25 sal piştî komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo

Em naxwazin sala 26’an Rêber Apo di zîndanê de bibînin. Lewma her aniha azadî ji bo Rêber Apo û çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka Kurd.

Dijwariya têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê naşibe dijwariya têkoşîna tu gel û neteweyekê. Gelek netewe di navbera çend salên kurt ên xebat û têkoşînê de gihîştine azadiya xwe. Pirsgirêka neteweya Kurd çawa ku herêmî ye, bi heman awayî pirsgirêkeke cîhanî ye jî. Ji ber ku zilhêzên cîhanî û dewletên hegemon beşek in ji dagirkerî û dijminatiya li ser Kurdistanê. Ji bo ku gelê Kurd bixapînin û doza wî averê bikin, dem bi dem xwe wek dost nîşan didin. Eger zilhêzên cîhanî bixwazin, dikarin di demeke kurt de pirsgirêkê çareser bikin.

Zîndana Girava Îmraliyê wekî Zîndana Guantanamoyê tê binavkirin, ji ber ku zîndanîbûna di cihekî wiha de karekî wisa rehet nîn e. Dijminatiya dewleta Tirk a li hember gelê Kurd a di vê sedsala borî de çawa bû, tê zanîn. Îca dijminatiya vê dewleta zalim li hember rêber û pêşewayê neteweya Kurd dê çawa be ku bûye wesîle ku gelê Kurd ji mirinê vegere? Wê demê divê ew yek jî bê zanîn ku berxwedana Rêber Apo di çi astê de ye ku karî di zîndanê de dagirkeran neçar bike ku bikevin guftûgo û danûstandinan. Ev berxwedana bêhempa dîsan karê wî Rêberê mezin e ku karî bi fikr û felsefeya xwe, xwe bike gerdûnî.

Şêrko Bêkes gava ku komplo aşkera bû û Rêber Apo radestî dewleta Tirk hate kirin, got “ronahiya ruh nayê destgîrkirin”. Ango ruh û fiikrên azad ên Rêber Apo nayên dîlkirin. Di têkoşîna 25 salên zîndanê de jî Rêber Apo îsbat kir ku hêzên hegemon û dagirker nikarin îrade û fikir û bawerî û ruhê wî dîl bikin. Berevajî, Rêber Apo zîndan kire cihê jidayikbûna paradîgma û stratejiya nû. Lewma jî wî ew wek “jidayikbûna sêyem” bi nav kir.

Rêber Apo di 51 salên temenê xwe yê şoreşgeriyê de ev 25 sal in xebat û têkoşîna xwe li zîndanê bi rê ve dibe û sê sal in jî di bin tecrîdeke tund de ye ku malbat û parêzer jî nikarin wî bibînin. Lewma gava ku em bi giştî li wê têkoşîna Rêber Apo dinêrin, hemû wekî tiştekî nemumkun xuya dike. Di 25 salên Zîndana Îmraliyê de tiştên nemumkun bûn çend qatên din. Êdî berxwedan li Deryaya Mermereyê ye. Tevî vê yekê, ji bo afirandina paradîgma û stratejiya nû ya têkoşînê bi hezaran rûpel nivîs nivîsîn û gelek danûstandin û gotûbêj kirin. Ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd hemû rêbazên demokratîk pêşkêşî dewleta Tirk kirin û ji wan re got ku ji bo çareseriyê xwedî îradeyeke bihêz e.

Heşt sal in tecrîd li ser tecrîdê, cezaya disîplînê li ser cezaya disîplînê bi ser Rêber Apo de ferz dikin. Di nav van heşt salan de tenê li bihara 2019’an di encama têkoşîn û berxwedana hevalên li zîndanê de bi pêşengiya Leyla Guvan û çalakiya fedaiyane ya heval Zulkuf Gezen û hwd. çend hevdîtin çêbûn, wekî din heta niha bi tu awayî destûr nedane hevdîtinê. Ew axaftina çend deqîqeyî ku di 2020’an de hate kirin, em nikarin wek hevdîtin bihesibînin. Çinku destûr nedan ku Rêber Apo peyama xwe bigihîne. Di 25 salên zîndanê de Rêber Apo gelek plan û proje ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşkêş kirin. Ji bo niyetpakiyê du caran bang li koma aştiyê kir da ku were Tirkiyeyê. Di heman demê de du caran jî hêzên gerîla ji sînorên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê birin derve. Di axaftina xwe ya dawî de jî got ku eger derfetê bidin, ez dikarim di nav çend hefteyan de pirsgirêkan çareser bikim. Lê belê ji bilî şer, kuştin, dagirkerî, zîndanîkirin û xwe zêdetir çekdarkirinê tu proje û planeke dijmin tune bû. Baş e, çima dewleta Tirk a dagirker bi wê radeyê ji proje û planên çareseriyê yên Rêber Apo ditirse? Çima ew qas li ser şer û kuştinê rijd e? Çima nikare ji bilî zimanê qirkirin û pişaftinê bi zimanekî din biaxive?

Di van 25 salên borî de  Rêber Apo nehişt ku dagirker, noker û pişaftinker qelîşekê bixin navbera wî û gelê Kurdistanê. Gelê Kurd jî bi pêşengiya jin û ciwanan, ji bo parastin û azadiya rêberê xwe hemû hêza xwe xistin pratîkê. Lewma gel ew kampanyaya “kes nikare roja me tarî bike” ku di 1998’an de da destpêkirin, heta îro anî. Helbet operasyonên şoreşgerane yên gerîla û ew hemû xwepêşandan û meşên ku gelê Kurd li Kurdistanê bi rê ve dibe, mebesta wan a yekem azadiya Rêber Apo ye. Bê guman ne gelê Kurd û ne tu mirovekî azadîxwaz û xwedî exlaq û wîjdan naxwaze Rêber Apo rojek zêdetir di zîndanê de bimîne. Çawa ku şehîd Viyan Cafê got, “Ez naxwazim di heftemîn sala dîlbûnê de Rêber Apo di zîndanê de bibînim”, em jî naxwazin sala 26’an Rêber Apo di zîndanê de bibînin. Lewma her aniha azadî ji bo Rêber Apo û çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka Kurd.