Dewleta Tirk piştî derbên ku ji gerîla xwarî, temamiya Kurdistanê weke herêma şer îlan kir. Hêz û cesareta wan nebû ku rastiyan nîqaş bikin. Di mijara dijmintiya sed salî ya li dijî Kurdan de, jiberkirinên xwe ji bîr nekirin. Daxuyaniyên "Em ê zêdetir êrîş bikin, zêdetir bikujin, hilweşînê zêde bikin" li pey hev tên. Berxwedana kurdan û lêgerîna wan a maf bi terorê binav dikin û nîqaş dikin. Dibêjin, "Heta terorîstê dawî bimîne em ê kuştin, tinekirin û qirkirinê bidomînin.”
Çapemeniya Tirk ji bo civakê bi şer bide îqna kirin û mejiyê wan bin guhê hev bixin, tiştê ji dest wan tê dikin. Di vî şerî de bi milyaran dolar xerc dikin û bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest didin. Jehrîbûna hawira demokratîk, sazîbûna faşîzmê û hilweşîna hiqûq û edaletê ji nedîtî ve tên. Ji gelê Tirk re wisa nîşan didin ku ji bilî şer ti rêyeke din nîne, mîna ku ev fermaneke îlahî ye. Hewl didin her kesî bikin parçeyek ji vî şer û hilweşînê. Hewl didin netewperestî û mîlîtarîzmê serdest bikin. Pirsên wekî çima artêşa Tirk derbasî Sûriye û Iraqê dibe, çima her tim qadên dagirkirinê tên berfirehkirin, çima bi mîlyonan mirov neçarî koçberiyê tên kirin nayê pirsîn û fikrandina wê jî tê astengkirin. Kes nabêje, “Li şûna ku ewqas wêranî û mirin pêk werin, hûn çima bi Kurdan re li hev nakin û aştiyê çênakin? Kurdan çi xerabî bi we kiriye, hûn çawa dikarin bi kuştin û eciqandina wan jiyanê bi hev re ava bikin?"
Dibêjin “Em êdî Sûriye û Iraqê ji hev cuda nabînin.” Ev yek tê wê wateyê ku Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê wê bibe qadeke şer a domdar. Li Iraqê artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê bi dehan baregeh ava kiriye. Bi zêdekirina êrîşan re, avakirina baregehên nû didomîne. Havîn û zivistan, bi şev û roj balafirên şer û helîkopter Başûrê Kurdistanê bombe dikin û bênavber tê topbarankirin. PDK’ê meşrûyetê dide vê yekê û weke sedema şer PKK’ê û eniya Kurd nîşan dide. DYE û NATO’yê êrîşên dewleta Tirk erê kirin û hemû saziyên navneteweyî li ser vê esasê bêdengiya xwe diparêzin. Faşîzma Tirk dibêje wê heman tiştî li Rojhilat-Bakurê Sûriyeyê jî bike.
Artêşa Tirk bi salan e dibêje ku ew ê cihên ku weke korîdora Kurdan tên pênase kirin ji holê rake û çi dibe bila bibe nehêle ku Kurd bi ti awayî bibe xwedî statuyekê. Dibêjin, "Me korîdora Kurdan ji hev xist, me Cerablûs, Efrîn û SerêKaniyê dagir kir û em ê herêmên mayî jî paqij bikin." Gelekî bêhed in û hewl didin hemû sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê û binpêkirina qanûnên şer bi têgeha têkoşîna li dijî terorê rave bikin. Tesîsên petrolê, stasyonên kehrebeyê, embarên genim, stasyonên avê bombe dike. Eşkereye ku ev ne hedefên leşkerî ne. NY, DYE û welatên Ewropayê tenê li van sûcên şer temaşe dikin. Hêzên SDF'ê ku li dijî DAÎŞ'ê şer kirin û hê jî bi wan re dixebitin û tevlî operasyonan dibin weke şervanên PKK'ê tên qetilkirin.
Dema mijar dibe têkoşîna li dijî PKK’ê û terorîzmê, qetilkirina Kurdan, gel mehkûmî serma û birçîbûnê hiştin û her wiha koçberiya bi darê zorê tê rewakirin. Çi ferq di navbera kiryarên Tirkiyê yên li Rojhilat-Bakurê Sûriyê, ji ya li Xezeyê heye? Yên ku ji bo Xezeyê Îsraîlê sûcdar dikin û pirsgirêkê dibin saziyên navneteweyî, dema mijar dibe Kurd bêdeng dibin û çav û guhên xwe digirin. Tirkiye bi destek û çavgirtina hêzên weke Emerîka û Ewropayê dikare van êrîşan pêk bîne. Eger DYE’yê û Rûsyayê qada hewayî ji Tirkiyeyê re bigire, wê pêşî li van komkujî û hilweşandinan bê girtin. Bêdengî ji bilî erêkirin û bûna hevkarê vê sûcê wateyek din nade.
Ji ber ku Komara Tirk ev çil sal in vî şerî berdewam dike, bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane û bi mîlyonan jî neçar mane koç bikin, di serî de DYE û Ewropa berpirsyar in. Ev hêz naxwazin şer biqede. Eger van hêzan PKK'ê weke rêxistineke terorîst îlan nekiribûna û Kurd ji rewabûna xwe bêpar nehatibana hiştin, wê heta niha pirsgirêka Kurd çareser bibûya. Rêber Apo wê niha li Îmraliyê dîl nehatiba ragirtin. Ji ber DYE û Ewropayê PKK'ê weke terorîst îlan kir û vederkir, dewleta Tirk vê yekê gelek xirab bikar anî. Xwe spart vê feraseta terorê, li şûna ku bi Kurdan re pirsgirêkê çareser bike, kuştina wan dewam kir û hemû sûcên li dijî mirovahiyê kir.
Erdoganê faşîst û hevkarên wî niha têgeha "Terorîstan" li pênaseyên xwe yên korîdora terorê zêde kirine. Helbet em terorîstanê weke ku Kurdistan e dixwînin. Nikarin behsa Kurd û Kurdistanê bikin. Ji ber ku polîtîka û zîhniyetên xwe yên qirkirinê li ser bingeha înkar û tinekirinê ava kirine. Jêbirina Kurdan ji dîrokê, weke temînata hebûna xwe dibînin.
Her dema ku êrîş dibirin ser Rojhilat-Bakurê Sûriyê timî hincetek peyda dikirin. Rêveberiya xweser ango Kurdan, li dijî Tirkiyeyê êrîş pêk neanîne û şer îlan nekirine. Tirkiye vî şerî bi rengekî yekalî dimeşîne. Yê ku êrîş dike û dagir dike ew e. Me her tim digot ku Kurd tiştekî bikin an nekin, dewleta Tirk wê êrîşên xwe yên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê bidomîne. Ji ber ku dibêjin em ê korîdora Kurdan ji holê rabikin û em ê nehêlin ti statuyekê bi dest bixin. Armanc û niyeta xwe ewçend zelal eşkere dike, ma ji bo ku êrîş bikin, hewce dike ku gelo kurd tiştek bike? Helbet tune ye. Ji bo ku rast û çep mijûl bikin, mejî tevlîhev bikin serî li hîleyên ji rêzê didin. Lê belê di êrîşên ji 22'ê Kanûnê û vir ve dewam dikin de, êdî neçar in hincetan çêbikin. Bi rengekî vekirî dibêjin, ‘em ê cudahiyê nexin navbera Kurdan û parçeyên Kurdistanê, em ê li hemûyan bixin û ji hev belav bikin.’ Silêmaniye û YNK’ê dikin hedef, gef li her kesî dixwin û niyeta xwe bi awayekî eşkere tînin ziman, ma ev hemû ne bes in?
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka