Dewleta Tirk êrişên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Lê bi êrişên heyî re nekarîn rêveberiya xweser hilweşîn e. Li Başûrê Kurdistanê jî li gel bombebarana giran û zêdekirina baregehên leşkerî, serkeftina dixwest bide nexist in. Armanca faşizma Erdogan ew bû ku di sedsala Komarê de PKK’ê û Kurdan bin bixe û projeya qirkirina Kurdan bi encam bike. Lê tişta dixwest pêk nehat. Berxwedana bêhempa ya gerîla û şerkirina fedayî planên wan têk birin. Niha li ser Bexda, Silêmaniyê û Berzaniyan dixebitin da wan jî beşdarî şer bikin.
Ev bi dehsalane dewleta Tirk bi Kurdan re şer dike. Piştgiriya NATO û DYE’yê digire. Artêşa herî mezin a duyemîn a NATO’yê li gel piştgiriyê şer qezenç nekir. Dewleta Tirk tevahî rê ceribandin lê nekarî bi Kurdan. Niha li Başûr PDK’ê bikar tîne. Li ser YNK’ê zextê çêdike. Dixwaze Bexdayê bikişîne gel xwe, ger nebû jî hewl dide Bexdayê bê deng bike. Di heman demê de têkiliyên bi Îranê re xurt dike, dixwaze li herêmê berxwedana Kurdan bişkêne û wan dorpêç bike. Li Sûriyê jî hewl dide Rûsya, Îran û Sûriyê bike hevkarê dagirkeriyê. Tevî gelek herêm dagir kirin lê tişta dixwest bi dest nexistiye. Hat fêmkirin ku li gel çeteyên destê xwe de nikare şer qezenç bike.
Dixwazin li gorî biryara di Astanayê de girtine li herêmên rêveberiya xweser aloziyê çêbikin û bi êrişên piralî rêveberiya xweser tune bikin. Hikumeta Şamê li şûna ku daxwazên herêmên xweser berçav bigire, bi faşîzma Tirk re li hev dike û dixwaze bandora xwe ya li herêmê zêde bike. Armanca Îran û Rûsyayê di heman demê de zextê li DYE yê bikin ku ji Sûriyê derkeve. DYE’yê ji xwe dibêje piştgiriya rêveberiya xweser nake û li dijî Tirkiyê ranaweste. Li hemberî êrişên dawî yên Tirkiyê jî bêdeng ma. Qada hewayî ji balefirên Tirk re vekirin. Rûsya jî qada xwe ya hewayî ji bo balefirên Tirkiyê nagire.
Îran û Sûriye pir baweriya xwe bi dewleta Tirk nayînin. Lê têkiliya Rûsyayê bi rêveberiya Erdogan re baş e. Yê ku têkiliyên Tirkiye, Îran û Sûriyê koordîne dike Rûsya ye. Rûsya dibêje, “DYE dixwaze ji Kurdan re dewletê çêbike, hwd” û hewl dide hêncetan ji helwesta xwe ya li dijî Kurdan re bibîne. Dema Tirkiye êrişî herêmên xweser dike Sûriye û Îran jî hewl didin tevlîheviyê çêbikin, gelê Ereb sor dikin û dixwazin herêmê veguherînin qada pevçûnan.
Di dema aloziyê de dixwazin Minbic û herêmên din ên Sûriyê dewrî Sûriyê bikin. Tirkiye ne xwedî wê hêzê ye ku tevahî Sûriyê dagir bike. Ji bo wan a sereke perçiqandina Kurdan e û ji holê rakirina destkeftiyên wane. Tirkiyê jî plana bila herêmên şîniyên Ereb ji herêmên xweser qut bibin û rejîma Sûriyê li wir bicih bibe pejirandiye.
Ji bo Rûsyayê qirkirina Kurdan an jî koçberkirina wan qet ne pirsgirêk e. Tiştên bi serê Efrînê hatine li holê ne. Rûsyayê bi Tirkiyê re li hev kir û derî ji dagirkirina Efrînê re vekir. Kurd ji axa xwe hatin derxistin, tu zordarî nema nedîtin. Lê Rûsyayê tiliya xwe jî nelivand. Wan lihevkirinên xwe yên stratejîk bi hikumeta Şamê re kirine. Ew hesab dikin ku Şam li herêmê bibe serwer û şirketên Rûsan li ser petrola herêmê bixebite. Eger pirsgirêkên DYE û Tirkiyê zêde bibin jî dê ev bibe qezencek zêdetir.
Îran ji xwe bi tevlîhevkirina herêmê ve mijûl e. Ew bixwe bi Israîlê re şer nake. Bi awayekî vekirî bi DYE yê re jî nakeve şer. Lê hinek kom û rêxistinên li Iraq, Libnan, Yemen û Sûriyê berdide DYE yê. Dibêje ez van êrişan nakim. Dema DYE bersivê dide êrişan Îran dixwaze DYE yê û gelên herêmê bîne beramberî hev. Eger baldarbin leşkerên Îranê naxe eniyê. Yên dimirin Ereb in. Li Filistînê jî wiha ye. Şer di nava van gelan de çêdike û dixwaze bi vî awayî Îranê biparêz e. Tirkiye jî niha texlîta Îranê dike. Ew jî Erebên li dora xwe kom kirine dide şerkirin, şer derbasî Iraq û Sûriyê dike û dibêje ez Tirkiyê diparêz im.
Hikumeta Şamê, Îran, Tirkiye û Rûsya di halê hazir de mijûl in ku Ereban li dijî QSD’ê û rêveberiya xweser rakin. Tirkiye hewl dide heman tiştê li başûrê Kurdistanê jî bike. Dixwaze PDK û YNK’ê, hikumeta Iraqê, Tirkmenan li dijî gerîla bixe tevgerê. Êdî hêza berxwedana Kurdan ispat bûye. Dewletên heyî yek jî nikare bi serê xwe berxwedana Kurdan bişkêne. Ji bo vê jî faşîzma Tirk hewl dide koalîsyonek herêmî û cîhanê li dijî Kurdan ava bike û encamê bigire. Pêşketinên heyî wisa diyar dikin ku dê heftî yan jî mehên pêşiya me de li herêmê êriş û şerên tund û giran pêk werin.
Çavkanî: Rojnameya Ronahî