Sefaleta Barzanî û PDK'ê!

Barzanî û PDK teslîmiyet û hevkariyê li gelê herêmê ferz dikin. Lê belê gelê herêmê berevajî vê yekê li ber dagirkeriyê radibe û nîşaneya herî şênber a vê yekê jî gerîla Helmet e ku ji Dêrelûkê bû û bi lehengî şer kir û şehîd bû.

Di her operasyona şoreşgerî ya gerîla de medya û endamên medya şerê taybet dikevin alarmê, quretiyê dikin. Ev koma faşîst piştî ku çend rojan gef xwarin, quretî kirin rojev tê girtin û tenê têgihiştina 'gerîlayên ku nikarin tevbigerin' di bîra mirovan de tê hiştin. Ev xewn û xeyala wan heta operasyoneke din a şoreşgerî dubare dibe û dema ku dema gerîla operasyoneke şoreşgerekî pêk anî destpêkê matmayî dimînin, şoq dibin. Ji ber ku tişta herî dawî ya di bîra wan de mayî ma ne ew bû ku 'gerîla tune bûye, nikare tevbigere?'

Endamên şerê taybet vê carê jî destpê dikin ku senaryoyan analîz bikin. Dawiya dawî jî 'yên ku li pişt û pêşiya bûyerê' têne tespîtkirin, weke berpirsyarên esasî nîşan didin û dawiya dawî jî biryarê li ser wê yekê didin ku teqez artêşa Tirk serketî ye. Piştî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêrelûk ku 12'ê Çileyê ji aliyê gerîla ve hate kirin, ev koma faşîst careke din şoq bû. Li gorî endamên şerê taybet ên Tirk kiryarê vê carê xelkê herêmê bû, hevkarên wan ên herêmî Barzanî û PDK'ê berpirsyariyên xwe bi cih neanî bûn. Bi darikê melkisê gundên li herêmê li ser nexşeyê nîşan dan, bi vî rengî xelkê herêmê kirin hedef û anîn ziman ku divê gund ji holê bêne rakirin. Şirîkên wan ên herêmê diviyabû êdî vê hal bikin...

Barzanî û PDK jî bi bayê bezê ketin nava liv û tevgerê. Ji bo ber dilê dewleta Tirk xweş bike, bêyî ku li ber xwe bikevin rabûn gundên li herêmê vala bikin. Artêşa Tirk di encama operasyonên şoreşgerî yên gerîla de zêdeyî nîvê çeperên xwe yên li herêma Amediyê winda kir. Yê ku careke din bi hawara wan ve çû, PDK bû. PDK destpêkê ji bo mirî û birîndarên artêşa Tirk ji herêmê derxîne seferber bû, piştre jî makîneyên kar û kepçe şand herêmê û çeperên artêşa Tirk ên ji aliyê gerîla ve hatin şewitandin û xerakirin, hewl da jinûve çêbike, xurt bike. Van rojan jî zextê li xelkê herêmê dike û dest bi valakirina gundan kir. Destpêkê qeymeqamê Amediyê gef li gundiyên gundên Spîndarê, Mijê û Kevne Mijê xwar ku malên xwe biterikînin û gund vala bikin. Piştre jî dema ku gundiyan malên xwe neterikandin, rabûn bi balafirên şer bombe li xeta wan a elektrîkê barandin û gund bê elektrîk hiştin. Piştre jî rayedarên PDK'ê li gundiyan geriyan û ji wan re gotin, 'Vê carê wê gund bê bombekirin, bi lez gund biterikînin' û êvarê jî balafirên şer ên Tirk bombe li gund barandin. Piştî du rojan jî ji bo sê saetan destûr ji gundiyan re hate dayin ku gund bi temamî vala bikin. Her sê gundên ku me qalê kirin ji aliyê PDK'ê ve hatin valakirin û ji bo artêşa Tirk a dagirker jî bûne qada operasyonê. Tevî gundiyan gelekî hewl dan li gundê xwe vegerin, PDK destûrê nade, ji bo gundiyên ku gelekî israr dikin jî dibêjin, 'Eger hûn pir dixwazin biçin, lê ji mirina we em berpirsyar nînin'. Bi rengekî eşkere, artêşa Tirk li herêmê qirkirinê dike û Barzanî û PDK jî şirîkê van êrîşan e. Tişta ku dewleta Tirk di salên 1990'î de li Bakurê Kurdistanê kir, niha ji aliyê PDK'ê ve bi navê 'Hikumeta Kurdistanê' tê kirin, jê girantir tê kirin. Bi kîloyan erzaq ji gundiyan re tê birin, dema ku hinekî zêde be ev yek ji bo gundiyan dibe sedema girtinê, têne desteserkirin. Divê bê bibîrxistin ku nîvê mirovên ku niha li zindanên PDK'ê ne qaşo ji ber 'Bazirganiya bi PKK'ê re', ji ber 'Alîkariya bi PKK'ê re', ji ber 'Endametiya PKK'ê girtî ne.

Dema ku Barzaniyan ev xizmet ji bo dewleta Tirk dikir, Hewlêr ji aliyê Îranê ve bi fuzeyên balîstîk û SÎHA'yan dihate bombekirin. Halbûkî Barzaniyan û PDK'ê xizmetên bi heman rengî ji bo dewleta Îranê jî kiribûn. Partiyên Rojhilatî bê çek kiribû, kampên wan vala kiribûn û hin pêşengên wan jî bi dewleta Îranê dabû kuştin. Tevî van hemûyan jî Îran nesekinî, nasekine. Ji ber ku bi salan e ji bo dagirkeriya Tirk rewa bikin bi her awayî hewl dan û ev bingeh ji bo dewletên dagirker ji ailyê hersê Barzaniyan ve hate afirandin. Li gel van hemûyan, li qada hiqûqa navneteweyî navê Hikumeta Kurdistanê bi kar tîne, li nava hikumeta navendî ya Iraqê bandora xwe bi kar tîne, bi taybetî jî wezareta karên derve di vê mijarê de bi kar tîne, hewl dide êrişên qirkirinê û dagirkeriyê yên dewleta Tirk rewa bike û sûcên wan binixumîne. Hîn jî bêyî ku li ber xwe bikeve û fedî bike radibin dibêjin 'PKK'ê şer gihandiye gundên me'.

Di encama operasyonên şoreşgerî yên gerîla de tabloyeke bi vî rengî tê afirandin. Hêzên gerîla ji Mijdarê heta Çileyê bi çalakî û operasyonên şoreşgerî baregehên Tirk ên li Amediyê 3 caran ji holê rakirin. Lê belê her carê PDK seferber bû û di nava hefteyekê de ew baregeh careke din ava kir. Ji bo dewleta Tirk makîneyên kar, malzemeyên avakirinê, xurekê hîn jî tîne û wesayitên zirxî û tankên dagirkeran ên li herêmê diparêze. Li gelek deveran PDK ji bo dewleta Tirk kalekolan ava dike. Pratîka wê ya herî dawî jî valakirina gundan e...

Barzanî û PDK bi vê pratîka xwe teslîmiyet û nokeriyê li gelê herêmê ferz dikin. Lê belê gelê herêmê berevajî vê yekê li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide. Nîşaneya herî şênber a vê yekê jî gerîla Helmet e ku ji Dêrelûkê bû û bi lehengî şer kir û şehîd bû.