Sedsala 21'ê bi dilxwaziya azadiya gel ava dibe

Gelê Kurd bi pêşengiya PKK'ê nîşan da ku çarenûsa xwe sed salekî din ji însafa kesî re nahêle, ji bo vê çi pêwîst be wê bike. Diyar e ku sedsala 21'ê wê bi dilxwaziya azadiyê ya PKK'ê biafire.

Dewleta Tirk ku di şerê zêdeyî 40 salî de her carê berdêlên giran dide û têk diçe, dest ji israra xwe ya li ser dagirkerî û qirkirinê bernade. Bi taybetî di nava 9 salên dawî de asta êrîşên xwe yên dagirkeriyê zêde kir, gelek caran sûcên li dijî mirovahiyê kir, lê nekarî têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya PKK'ê biqedîne. Berevajî vê armancê ew bi xwe têk çû. PKK li gel hemû dezavantajan jî di nava 9 salên dawî de nîşanî cîhanê da ku îrade û rûmeta mirovan çawa tê jiyîn û temsîlkirin. Bi taybetî performansa ku gerîla salên dawî nîşan dide, destanên ku diafirîne, lehengên van destanan, dilxwaziya azadiyê nîşan da.

Di 10'ê Sibata 2021'ê de dewleta Tirk xwest mîna Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bike, bi perasyona lokal pêvajoya şer derbasî qonaxeke nû bike. Erdogan bi rêbazeke kevn û pûçbûyî xwest li hemberî PKK'ê encamê werbigire. Ev êrîşa lokal a bi piştgiriya DYE'yê piştî ku li berxwedana Şoreşan (Fermandarê Destana Garê Şoreş Beytuşşebap) qelibî, têk çû. Gerîla nîşanî her kesî da ku rejîma Tirk a faşîst a dagirker ku bûye belayê serê Kurdistan û Rojhilata Navîn êdî nikare li gorî dilê xwe tevbigere. Ne Erdogan Yavûz Sûltan e, ne jî dewleta Tirk a dagirker Osmanî ye, ne jî Kurd Kurdên berê ne.

Erdogan ku ji têkçûna li Garê encam wernegirt, li hemberî Zap, Metîna û Avaşînê dest bi êrîşên dagirkeriyê kir. Bi gotina 'Artêşa Tirk hat ber lingê gerîla, bêyî dayina berdêlên giran wê neçe' ya gerîla, pêvajoyeke mezin a şer destpê kir.

Di vê pêvajoya şer de artêşa Tirk bi sûcên şer, bi bikaranîna çekên kîmyewî, termobarîk û taktîk nukleer xwest encamê werbigire. Bi pêşkêşkirina rewşa jeopolîtîk û jeostratejîk a Tirkiyeyê piştgirî ji hêzên emperyalîst wergirt, lê tevî vê yekê jî Tirkiye xist nava metirsiyeke mezin. Stratejiya ku li gorî hesabê xwe diyar kirin li Zapê xitimî. Êrîşên dagirkeriyê ku navê 'Pençe-Kîlît' lê kirin, li dijî wan xitimî û înîsiyatîfa vê pêvajoyê kete destê gerîla.

Pêvajoyeke welê destpê kir ku bi tijîbûna 100 saliya Peymana Lozanê re li tevahiya Rojhilata Navîn hevsengiyên nû ava bûn. Gelê Kurd bi pêşengiya PKK'ê nîşan da ku çarenûsa xwe sed saleke din ji însafa kesî re nahêle û ji bo vê çi pêwîst be wê bike. Lİ herêmê her planeke bêyî PKK'ê wê têk biçe. Ji ber ku di çarçoveya paradîgmaya Rêber Apo de zemîna jiyana demokratîk pêşkêşî gelan hate kirin, bû yekane alternatîfa vê sedsalê û êdî rejîmên li derveyî vê yekê ji aliyê gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ve nayên qebûlkirin. Krîz û şerê heyî nîşaneya herî şênber a vê yekê ne.

SEDSALA 21'Ê WÊ BI DILXWAZIYA AZADIYÊ YA PKK'Ê AVA BIBE

Divê dewleta Tirk peyama ku Şehîd Rojhat Zîlan û Şehîd Erdal Şahîn di meha Cotmehê dan bi xurtî fêhm bike û bibîne ku ev pêvajo derbasî qonaxeke nû bûye. Bi operasyonên şoreşgerî re yên piştî çalakiya Enqereyê destpê kirin, li Herêmên Parastinê yên Medyayê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hate xistin ku ev yek tesadûfî nîne. Operasyonên şoreşgerî ku di çarçoveya stratejiyekê de têne meşandin, diyar e ku wê bi operasyonên hîn berfireh dewam bikin. Ji xwe di 12'ê Çileyê de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya li herêma Zapê, di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêrelûkê de artêşa Tirk a dagirker bi operasyona şoreşgerî ya gerîla ji herêmê hate paqijkirin ku ji dîmenên gerîla jî tê fêhmkirin.

Di dîmenên Gerîla TV de gerîlayek dibêje 'Agir bi erşê Romê bixin'. Yanî mizgîniyê dide ku polîtîkayên qirkirinê yên dagirkeran bi berxwedana gerîla şewitî ye, vê yekê jî li baregehên leşkerî yên dişewitin anî ziman.

Gelekî ku xwedî pêşengên bi vî rengî ye, diyar e ku eger Rêber Apo muxatab neyê girtin wê çarenûsa xwe bi xwe diyar bike. Yên ku dixwazin li welatekî hevpar bijîn divê êdî rewşa xwe binirxînin. Divê dewleta Tirk bibîne ku ji planên qirkirinê bêencam maye. Eger di vê yekê de israr bike wê mayindebûna dewletê bixe xeteriyê. Biryar a wan e ku rewş ber bi vê yekê ve biçe yan na. Eger rastiya gelekî ku nekarî tune bike û rêberê wî gelî yê gerdûnî bûye ji xwe re neke esas, wê dewlet û gelê Tirk gelekî zerarê bibîne. Sedsala 21'ê wê bi dilxwaziya azadiyê ya PKK'ê ava bibe.