EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li 5 navendên Awûstûryayê pîrozbahiyên Newrozê tên plankirin
Hevserokê Civaka Azad Ahmet Zîrek got ku Newroza 2024’an wê bi pêşengiya Meclîsên Civaka Azad li 5 bajarên Awûstûryayê bên lidarxistin û banga mezinkirina pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” kir. -
KNK: Serhildana 12’ê Adarê bingeha Şoreşa Rojava ava kir
Konseya Rêveber a KNK’ê bi boneya 20’emîn salvegera komkujî û serhildanan Qamişloyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Serhildana 12’ê Adarê bingeha Şoreşa Rojava ava kir.” -
FED-MED'ê banga beşdarbûna Newroza Frankfûrtê kir
FED-MED NRW'ê bang kir ku gel bi ‘ruhê serhildanê’ beşdarî pîrozbahiya Newrozê ku wê di 23'yê Adarê de li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê were lidarxistin, bibe. -
Koma 2’emîn greva birçîbûnê ya li Avîgnonê dewr girt
Li bajarê Avîgnonê bi boneya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sê jinên Kurd di 8’ê Adarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirîbû, koma 2’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt. -
Danasîna pirtûka Abdullah Ocalan a bi zimanê Ermenî hatiye wergerkirin hat kirin
Pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Şaristanî, Serdema Xwedayên Bi maske û Padîşahên Veşartî" ku bi zimanê Ermenî hatiye wergerandin, hat nasandin. -
Li Marbûrgê Newroz bi coş hat pîrozkirin
Bi sedan kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya ku li bajarê Marbûrg ê Elmanyayê hat lidarxistin bûn. -
KNK’ê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan şermezar kir
Konseya Rêveber a KNK’ê sivîlên ku di encama êrîşên balafirên şer ên dewleta Tirk de şehîd bûne bi rêzdarî bibîr anî û bang li tevahiya gelê Kurd hat kirin ku helwesta xwe nîşan bidin û xwedî li rûmeta xwe derkevin. -
Hilbijartinên Portekîzê: Sosyalîstan winda kirin
Li Portekîzê di hilbijartinên giştî de muxalefeta rastgir li hemberî sosyalîstên ku ev 8 sal in desthilatdar in, bi ferqeke biçûk bi ser ket. -
Li Saarbruckenê bîranîna şehîdan
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê şehîd Bişeng Brûsk û Sara Hogir hatin bîranîn. -
Bîşeng Brûsk û Sara Hogir li Arnhemê hatin bibîranîn
Endama Komîteya Ciwanan a PKK’ê û Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Bişeng Brûsk û endama Rêveber a Koma Jinên Ciwan Sara Hogir ên di 28’ê Tîrmeha 2023’an de şehîd bibûn, li Arnhemê hatin bibîranîn. -
Li Solothûrnê şehîd hatin bibîranîn
Gerîla Dijwar Tolhildan ê 24’ê Tîrmeha 2019’an li Şemzînanê, Bişeng Brûska ya ku 28’ê Tîrmeha 2023’an, Sara Hogir Riha û Tolhildan Qendîl li bajarê Solothûrnê bi merasîmekê hatin bibîranîn. -
Pîrozbahiya Newrozê ya li Brîtanyayê diyarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azad’ hat kirin
Pîrozbahiyên Newrozê yên li Brîtanyayê wê îsal di navbera 17-24'ê Adarê de li gelek navendên weke London, Lîverpool, Exeter û Brîgtonê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya aştiyane" bên lidarxistin. -
KON-MED: Em Newroza îsal bikin Newroza azadiya Rêber Apo
KON-MED'ê diyar kir ku di 23'ê Adarê de wê li Frankfûrtê Newroz bê pîrozkirin û got, "Em Newroza îsal bikin Newroza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd." -
Delegasyona Rojava li Îtalyayê bi baldarî hate pêşwazîkirin
Nûnerên Rêveberiya Xweser û Berdevka YPJ'ê Rûksen Mihemed danûstandinên xwe yên li Îtalyayê bi baldarî dewam dikin. Endamên şandeyê piştî hevdîtinên dîplomatîk bi dostên Îtalyayî re hevdîtin kirin. -
Ji CÎK'ê peyama Remezanê: Em bibin yek û hevgirtî bin
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi wesîleya destpêkirina meha Remezanê daxuyaniyek da û hêvî kir ku ev meh aştî û aramiyê ji cografya Îslamê re bîne. Her wiha banga yekîtî û hevgirtinê li Kurdan kir. -
KCÊ-E: Berxwedana bi rûmet a Şengalê divê bi tenê neyê hiştin
KCÊ-E'yê li ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê rabû û got, "Dîrok îro ji mirovahiyê dixwaze ku deynên xwe yên ku xwişk û birayên Êzdî bidin. Şengal wê qet û qet serî berjêr neke. Lê divê ku di vê berxwedana xwe ya rûmetdar de tenê neyê hiştin." -
Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê ji bo DEM Partiyê banga piştgiriyê kir
Platforma Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê têkildarî hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de bang kir ku piştgirî ji DEM Partiyê re bê dayin. -
Li dijî tecrîda li Îmraliyê li Avîgnonê greva birçîbûnê hat destpêkirin
Li Avîgnonê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. -
Li Helsînkiyê meş û mîtînga 8’ê Adarê
Li Helsînkî ku 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi girseyî hate pêşwazîkirin dirûşmeya sereke "Jin, Jiyan, Azadî" bû. -
Li Elmanyayê pêleke nû ya grevê destpê kir
Li rêyên hesinî û hewayî yên Elmanyayê pêleke nû ya grevê destpê kir. Grev nîşan dide ku rewşa civakî ya li welêt nebaş bûye. -
Tevgera Alimên Kurdistanê kongreya xwe li dar xist
Tevgera Alimên Kurdistanê li eywana civînan a Medreseya Ehmedê Xanî ya Hagenê 2’emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. -
Di Nobeda Azadiyê ya Strasboûrgê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang hate kirin
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah ev 12 sal in li Strasboûrgê Nobeda Azadiyê tê girtin û vê hefteyê komeke ji bajarê Bremen ê Elmanyayê nobed dewir girt. -
TEV-ÇAND a Ewropayê hunermend Cemîl Newsûdî bi bîr anî
Navenda Çandê ya Rojhilatê Kurdistanê li Ewropa da zanîn ku hunermend Cemîl Ehmedî ku bi Cemîl Newsûdî tê nas kirin koça dawî kir û got ku hunermend Cemîl Newsûdî heta wefat kirî jî di xizmeta çand û hunera Kurdî de bû. -
Şandeya YPJ û Rêveberiya Xweser bi siyasetmedarên Îtalyayî re rûnişt
Şandeya Rêveberiya Xweser û Berdevka YPJ'ê Rûksen Mihemed li Îtalyayê bi siyasetmedaran re hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de işaret bi êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hate kirin. -
KON-MED: Di 8'ê Adarê de em li qadan têkoşîna azadiyê mezin bikin
KON-MED'ê 8'ê Adarê silav kir û got, "Em bang dikin ku li qadên 8'ê Adarê têkoşîna azadiyê mezin bikin."