Kampanyayê hêtûna demokrasiyê gurtir kir

Kampanyaya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd wek yek ji mijarên herî girîng û diyar ên têkoşîna azadiya gelê Kurd û gelên azadîxwaz ên cîhanê tê dîtin.

Kampanyaya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd wek yek ji mijarên herî girîng û diyar ên têkoşîna azadiya gelê Kurd û gelên azadîxwaz ên cîhanê tê dîtin. Pêla wê ew qas xurt e ku akademîsyen, rewşenbîr, azadîxwaz û demokrat li xwe kom kirine û her ku diçe gerdûnî dibe û di dîrokê de dibe kampanyayeke bêhempa û nedîtî. Kampanya du mijarên sereke yên Rojhilata Navîn li xwe digire ku wek kilîta çareseriya hemû pirsgirêkên herêmê tên dîtin û beşdarbûna li kampanyayê erk û berpirsyariyeke exlaqî û siyasî ye. Çawa ku îro diyardeya Kurdbûnê wek erdekî beyar lê hatiye ku tiyê avê ye, di heman demê de tiyê çareseriya demokratîk, aştiyane û edaleta civakî ye jî. Gelê Kurd tiyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Gelê Kurd tiyê tava azadiyê ye. Gelê Kurd bi hemleyekê alaya azadiyê bilind dike û dixwaze tîbûna xwe bişikîne. Ev gel pabendbûna xwe ya bi gurkirina têkoşîn û şoreşê tîne ziman. Îro di hişê gelên azadîxwaz de dirûşmeyek dibiriqe ku heqîqeta gel û civakekê tîne ziman. Ev yek jî îsbat dike ku tu carî mirov nikare heqîqetê înkar bike û wê veşêre, çênabe ku ruh ji bedenê bê qutkirin û mirov xemsarane û bêberpirsyarane bi pirsgirêkan re bide û bistîne û bi rehetî di ser wan re derbas bibe.

'DEMOKRASÎ EŞKEREKIRINA HEQÎQETÊ YE'

Helbet ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêngaveke dîrokî û serdemane pêwîst e. Ji ber ku israr li ser hebûna azadî û demokrasiyê tê kirin. Azadî wisa bi gotinên sivik û pûç û bi rehetî nayê bidestxistin. Azadî û demokrasî bi riwangeh û fikira sosyalîstî tê misogerkirin.  Ji ber ku pêwîst e mirov bi çekeke wisa li dijî modernîteya kapîtalîst û hêzên paşverû yên Rojhilata Navîn şer bike ku qeyd û bendên li ber azadiyê bişikîne; ne bi çekeke wisa ku wek kelemçeyê hêvî û daxwazan di hinavê mirovan de destbend bike û wan kole û dîl û stûxwar bike.

Ev kampanya gurzekî mezin li wê zihniyet û felsefeya berevajîkar dide ku metirsiyeke cidî ye li ser mirovahiyê. Bandora vê zihniyetê li Kurdistanê tê dîtin, dixwazin gelê Kurd di nav qefeseke hesinîn de dîl bigirin û qir bikin. Bi her rê û rêbazekê êrişî ser çanda gelê Kurd dikin,  dixwazin gelê Kurd bê nasname û bê îrade bihêlin.  Şev û roj ji mîkrofonên modernîteya kapîtalîst bangewaziya demokrasiyê tê kirin, lê ev bangewazî bangewaziyeke bê pratîk e. Ji ber ku zimanê ku di wan platforman de tê bikaranîn, zimanê geşbûna çalakiyên gel nîn e ku îradeya azad li ser wê bê avakirin. Zimanê rêxistinkirina gel û civakê nîn e, zimanê gurkirina têkoşînê û geşbûna berxwedanê nîn e. 

Kurdê azad ku nasnameya nû ya Rojhilata Navîn a nû ye, tê wataya redkirina wê mentîq û felsefeyê ku koletiyê dike tekane vebijêrka mirovahiyê. Felsefeya Kurdê azad bi hemû hêza xwe ve xeta “Berxwedan jiyan e” li dijî faşîzm û dîktatoriyê xurttir û berfirehtir dike û vebijêrkeke nû diyarî mirovahiyê dike. Lewma gelê Kurd û dostên gelê Kurd îro bi kampanyayekê li ser azadbûna gelan û civakê israr dikin û bi hemû hêza xwe bertekê nîşanî wê diyardeya metirsîdar didin ku metirsiyek e li ser azadî û demokrasiyê. 

Ev metirsî jî rasterast bandorê li ser înkarkirin û qirkirina gelê Kurd dike. Ango bi vê rêbazê dixwaizn gelê Kurd bê nasname, bê behre û bê hêvî bihêlin. Ev yek jî jinavbirina demokrasiyê ye di landika mirovahiyê de yan jî di landika medeniyetan de. Gelê Kurd bi awayekî rasterast ji guherînên herêmî û cîhanî tê qutkirin, li ser parçebûn û înkarkirina gelê Kurd israr tê kirin, dixwazin erdê beyar ê Kurd ji bo sed salên din li gorî berjewendiyên xwe av bidin. Bi gotineke din dixwazin koka felsefeya azadî û demokrasiyê li Kurdistanê biqelînin. Serkutkirin û çewisandina gel û komkujiyên li Kurdistanê bi armanca jinavbirina demokrasiyê tên kirin. Ji ber ku demokrasî eşkerekirina heqîqetê ye. Beşdarbûna gel a çalak li sîstema xwerêvebirinê, rakirina maskeya wan hêzên paşverû ye.

'KAMPANYAYÊ LI CÎHANÊ ZIMANÊ DEMOKRASIYÊ BERBELAV KIR'

Gelê Kurd bi dirêjahiya dîrokê di bin navên cuda cuda de hêtûna demokrasiyê gur kiriye. Ev yek jî bi têkoşîn û berxwedana xwe çêkiriye. Lewma li deverekê ku çalakiya gel hebe, demokrasî li wê deverê tê misogerkirin. Îro gelê Kurd û dostên gelê Kurd bi kampanyayekê tîrojên demokrasiyê berbelav dikin û hêtûna demokrasiyê gurtir dikin. Helbet ew çalakî dikare demokrasiyê misoger bike ku bi zihniyeteke sosyalîst û azadîxwaz hatibe xemilandin û ji zihniyeta modernîteya kapîtalîst hatibe qutkirin. Îro çalakiyek ji hinavê gelê Kurd geş dibe ku lambeya ronahiyê ji bo azadî û demokrasiyê li 74 navendên cîhanê vêxistiye. Kampanyayek tê lidarxistin ku li cîhanê zimanê demokrasiyê berbelav dike.

Li gorî felsefeya Rêber Apo pirsgirêkek tune ye ku bi demokrasiyê neyê çareserkirin. Nexwe çima ew hêzên ku îro xwe wek navendên demokrasiyê dihesibînin, di pratîkê de xwe nêzîkî gewherê demokrasiyê nakin? Çima li Rojhilata Navîn bi hincet û tometên çêkirî bi qirkirina gelê Kurd demokrasiyê binax dikin? Lê belê Rêber Apo dibêje, “Di demokrasiyê de pirsgirêkên tabû tune ne, hetta dijejehr(panzehîr)a tabûtirîn pirsgirêkan jî demokrasî ye.” Wê demê çima îro komek qanûn û fikir û nerît di civakê de hatine pîrozwerkirin, şikandin û guhartina wan hatiye qedexekirin? Diyar e rejîmên dagirker dilê wan ji demokrasiyê diteqe. Îro li dijî Rêber Apo û pirsgirêka Kurd qanûnekê praktîze dikin ku li dijî qanûnên wan bi xwe ye. Di bin navê demokrasiyê de demagojiyê didin civakê. Gelo ev yek ne înkarkirin û berevajîkirina azadî û demokrasiyê ye? Eger çareseriya pirsgirêkekê dibe haveynê azadî û demokrasiyê, çima ew qas xofê jê digirin?

Ev yek li ba her kesî eşkere û diyar e ku demokrasî çi qas li Rojhilata Navîn hebe, ew qas jî aştî pêk tê. Gel çi qas çalak bibe, zimanê demokrasiyê ew qas geş dibe. Ji ber ku çalakî zimanê demokrasiyê ye. Bes kiryarên netewedewletan demokrasiyê bê naverok dikin. Ji ber tunebûna demokrasiyê agirê şer gurtir dibe û qada şer berfirehtir dibe. Ev kampanya jî tê wataya bidawîkirina vî şerî û vê malwêraniyê, tê wataya bicihkirina aştî û aramiyê li Rojhilat Navîn. Ji ber ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger nebe, agirê şer venamire û aştî misoger nabe. Bi pêşengiya gelê Kurd gelên azadîxwaz dixwazin bi vê kampanyeyê wê koletiya lenetkirî hetaheta bi azadiyê biguherînin û bi vê yekê erka xwe ya vê serdemê pêk bînin. Erkeke dîrokî û mirovî dikeve ser milên hemû kesên azadîxwaz û sosyalîst li Îran û rojhilatê Kurdistanê ku beşdarî vê kampanyaya birîqedar bibin û bi vê beşdarbûnê wê têkçûna dîrokî qerebû bikin ku gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn tûşî wê bûne.

'REWŞENBÎR BERÊ GEL DIDE NAVENDA VEJÎNÊ'

Rewşenbîr roleke serekî di bidestxistina heqîqetê de dibînin, perdeyê ji ser rastiyan radikin, çirayên civakê yên ronîker in. Di vê çarçoveyê de Rêber Apo dibêje, “Civakeke bê rewşenbîr wek karwaneke bê pêşeng e.” Lewma rewşenbîr beşdarî karwanekê dibin ku çiraya demokrasiyê ye li Rojhilata Navîn û cîhanê.  Ev karwan kampanyaya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Lewma pêwîst e rewşenbîr jê re pêşengiyê bikin û erka xwe ya serdemî pêk bînin. Ev serdem hestyartirîn dem û serdema têkoşînê ye ku dîrokê berpirsyarî xistiye stûyê rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, hunermend, jin û ciwanan.

Çima rola pêşengîkirina vê kampanyayê di stûyê rewşenbîran de ye? Di bingeha xwe de rewşenbîr derhêner e. Derhêneriya serdemeke nû ya têkoşînê pê hatiye spartin, kampanyeyekê digihîne encamê, civakekê çalak dike. Ji ber vê çendê rewşenbîr dibe derhênerê civaka xwe. Bi gotineke din derhênerê misogerkirina azadî û bicihkirian demokrasiyê, derhênerê kampanyaya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurd. Lewma rewşenbîr berê gel didin navenda vejînê û felsefeya berxwedanê jiyanî dikin. Hemû rewşenbîr ji bo ku xwedî civakeke hişyar û azad bin, bi hişyarî û hûrbînî û dilsozane tev digerin û bi bandora vê kampanyayê nasname û pirrengiya çandî ya civakê ji nû ve misoger dikin. Ji ber ku beşeke serekî ya şoreşa zihniyetê bi vê rêyê tê misogerkirin ku bingeha pêşveçûn û zindîbûnê ye.

*Amed Şaho / Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)