kurdistanê, Sûriyeyê herêma Rojhilata Navîn şer ewqasî geş bûye, kûr û tevlîhev bûye de divê hîn bêhtir li ser bingeha leşkerî û siyasî afirîner bifikirin, nêzîkatiyên siyasî û leşkerî pêş bixin, hîn esnektir bin, di nav bîst û çar saetan de guhartin, hamle rêbazên taktîkî bi ser bixin. Tiştên heta niha nekirine divê ji îro pê de bikin. Niha heval li Sûriyê bi feraseteke stratejîk bi siyasî û leşkerî tevnagerin. Ger wiha nebûya, dikaribûn heta niha pêşveçûn û encamên mezin bi dest bixin. Ger kêmek stratejîk fikirîbana, ma wê Efrîn û Kobanê di vê halê de bûya? Ji bo yekîtiya erdnigariya Rojavayê Kurdistanê biparêzin wê têkoşîn û şerê siyasî û leşkerî meşandibana.
Şoreşa Rojava çêbû. Lê divê ev şoreş bê parastin, pêşxistin û mezinkirin. Li Rojava şoreş çêbû lê ev naye wateya ku her tişt xilas. Nayê wateya ku di bin ewlê de ye. Ji ber ku hêzên dij şoreşê ji bo îmha û tesfiyeya Şoreşa Rojava wê heta dawî her tiştî bikin. Lewma, divê hêzên şoreşa Rojava bi taktîk û rêbazên afirînêr şoreşê biparêzin.
TIŞTA LI ÎSRAÎL-FÎLÎSTÎNÊ ÎFLAS KIR PARADÎGMAYA MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST E
Şerên nû yên Rojhilata Navîn ên ku di bin hegemonyaya ABD-YE de tên meşandin dikarin çawa bên bidawîkirin? Gelo wê hîn bêhtir belav bibin û zêde bibin? Gelo hêzên hegemon wê karibin herêmê terk bikin? Ger bikin an jî nekin divê li benda çi bin? Diyar e ku nikarin ji van pirsên bingehîn re bersivên zelal û teqez bidin. Lê aşkere ye ku em bi qonaxeke dîrokî û cuda re rû bi rû ne.
Heta ku wek gelemperî pirsgirêka Cihû û wek taybet pirsgirêka Îsraîlê çareser nebe ne li Rojhilata Navîn ne jî li dinyayê civak nikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Hemû nêzîkatiyên ku xwe dispêrin perspektîfên netewe dewlet pirsgirêkan çareser nakin, pirsgirêkan girantir dikin. Tu mînak wek mînaka Îsraîl- Fîlîstînê ne hînker e. Di mînaka Îsraîl- Filistînê de ya îflas kirî modernîteya kapîtalîst û paradîgmaya wê ya netewe dewletperestî ye. Heta ku ji benda desthilatî û dewletê xilas nebin tu carî Îslam û Cihûtî nikarin bên lihevkirin. Heta ku di hêza desthilat û dewletê de israr bikin ev her du hêz mîna dîrokê wê di roja me de jî hebûnên xwe di hevdu tunekirinê de bibînin.
Tevgera Fîlîstînê di dawî de xwe xiste rewşeke çawa, dibînin. Berê li Rojhilata Navîn, li dinyayê çawa bandoreke wê hebû. Lê ji ber ku li ser bingeheke rast têkoşîna Filîstînê pêş nexistin, di encama têkiliyên çêkirine de xwe anîne rewşeke çawa! Ew tevgera Filîstînê ya muezemdi roja me de kete rewşeke çawa? Tevgera Filîstînê, têkoşîna Filîstînê ji hêzeke wek Hamas re maye! Em dibînin sixtekarên Îslamperest ên siyasî tevgera Filîstînê, têkoşîna Filîstînê xistine rewşeke çawa. Her hêz tevgera rizgarî û gelê Filîstînê li gorî armanc û berjewendiyên xwe dişûxilînin.
Tayyip Erdogan û AKP tevgera Filîstîn û têkoşîna wê li ser bingeha desthilatî, berjewendî û armancên xwe pir baş dişûxilîne. Ji bo vê bike û bibandor be jî, bi gotinên qaşo radîkal li hemberî Îsraîlê derdikeve. Bi vê re jî, hewil dide bi gelê Filîstînê, gelê Ereb û hemû Misilmanan bide qebûl kirin ku ev parêzvan û rêberê wan e, rizgarkerê Îslam û Filîstînê ye. Tevgera Filîstîn û têkoşîna wan li ser bingeheke sixte diparêze, ji bo vê gotinên demagojîk pêş dixe. Armanca wî ya din jî; şerê qirkirina ku ew û hikûmeta xwe li dijî gelê Kurd û têkoşîna Kurd dimeşînin neyê fêmkirin û hîn rihettir şerê qirkirinê ya Kurdan meşandin e. Kesayeteke ku parêzvaniyeke sixte ya Filîstînê dike, xwedî li mazlûm û Misilmanan derdikeve çawa dikare li hemberî Kurdên mazlûm û Misilman şerê qirkirinê bimeşîne? Ji bo Kurdan tune bike çawa dikare wiha tevbigere? Yanî aliyekî din a parêzvaniya Filîstînê ew e ku ji bo tiştên tînin serê gelê Kurd û Kurdistanê neyê fêmkirin Filîstînê wek perdeyeke dişûxilînin. Mînak, tevî ku ti têkiliya Hamasê bi têkoşîna Filistînê re tinebû, MOSSAD’ê ji bo qelskirina Rêxistina Rizgariya Filistînê RRF’ê ew damezrand û kir ku îro RRF’ê û nexasim hêza bingehîn El Fetihê bîne ber tesfiyeyê. Heman modelê hewl didin li Kurdistanê li dijî KCK’ê pêk bînin û bi pêş bixin. Her cure şerê psîkolojîk, sermayeyeke Kurd a hevkar hem li Bakur û hem jî li Başûr li bajarên girîng weke navendeke balkêş hewl dan pêk bînin û saziyên rêxistinên civaka sivîl ên Kurdî yên sexte ava kirin. Divê mirov medya Kurd a hevkar jî weke amûrên şerê psîkolojîk li vê zêde bike. Gelek şaxên huner û sporê jî di çarçoveya heman armancên stratejîk de têne bikaranîn. Belkî jî kirina herî xeternak ew e, li şûna Hîzbul-kontrayê Hamasa Kurd bê pêkanîn. Hedefa bingehîn a rêxistin û weşanên dînî ew e, di qonaxa dawî de li dijî KCK’yê koma xwe ya Hamasê ya Kurd damezrîne, bixe nava tevgerê û bike sereke.
Wek encam; Rageşî, pevçûn û şerên giran ên li Rojhilata Navîn diqewimin veguherîna modernîteyê mecbûrî dikin. Heta veguherîna modernîteyê çênebe pirsgirêkên giran ên neteweyî û civakî jî nikarin bên derbaskirin. Tenê nakokiya Ereb-Îsraîl jî ji bo balê bikşînin li ser pêwîstiya veguherîna modernîteyê têrker e.Heke pergala heyî nikaribe pirsgirêkên bingehîn çareser bike tişta pêwîst dike çareserkirina pergalê ye. Modernîteya Demokratîk alternatîfa vê helbûnê pêşkek dike. Lewma jî bi awayekî lezgîn pêwîstî bi avahiyên demokratîk û konfederatîf hene. Çareseriyeke demokratîk a ku wê li qadeke germ ya herêmê pêk were dikare bandora xwe mîna pey hev zincirkirinê li ser hemû qadên ku lê pirsgirêkên hene bike. Lewma, pêşeroja Rojhilata Navîn di konfederalîzma demokratîk de ye. Li Rojhilata Navîn li ser bingeha modernîteya demokratîk û bi perspektîfa federasyonbûna demokratîk ji bo avakirina civaka demokratîk û komûnal pêwîstî bi Şoreşa Cotmehê heye. Her ku şerê hegemonan kûr dibe şer û merc jî mezin dibin. Helbet di şerê mezin de her tim hêzên hegemonîk qezenc nakin, gel jî dikarin pir tiştan qezenc bikin. Heta dibe ku hêzên hegemonîk bi pergalî winda bikin, gel bi sîstemî qezenc bikin. Divê kesên xwedî berpirsiyar her tim xwe nûjen bikin, derfetên dîrokî binirxînin.
SIYASET HUNERA PÊŞBÎNÎ Û KÛRAYÎ YE
Dema mesele dibe Rojhilata Navîn li serekî dogmatîzmeke giran, li serê din îdealîzm dibin astengên mezin. Rast û çep zêde ferq nake. Her yek ji wan ji bo xwe îdealan ava dikin. Li beramberî wan baweriyeke pir hişk jî çêbûye. Wekî terzekî bingehîn her tim li gorî wan fikirandin heye. Ji bo wê jî ji rastiyan dûr dikevin. Romantîzma Îslamperestên siyasî hatine çi nuqtê tê dîtin. Hêzên çep, sosyalîst û demokratîk jî di mijara derbaskirina dogmatîzm û îdealîzmê de zehmetî dikşînin. Bi gotinên razber, teorîk û xweşik ne polîtîka tê kirin ne jî şoreş pêk tê.
Polîtîka hunereke ku li gorî rastiya tê kirine. Ji bo vê yekê esnekbûn, afirînerbûn û hestiyariyeke mezin hewce ye. Dogmatîzm hem melekeyên zîhnî kor dike hem jî esnekbûn û afirînerbûna fikrandinê dicemidîne. Hestiyariyê jî dikuje. Mirinê jî asayî dike. Wek ku nelicih û bêhesab mirin hostatiyek e. Berevajî her mirineke nelicih, bê wext, bê hesab, nebihîzyar ji polîtîkayê rev e. Ji polîtîkayê rev ji berpirsiyartiyê rev e. Lewma, li Rojhilata Navîn nikarin ji berxwedan û mirineke ziwa û qeba wêdetir biçin.
Siyaset hunera hestiyarî ye, hunera pêşbînî ye; siyaset pîşeya hesasiyet û hişyariyê û hunera her tim li ser tetîkê bûyînê ye. Piştî saleke din wê çi be tehmînkirin û wê salê ji xwe re zivirandin e. Ev jî hostatî dixwaze. Heke hûn ê nikaribin hostatî nîşan bidin ez dibêjim qet nekevin nav vî karî. Lê hûn dikevin. Wê demê divê hûn pir hestiyar û baldar bin. Etîk û estetîk jî bi hişmendiya siyasî re têkildar e; li ser bingeha exlaqa siyasetkirinê tiştên xweşik, baş, rast û azad derxistina holê ye. Ev tiştekî wekî hûn difikirin ne hêsan û ji ber xwe ve ye. Mesela gelek ji we difikirin ku hûn siyasetê dikin. Lê we hê ji xwe nepirsiye gelo hûn çiqas Kurdeke/î rast in? Keseke ku rastiya Kurdan nizane, fêm nake û najî çiqas dikare ji bo Kurdan siyasetê bike? Hêsan xuya bike jî ev pirsên girîng in. Kesên ku sosyolojiya Kurd û rastya aktûel ên Kurdan nizanibe û siyasetkirinê îdîa bike encax dikarin wek fîgûranên bêçare yên di dika siyasetê de ne bin. Ev dibe bêçarebûna we. Divê hûn baş zanibin. Kesên siyasetê kêlî bi kêlî dijîn her roj sedan pirsan ji xwe dikin û bi sedan bersivan pêş dixin. Yek saniye jî xwe nafikirin, wextê xwe tu carî vala derbas nakin. Ez dizanim hûn xwedî niyetên baş in, durist in. Di vê mijarê de gumanê min nîne lê ev bi tena serê xwe ne civaka we ne jî we xilas dike.
*Ji dahûrandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye girtin