Gulan: Wezîfeya me ya herî girîng, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye

Endama Koordînasyona PAJK'ê Nalîn Gulan diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li her qadê hîn bêhtir şer bikin û got, "Wezîfeya me ya herî girîng pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye."

NALÎN GULAN

Endama Koordînasyona PAJK'ê Nalîn Gulan têkildarî Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, ji ANF'ê re nirxandin kir.

Nalîn Gulan di destpêkê de hezkirin, silav û hurmetên xwe pêşkêşî Rêberê Gelê Kurd kir û got, "Rêber Apo bû hevrêyê herî bedew ê jinan û bû wesîle ku jin xwe nas bikin û li ser xeta azadiyê têbikoşin. Berxwedana Rêber Apo bi minet silav dikim. Em jin divê li dijî vê komploya navneteweyî têbikoşin. Hêzên komploger ji fikir û berxwedana Rêber Apo ditirsin. Rêber Apo fikrê azadiyê afirand. Lewma ji bo me jinan berpirsyariyeke dîrokî ye ku em komploya navneteweyî têk bibin. Li hemberî komployê hevalên ku meha Cotmehê bi bedena xwe bûn xelekek ji agir li dora Rêber Apo heval Kurdê ,heval Rotînda, Bedran, Berwar, Şaristan, Rojbîn Ereb, xelkê me yê welatparêz ê ku bi ruhê fedaî bedena xwe da ber agir û di şexsê wan de hemû şehîdên meha Cotmehê bi hurmet û minet bi bîr tînim.

Komploya Navneteweyî di şexsê Rêber Apo de li dijî xeta jiyana azad hate kirin. Rêbertî ev xeta jiyana azad weke Modernîteya Demokratîk pênase kir. Modernîteya Demokratîk li dijî sîstema mêr a 5 hezar salî, li dijî sîstema zext, şer, komkujî û newekheviyê hate afirandin. Ev sîstema serwer di vê serdemê de di nava şer û krîzên giran de ye. Rêber Ocalan sîstema bi serweriya mêr bi kûrahî lêkolîn kir, pênase kir û li ber vê ferasetê rabû. Rêber Apo ne tenê rexne kir, her wiha sîstemek alternatîf li hemberî vê sîstemê danî. Rêbertî sîstema modernîteya demokratîk di şexsê jinan de ji bo hemû civakan ava kir. Jin zane kir, kir xwedî îrade, partî û rêxistinê. Lewma komplo bi giranî li hemberî tevgera azadiya jinê bû. Li pêşberî komploya navneteweyî zehmetiya herî zêde jinan kişandin."

'JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO EM Ê HÎN BÊHTIR TÊBIKOŞIN'

Nalîn Gulan anî ziman ku gerîla, hevrêyên wan ên li girtîgehan û gelê Kurd ê welatparêz ji bo têkbirina komploya navneteweyî di nava têkoşîneke bênavber de ne û got, "Li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat gelê me li qadên siyasî, hiqûqî, dîplomatîk, civakî û çandî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gelek pêngav da destpêkirin, lê mixabin me hîn nekariye azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin. Ev yek wezîfeya me ya herî girîng e. Ji bo bicihanîna vê wezîfeya esasî em ê li her qadê ji her demê bêhtir şer bikin, têbikoşin. Em baş zanin ku azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibe. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî dostên gelê Kurd par pêngavek dan destpêkirin ku vê pêngavê encamên gelekî girîng bi xwe re anî. Têkoşîn û berxwedana me gerdûnî bû. Ne tenê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, li tevahiya cîhanê gelê Kurd pêşengiyê ji têkoşîna azadiyê re dike. Ev yek jî encama keda Rêber Apo ye.

Parêznameyên Rêbertî bi gelek zimanan hatin wergerandin, bi pêşengiya jinan Şoreşa Rojava nirx afirand ku vê yekê bala her kesî kişand. Li gelek welatên cîhanê bi Şoreşa Rojava re rastiya Rêber Apo hîn baştir hate dîtin û fêhmkirin. Îro li her devera cîhanê jin bi hev re dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' diqîrin. Salên dawî bi kelecan û coşeke mezin asta berxwedan û têkoşînê gihîştiye asta herî bilind. Lewma komplo wê bi ti awayî negihêje armanca xwe. Sînorên li Îmraliyê hatin xêzkirin, ji holê hatin rakirin. Rêber Apo got, 'Dibe ku ji aliyê fîzîkî ve hûn dikarin min dîl bigirin, lê belê hûn ê nikaribin aqil û ruhê min teslîm bigirin'. Têkoşîn û berxwedana me li cîhanê gihîştibe asta herî bilind jî me nekarî Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bikin. Divê em têkoşîn û berxwedana xwe hîn xurt bikin. Rêber Apo çawa ku bi têkoşîna xwe ya xurt û têgihiştî komploger têk bir, divê em jî heman tiştî bikin. Banga me li hemû jin, ciwan, demokrat, rewşenbîr, karker û alîgirên azadiyê ye; em hêza xwe bikin yek û ji bo guhertina sîstema modernîteya kapîtalîst têkoşîn û berxwedaneke mezin bimeşînin. Bi vî rengî em ê karibin komployê bi temamî têk bibin.

JIN HER KU ZANE DIBIN, DIBIN HEDEFA DESTHILATDARAN

Salên dawî êrîşên li dijî jinan zêde bûn ku pêwendiya vê yekê bi komploya navneteweyî û tecrîda li dijî Rêbertî heye. Em vê yekê qebûl bikin, bi taybetî jî jinên ku pêşengiyê ji paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê re dikin, dibin hedefa desthilatdaran. Li Kurdistanê li qadên gerîla herî zêde êrîş li jin ên fermandar û pêşeng têne kirin. Ne tenê Kurd, jin ên ji neteweyên cuda jî dibin hedef û têne şehîdxistin. Li qada çapemeniyê, li qadên civakî, îdeolojîk û perwerdeyê hevalên ku kar dikin dibin hedef. Salên dawî êrîşên herî mezin li dijî jinan hatin kirin. Ev êrîş jî bi giranî ji aliyê dewleta Tirk ve têne kirin.

Ji bo têkoşîna me têk bibe serî li her rê û rêbazê dide. Jiyaneke bi koletî li jinan ferz dikin. Bi rêze fîlm, fîlmên xwe civakeke kole ya modern ava dikin. Hemû dewlet bi heman mejî nêzî jin û zarokan dibin. Mînak li Îranê zarokeke 9 salî dikare bê zewicandin, li Iraqê jî ev qanûn çêkirin. Desthilatdar hemû ji hêz, îrade û têgihiştina jinê ditirsin. Ji ber vê yekê jî ji bo jin bi pêş nekevin, azad nebin û xurt nebin her tiştî dikin. Her ku jin bi pêş dikevin û mezin dibin, tirs dikeve nava wan. Dewleta Tirk fûhûş, narkotîk û sîxuriyê ferz dike.

Ji bo civakê tine bike van rêbazên şer bi kar tîne. Jin zane dibin, bi pêş dikevin, li ber sîstema heyî radibin û di encama vê yekê jî li êrîşên cuda rast tên. Ya rast divê em zanibin ku ti cih ji bo jinan ewle nîne. Jiyana di nava sîstema heyî de nepêkan e. Li cihekî ku ewqasî tundî, êşkence û kuştin heye, jiyan ji xwe nîne. Ev polîtîkayên şerê taybet ên dewletê ji komployê cuda nînin. Ji bo têkbirina vê komploya ku di şexsê Rêbertî de li hemberî jinan hate kirin, divê em rêxistiniya xwe li her qadê xurt bikin, têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin. Bêguman em jin divê xwe nas bikin, zane bikin û bi xwe re civakê jî biguherînin. Divê em mêr jinûve biafirînin."

'JINELOJIYÊ DÎROKA JINÊ YA BEREVAJÎKIRÎ BI RENGEKÎ RAST NÎŞAN DA'

Nalîn Gulan destnîşan kir ku li dijî sîstema bi serweriya mêr, li hemberî sîstema modernîteya kapîtalîst artêşbûna jinê ferz e û got, "Li cîhanê yekemcar artêşeke jinê hate avakirin. Bêguman ne tenê gelê Kurd, li cîhanê jin tevlî gelek tevgerên civakî bûn, şer kirin, pêşengî kirin, lê belê weke jin di avakirina rêxistinî û artêşa xwe de kêm man. Hevrê Bêrîtan di artêşbûna jinê de bi roleke girîng rabû. Artêşa me bi berxwedanê, têkoşînê her roj hîn mezin bû, berfireh bû. Ji YJA Starê heta bi HPJ a li Rojhilat, YJŞ a li Şengalê, YPJ a li Rojava. Jin gihîştin nuqteyeke welê ku eger ne ji rêxistiniyeke serbixwe bûya, ti carî ji bin serweriya mêr nikarîbû rizgar bibûna. Nikarîbûn xwe ji koletiyê rizgar bikin. Artêşbûna jinê beriya her tiştî hişmendî û zanebûna jinê diafirîne.

Jin divê li her qada jiyanê xwedî fikir bin, karibin xwe bi rê ve bibin, ji xwe bawer bin, bi hêza xwe piştrast bin û biryarên li ser jiyana xwe karibin bi xwe bidin. Ya rast li cihê ku reng û dengê jinê nebe li wir jiyan nîne. Jin divê bi sîstema hevserokatiyê bibe hêza çareseriyê, xwe û civakê zane bike. Ya rast ev yek hemû jiyanê û civakê eleqedar dike. Jiyan û civaka nû jin bi xwe ye, mirov nikarin vê rastiyê ji nedîtî ve bên. Pêşketina zanistiya Jineolojiyê ji bo tevahiya jiyanê û civakê ye. Jineolojî xwe dispêre şîrovekirina rast a dîroka jin û divakê û rastiyên berevajîkirî yên dîroka jinê radixe pêş çavan. Ji ber vê jî zanista Jineolojiyê ji bo jinan gelekî girîng e.

LI DIJÎ SÎSTEMA KU HER ROJ DIKUJE, DIVÊ EM ŞER BIKIN

Îro li gelek deveran jin tevlî nava tevgerên azadiyê dibin û têdikoşin. Eger jin rêxistiniya xwe ya xweser pêk nîne, zane nebe, nikare ji bin siya mêr rizgar bibe. Heta ku jin di bin siya mêr de be nikare bibe ya xwe. Em baş zanin ku hêz, dewlet, desthilatdarên hegemonîk hemû li ser kolekirina jin û civakê ava bûne û xwe bi rêxistin kirine. Em bi saziyên wan qet naxapin. Saziyên weke Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê, NATO, Qraliyeta Yekbûyî û saziyên din ên mîna wan. Ev hemû ji bo berjewendiyên xwe ava kirin. Sîstema desthildatdar a 5 hezar salî ji bo karibe ji krîz û kaosê rizgar bibe, ji bo karibe temenê xwe dirêj bike van dike. Lê belê êdî rûyê rast ê van saziyan eşkere bûye.

Weke jin û civakê divê em bi hêza xwe piştrast bin û li dijî vê sîstema ku her roj me dikuje, tine dike têbikoşin. Em ji bîr nekin ku ev hêz û sazî li ser xwîna me hebûna xwe dewam dikin. Li cîhanê gelek firsendên dîrokî hatin afirandin, divê em jin û civan van firsendên dîrokî baş binirxînin. Bi taybetî hêzên demokratîk, femînîst ekolojîst, sendîkavan, rewşenbîr, nivîskar û civak bi temamî hêza xwe ibkin yek û li dijî vê sîstemê têbikoşin. Divê em piştevaniya xwe hîn xurt bikin. Lewma careke din dixwazim bibêjim ku komploya navneteweyî li dijî tevahiya mirovahiyê hate kirin. Rêber Apo ji bo jinan û tevahiya mirovahiyê di nava şert û mercên zehmet de berxwedaneke mezin nîşan dide. Divê em jî li hemberî komployê têkoşîn û berxweedaneke mezin bikin ku karibin mafên xwe, azadiya xwe bi dest bixin. Em îro ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ne. Divê me vê firsendê binirxînin."