25 sal li ser 15’ê Sibata 1999’an re derbas bûn. Di vê roja nebaş de, li paytexta Kenya, li bajarê Naîrobî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate girtin û dadgeha bi navê Tirkiyeyê cezayê darvekirinê lê birî. Rêberê Gelê Kurd bi hincetên derew û neheq tê tecrîdkirin û di zindana girava Îmraliyê de tê ragirtin. Ev tecrîd tolhildaneke siyasî ya li dijî Rêber Apo û gelê Kurd e.
Weke mirovek û welatparêzekî Kurd dema ku Rêber Apo demeke kurt li Moskovayê bû, ez jî pê re bûm. Lewma ji bo aqûbeta Abdullah Ocalan du qat xemgîn dibim.
Kolonyalîstên ku Kurdistan kirine çar parçe ev sed sal in ku li her derê ziman, çand û kevneşopiyên biyanî li Kurdan ferz dikin. Gelê Kurd bê darizandin û lêpirsîn tê kuştin. Zindanan bi girtiyên siyasî tije dikin, gel di bin çavan de dihêlin, zordestiya aborî û bi hovane flor û faunaya Kurdistanê tê wêrankirin. Dema ku Abdullah Ocalan û PKK li dijî neheqî û qirkirinê rabûn, bi terorîzmê hatin sûcdarkirin.
Divê mirov ji dayikbûnê kor be yan jî mirovekî ku wijdan û merîfet winda kiriye, di revandina Abdullah Ocalan de rastiya terora navneteweyî ya li dijî gelê Kurdistanê nebîne. Wê rewa be ku sûcdarên destê wan di girtina Abdullah Ocalan de heye, li şûna Rêberê Gelê Kurd li dadgeha navneteweyî bên darizandin. Mixabin di derbarê Kurdan de, li her derê tercîha desthilatdariya hêzê li ser serweriya qanûnên navneteweyî tê dayîn. Cîhana ku jê re şaristanî tê gotin, bi darizandina Abdullah Ocalan ya bi destên rêveberiya Tirkiyeyê û bi salan zextên ku nayên xeyalkirin li ser wî kirin. Bi vî rengî berjewendiyên jeopolîtîk ên dewletên xwe yên di vê pêvajoyê de cih digirin, vedişêre. Ji bo ku dewleta Tirk bi awayekî aktîftir beşek ji plana çêkirina kembereke li dijî Rûs û Çîn a ji nava komarên Kafkasiya, Asyaya Pêşîn û Asyaya Navîn bi awayekî çalaktir bi cih bîne, Rêberê Kurd tecrîd kirin. Yek ji sedemên girtina Abdullah Ocalan ev e.
Sedemeke din jî bi taybetî li ser siyaseta dewletên ku nîzama cîhanê li ser xaka Kurdistanê diyar dikin ku piştgirî nadin fikra avakirina Kurdistaneke yekgirtî ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve dihat pêşniyarkirin. Beriya her tiştî dixwazin, heta ku ji destê wan tê, pirsgirêka kurd ji bo pêkanîna planên xwe yên li Rojhilata Navîn weke faktorekê bikar bînin. Ji bo bidestxistina vê yekê, ew bi wê yekê razî ne, ku kurd di nav sînorên heyî de mafên xweseriya neteweyî bistînin. Di rewşên giran de em dikarin behsa du-sê mîrekiyên biçûk ên Kurdan bikin, ku ji bo kontrolkirina derve musaîtin. Ev plan tenê bi qismî li gorî berjewendiyên gelê Kurd tê. Çekdarên derve yên ku dewletên rojavayî û Komara Tirkiyeyê temsîl dikin, vê planê bi destê malbata Barzanî pêk tînin. Azadiya Abdullah Ocalan ku ji aliyê Kurdan ve weke rêberekî netewî hatiye naskirin û pêşengiya têkoşîna rizgariya netewî ya gelê Kurd kiriye, bûye metirsiyeke mezin li ser malbata Barzanî. Gelê kurd ji bo azadiyê xwîn rijand û Barzaniyan jî weke êlîteke parazît, bi piştgiriya hêzên derve, her tim di lûtkeya desthilatdariyê de ye.
Ji destpêka damezirandina xwe ve, PDK xwe bi sînorên Kurdên li Iraqê ve bisînor kiriye û metirsiya serkêşiya têkoşîna neteweyî ya gelê Kurd ji bo azadiyê nabîne. Ji ber ku ji tolhildana dijberên derve yên vê ramanê ditirse. Ji aliyeke din ve jî malbata Barzanî bi tundî dijîtiya Partiya Karkerên Kurdistanê dike. Malbata Barzanî red dike ku bibe pêşengê tevgera Kurd û ji aliyekê din ve rê li ber hêzên din ên welatparêz venake. Her tim bi siyaseta qirêj pirsgirêkan derdixe. Wekî din wek sedemê sêyem, malbata Barzanî naxwaze petrol, zeviyên gazê û dewlemendiyên din ên Kurdistanê ji dest bide, ku salane serwetiyeke efsûnî bi xwe re tîne û hesabên xwe yên bankê nû dike. Her wiha aktorên biyanî yên girêdayî wan, ku para wan di aboriya Kurdistanê de heye, heta niha jî daxwaza derxistina malbata Barzanî nakin.
Ez di wê baweriyê de me, ku çiqasî bawerî bi hin mijarên tevgera rizgariya netewî ya gelê Kurd hebe, dijmin jî ewqasî muhtacê muzakereyên bi Abdullah Ocalan re dibe. Ji ber vê yekê jî divê Kurd heta ji dest tê, dijminê nerasterast ji destê xwe dûr bixe. Di heman demê de divê têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd di asta herî jor de bê meşandin.
Desthilatdariya Tirkiyeyê, di pêvajoya nûjen a avakirina nîzameke nû ye cîhanê de, qebûl nake ku mafên gelê Kurd nas bike û di encamê de naxwaze Abdullah Ocalan azad bibe. Ji ber ku bandora Rêberê Gelê Kurd li ser gel heye.
Bersiva herî baş, ya ji dijminên derve û hundir re bê dayîn avakirina yekitiya gelan e. Di berjewendiya Kurdan de ye ku bê dudilî piştgiriya PKK’ê bikin. Yekîtî wê hêzê bide tevgera bi pêşengiya Abdullah Ocalan.
Ez muameleya dijmirovî ya li ser Abdullah Ocalan û binpêkirinên mezin ên li dijî mafên gelê Kurd şermezar dikim. Ez bang li rêxistinên navneteweyî yên şareza û serokên dewletên rojavayî dikim ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û naskirina mafên gelê Kurd bikevin nav liv û tevgerê.