Tirkiye çawa rizgar dibe?

Madem tê xwestin, ku Reber Apo bi rola xwe rabe, wê demê şert û mercên vê yekê divê tavilê bêne afirandin. Divê derfet bê afirandin ku Rêber Apo di serî de Rêveberiya PKK'ê bi her kesî re hevdîtinê bike.

Êrîşên Îsraîlê ku nêzî meheke gelekî giran bûne, derbeke gelekî giran li Hîzbûllah a Lubnanê xist. Ya rast kes ne li benda şerekî bi vî rengî bû, kesî texmîn nedikir ku Îsraîl di demeke ewçend kurt de derbeke ewqasî giran li Hîzbûllahê bixe. Ji ber ku Hîzbûllah jî xwedî hêza leşkerî, amadekariya leşkerî û çeperan bû. Her wiha hin dewlet hebûn mîna Îranê, ku xwe disparte wan. Lê belê encama ku rû da her kes matmayî hişt. Her wiha gelek mirov jî hejand û şok kir. Çima?

Bêguman gelek bersiv ji vê pirsê re dikare bê dayin. Mînak eger Îsraîlê ne ji hewayê lê ji bejahî ve êrîş bikira wê nikarîbûya ewqasî bi lez û bandor encam werbigirta. Ji ber encama leşkerî ya heyî Îsraîlê êrîşa hewayî ji xwe re kir esas û xwe ji vê re amade kir. Her wiha bi teqandina cîhazên ragihandinê re Îsraîlê taktîkeke aqilane bi kar anî. Ev yek jî ji bo encama heyî sedemeke girîng e. Ji vê jî wêdetir siyaseta şer a bêbiryar a Hîzbûllahê û Îranê jî yek ji sedemên vê encamê bû. Hîzbûllah û Îranê ji aliyekî ve xwe welê nîşan didan ku piştgiriyê didin Hamasê, li aliyê din jî helwesteke lihevkirina siyasî nîşan dan. Her wiha tê gotin, bi rêya Fransa û hêzên mîna wê gihîşt wê nuqteyê ku Îsraîl û Hîzbûllah agirbestê îmze bikin. Di nuqteyeke bi vî rengî de Îsraîlê êrîşeke mezin kir û li Hasan Nasrallah xist. Yanî Hîzbûllah û Îran xist nava xefikeke siyasî. Tê gotin, Rêveberiya Fransayê jî ji ber vê yekê nerazîbûn nîşanî Îsraîlê dide.

Baş e, wê ji niha û pê ve çi bibe? Diyar e ku bloka DYE-Îsraîl wê hewl bidin Lubnanê jinûve ava bikin. Wê bixwazin Lubnaneke welê ava bikin ku bandora Hîzbûllah û Îranê lê kêm e û li ser Îsraîlê gefek nîne. Wê qîma xwe bi vê jî nînin û hewl bidin temamiya hêzên Îranê yên li derveyî sînor bê bandor bikin. Yanî wê êrîşî hêzên Îranê yên li herêmê bike. Ji xwe beriya çar salan bi kuştina Qasim Silêmanî re ev pêvajo dabû destpêkirin. Bi serweriya xwe ya leşkerî ya heyî re wê bixwaze encamê bi dest bixe.

Li hemberî vê yekê, Rêveberiya Îranê ya heyî timî qala aştiyê dike û heta jê tê hewl dide şer bi sînor bike û lêgerîna li lihevkirinê dewam dike. Lê belê zehmet e ku ev yek bi rengekî yekalî pêk were. Rêveberiya Îranê bi vî rengî nêzîk bibe, di rewşa heyî de şerekî Îsraîl-Îranê rû daye. Yanî hêz û derdorên xwe pişta xwe spartine şer, tişta ku lê digeriyan bi dest xistine. Em binihêrin bê ev şer wê bi kêrî kê were, kî wê jê winda bike?

Bêguman hêza sereke ya ku dixwest di navbera Îsraîl û Hîzbûllahê de şer biqewime û Îran jî tevlî vî şerî bibe, Rêveberiya AKP-MHP'ê bû. Berdevk û dûvikên vê rêveberiyê beriya bi mehekê ji bo karibin vî şerî sor bikin her cûre derew û hîle dikirin. Lê belê piştî ku şer destpê kir û Îsraîlê dest bi êrîşan kir, xwe bêdeng kirin û vê carê jî bi helwesteke 'vegera ji ya xwe' destpê kirin ku bibêjin 'Em li dijî vî şerî ne'. Bombeyên li Beyrûdê teqiyan, hîmên Qesra li Beştepeyê hejandin. Yên ku ji wan hebû ku her tişt mîna kuştina Kurdan û jinan hêsan e, cidiyeta meseleyê bi şerê Lubnanê dîtin. Diyar e ku gel şerxwaziya xwe texmîn nedikirin ku wê şerekî bi vî rengî biqewime. Lê belê dema ku rastî dîtin û fêhm kirin ku dor tê wan, vê carê jî mîna zarokan tevgeriyan.

Destpêkê şefê faşîst Tayyîp Erdogan li kursiya meclîsê got, "Îsraîl wê êrîşî me bike." Başbûg ê faşîst Devlet Bahçelî yê ku peyam wergirt an jî da, ji nişka ve rabû çû bi destê endamên DEM Partiyê girt. Nîqaşên 'Pêvajoya Çareseriyê' ya nû xistin rojevê. Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat ji bo Devlet Bahçelî got, "Waye Îmrali li wir e, rahêje Erdogan û Ozel; biçin gel Rêber Apo û pê re pirsgirêkan çarser bike." Weke bersiva ji vê re jî Devlet Bahçelî ji bo Rêber Apo got, "Were teslîm bibe, rêxistinê tasfiye bike". Yanî tişta ku ji zarokatiyê ve pê dane jiberkirin, careke din dubare kir.

Li ser vê yekê li nava desthilatdarî û muxalefetê, li nava çapemeniya rastgir û çepgir nîqaşekê destpê kir û dewam dike. Zêdeyî du hefte ne her kes bi şev û roj nîqaş dike. Bi saetan mirov dikin qareqar, bang dikin. Her roj bi dehan çîrok têne amadekirin; ji hinekan heye ku PKK'ê xwe tasfiye kiriye, hinek jî radibin bi zimanekî serdest gefan dixwe, bang li dozgeran dike û gefa 'girtinê' li DEM Partiyê dixwe. Gotinek heye, dibêje 'Eger tu derewekê çil carî bibêje, destpêkê tu yê ji rastiya wê derewê bawer bike'. Bi vî rengî hewl didin ji derewa xwe, ew bi xwe bawer bikin. Ji xwe re distirên, ji xwe re dilîzin. Qaşo yên ku nîqaşê dikin, rewşa wan dişibe yên ku di ber goristanê re derbas dibin difîkî ne.

Ya rast bi nîqaşeke ewqasî zêde û qareqarê hewl didin tirsê ji nava xwe biavêjin. Ji ber ku tirseke mezin ketiye nava dilê wan. Siyaseta wan a dijminatiya li Kurdan, mejiyê faşîst-qirker bi temamî têk çûye. Hewl didin şerê taybet bi vî rengî hîn kûr bikin, civakê bixapînin û tirsê ji nava xwe biavêjin. Piştî ku bandora bombeyên li Lubnanê li ser têkçûna wan a li Kurdistanê zêde bû, bi zorê jî be fêhm kirin bê çi wê bê serê wan. Çima?

Ji ber ku yekemcar li hemberî têkoşîna azadiyê ya Kurd têk çûn; rûyê wan ê faşîst, mêtinger û qirker eşkere bûn û baş teşhîr bûn. Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate destpêkirin, ev rastî nîşanî tevahiya cîhanê da. Li pêşberî Kurdên azad êdî li Tirkiyeyê nepêkan e ku mejî û siyaseteke faşîst a dijminê Kurdan, jinan û gelan bê meşandin. Li pêşiya Tirkiyeyê tenê rêyeke rizgariyê heye; ew jî demokratîkbûna li ser bingeha azadiya Kurdan e.

Ya duyemîn, di nava sîstema modernîteya kapîtalîst êdî cih ji Tirkiyeyê re nema ye. Di avakirina global a sîstema modernîteya kapîtalîst de ji xwe cih ji Tirkiyeya heyî re tine bû. Ev Tirkiyeya ku sed sal in heye, xwe spart du tiştan û bi vî rengî hebûna xwe dewam kir: Ya yekemîn Şoreşa Cotmehê ya li Rûsyayê, ya din jî piştgiriya Kurdan! Eger ne ji van bûya piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn ji xwe wê Tirkiyeyeke bi vî rengî nebûya. Tevgera Kemalîst xwe spart van herdu hêzan, bi vî rengî bû xwedî hêz û li ser bingeha du wezîfeyên jê re hate dayin ji aliyê Îngilistan û Fransayê ve hate qebûlkirin û bû dewlet. Baş e ev herdu wezîfe çi bûn? Ya yekemîn ji başûr ve Yekîtiya Sowyetê dorpêç bike, ya din jî weke modelek ji rêxistiniya netewe dewletê ya li Rojhilata Navîn parçebûna Ereban qebûl bike û bi vî rengî xizmetê ji avabûna Îsraîlê re bike.

Dewleta Komara Tirkiyeyê di sedsala derbasbûyî de ev herdu wezîfe bi cih anî. Li ber Yekîtiya Sowyetan rabû û weke proto-Îsraîl xizmet ji avabûna Îsraîla rastî re kir. Êdî Yekîtiya Sowyetan nîne, di rewşa heyî de Rûsya ne weke Yekîtiya Sowyetan e, lewma jî ev wezîfeya Tirkiyeyê qediya ye. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn Îsraîl a rastî ava bû û niha di nava Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de tê xwestin, sîstema modernîteya kapîtalîst herêma Rojhilata Navîn bi lihevkirina Îsraîl-Ereban jinûve ava bike. Hewl dide sîstema Rojhilata Navîn biguherîne ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekmeîn bi pêşengiya Tirkiye û Îranê hate avakirin. Hêzên derveyî sînor ên Îranê li ser vê bingehê hedef in, lê belê jji bilî van, Îran a li nava sînorên xwe, di nava rêxistiniya global a modernîteya kapîtalîst de xwedî cihekî ye. Tirkiye ya ku di nava vê rêxistiniyê de nîne û sed sal in li ser bingeha wezîfeyan hebûna xwe dewam dike, niha ew hêza esasî ye ku divê bê guhertin. Yanî bi sîstema ku di nav de ye, di nava nakokiyan de ye. Çi xwe bispêre NATO'yê, çi jî il ber Rûsya û Çînê bigere, wê nikaribe vê rastiyê biguherîne. Li gorî vê sîstemê Tirkiye wê biguhere, li gorî Kurdan, jinan, gelên kedkar jî wê Tirkiye biguhere. Eger li gorî vê beşa duyemîn biguhere wê weke sîstemeke demokratîk a alternatîf karibe yekîtiya Tirkiyeyê ya heyî biparêze. Yekane şensê Tirkiyeyê jî ev e.

Ne Yekîtiya Sowyetan heye ne jî piştgiriya Kurdan heye ku Tirkiyeya sedsala derbasbûyî bide jiyîn. Di nava sîstema heyî de tenê eger xizmetê ji Îsraîlê re bike, jê re bibe kole, hingî dikare hebe; wekî din şensê xwe nîne. Di rewşeke bi vî rengî de şensê xwe yê rasteqîn ew e ku piştgiriya Kurdan ji nû ve bi dest bixe. Rêya vê jî demokratîkbûna li ser bingeha azadiya Kurdan e. Rewşa rasteqîn ewqasî cidî û şênber e. Ji ber vê jî dem nîne ku bi nîqaşên spekulasyonê bê derbaskirin. Pirsgirêk ne tenê bi çûyîna Îmraliyê dikarin bêne çareserkirin. Madem tê xwestin ku Rêber Apo bi rola xwe rabe, wê demê divê yekser şert û mercên wê bêne afirandin. Divê derfet bêne afirandin ku Rêveberiya PKK'ê jî di nav de Rêber Apo karibe bi her kesî re hevdîtinê bike; bikeve nava hewldana guhertina demokratîk a Tirkiyeyê. Yên ku ji Tirkiyeyê bi rastî jî hez dikin divê bilezînin. Ji ber ku ji bo guhertinê jî dibe ku dem nemîne.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka